Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê got, “Di 5’ê Hezîrana 1972’an de Neteweyên Yekbûyî yekemîn konferansa hawirdorê ya navneteweyî lidar xist. Ev roj weke roja hawirdorê ya cîhanê hate ragihandin. Lê belê di nava 54 salên di ser re derbas bûn xisara li hawirdor û ekolojiyê bi lez dewam kir. Em îsal jî 5’ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê di demeke welê de pêşwazî dikin ku ziyana ekolojîk a nû, qirkirina herî giran a ekolojîk a dîrokê lê rû dide. Peymanên avhewayê yên navneteweyî ku ji aliyê hêzên ji krîza ekolojîk berpirsyarin hatine îmzekirin, bi cih nayên anîn. Germahiya global, felaketên ekolojîk, belavkirina karbonê, biçekbûn, bermahiyên endustriyî, yekdestkirina çandinî û avê, madenkarî, projeyên enerjî û bendavan û gelek mijarên din, bi êş û pirsgirêkên nû yên rê li ber wan vedikin re di rojeva cîhanê de ne. Modernîteya kapîtalîst ku xwe li ser mêtingerî, talan, desteserkirin, dijberiya li exlaqê û civaka mezaxtinê ava kiriye, xweza gihandiye asta tinekirinê. Şerê li ser element û enerjiyê Rojhilata Navîn serûbin kiriye. Her wiha gefên bi çekên nukleerî jî ketine rojevê. Ev hemû dane nîşan didin ku eger ev hindikahiya çavbirçî neyê sekinandin ku ji sedî yek ê nifûsa cîhanê jî nîne, wê cîhanê biqedîne.”
Di daxuyaniya KCK’ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:
“Dewletan û tevgerên hawirdorparêz ên ser bi dewletan ve, vê rojê weke rojeke sembolîk a parastina hawirdorê dibîni. Lê belê tevgerên ekolojîk ên li dijî dewlet û desthilatdariyê divê vê rojê veguherînin rojeke têkoşînê ya li dijî sîstema kapîtalîst, desthilatdariya rantê û polîtîkayên netewe-dewletê ku amûra mêtingeriyê ye. bilêvkirina ziyanên ku sîstem dide ekolojiyê êdî têrê nake. Ji encaman wêdetir divê mirov bi sedeman û yên ku sedemên wê afirandine mijûl bibe. Her wiha pirsgirêk bi wê nêzîkatiyê çareser nabe ku di bin navê qutbûna ji sîstemê xwe ji tevahiya cîhanê qut bike, li gundekî bi cih bibe, bi çandinî û sewalkariyê mijûl bibe û ji vê re jî têkoşîna ekolojîk bibêje. Eger li dijî sîstem û mejiyê ku sîstema kapîtalîst afirandiye têkoşîn neyê meşandin, wê pirsgirêkên ekolojîk qat bi qat zêde bibin û dewam bikin. Asta ku krîza ekolojîk gihîştiye, radixe pêş çavan ku têkoşîna ekolojîk ne tercîhek e, nê mecbûriyetek e. Li hemberî hêzên ku xweza û jiyan dizî ne, ya em ê bi hev re têkoşînê bimeşînin, ya jî em ê bi xwezayê re tine bibin, ku ji her alî ve em deyndarê xwezayê ne. Bêguman ev qirkirina ku gefê li her kêliya jiyanê dixwe, tenê bi çalakiyên sembolîk ên rojeke salê nikare bê rawestandin. Êrişa topyekûn a modernîteya kapîtalîst û desthilatdariyên wê yên netewe dewletê yên li ser xweza û civakê, tenê bi têkoşîneke topyekûn dikare bê astengkirin.
Ji ber şerê 50 salên dawî seranserê welatê Kurdistanê veguherî qadeke qirkirina ekolojîk. Ji Efrînê heta bi Behdînanê, ji Botanê heta bi Serhed û Rojhilat, qirkirina ekolojîk a li tevaniya erdnîgariya Kurdistanê bi stratejiyeke şer weke dewama îmhaya çandî û fîzîkî li ser gelê Kurd hate ferzkirin. Gundên Kurdistanê yên berê hatin şewitandin û valakirin, di bin ava bendavê de hatin binavkirin. Bi şewitandina daristanan, bi dehan bendavan, bi hezaran kandenên madenê, santralên enerjiyê û polîtîkayên qirkirina ekolojiyê yên li dijî çandiniyê hate ferzkirin ku derfetên jiyanê bêne tinekirin û mirov xizan bibin, koç bikin û herêm ji mirovan xalî bibe. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin, pêvajoya avakirina neteweya demokratîk e ku xwe dispêre paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk. Hin derdor hewl didin vê pêvajoyê weke firsendê bi kar bînin, rant û mêtingeriyê mezin bikin. Divê helwest li hemberî van derdoran bê nîşandan. Wijdanê herî mezin û wezîfeya me ya mirovahiyê ye ku em guh bidin vê feryada xwezayê û têbikoşin. Ji bo vê jî her cihê ku daristanên me tê birîn, zevî û ava me tê talankirin, li her devera ku bendav, santralên enerjiyê û maden têne avakirin divê bibe qadeke têkoşînê ku mafê jiyanê lê tê parastin. Li hemberî şîrketên madenê yên ku hewl didin dest dînin ser av, xak, zozan û çiyayên me, li hemberî yên ku daristanên me dişewitînin û talan dikin divê li her derê sekneke bi serbilindî bê nîşandan û alternatîf bêne afirandin.”

