În, 12 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ÎSÎG: Di nava 13 salan de 862 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 32 salan hatin berdan: Em bi ciwantî hatin girtin, bi ciwantî jî derdikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP û SGDF’î hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE wê piştgiriya xwe ya leşkerî ya li Ewropayê kêm bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîlufer Koç: Em ji bo neteweya Kurd li Neteweyên Yekbûyî statuyê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Remzî Kartal: Daxwaza yekîtiyê ya gel di siyaseta Kurd de serdemeke nû da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kejal Rehmanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji ber bilindbûna rêjeya ava Firatê gelek gundên Kobanê di xeteriyê de ne
Rojava

Ji ber bilindbûna rêjeya ava Firatê gelek gundên Kobanê di xeteriyê de ne

Ji ber bilindbûna rêjeya avê ya çemê Firatê, metirsiya binavbûna hin gundên li ber çem ên li rojavayê bajarê Kobanê heye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Gulan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Çemê Firatê yek ji çemên herî girîng û dîrokî yên Rojhilata Navîn e. Ji bo herêmê çavkaniyek avê, enerjiyê û jiyanê ye. Çemê Firatê ku yek ji çemên herî navdar ên Kurdistanê ye, ji Bakurê Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve diherike. Ji Bakur ku di navbera gelî û navrastên Elezîz û Meletiyê de ber jêr dadikeve û di navbera sînorên Amed, Semsûr û Rihayê de li aliyê milê rastê ve berê xwe diguherîne û dikeve deşta Dîlokê. Firat di navbera deşta Tilbişar û berriya Herranê de dikeve Rojavayê Kurdistanê. Dirêjahiya wî çemî digihêje 2 hezar û 800 kîlometreyan ku dirêjahiya wî tenê di nava axa Kurdistanê de jî digihêje 1 hezar û 100 kîlometreyan. Piştî wê ber bi axa Ereban ve diçe û diherike deryayê.

Li Sûriyeyê jî ji bo avdanê û elektrîkê du bendavên mezin li ser vî çemî hatine çêkirin. Ya yekem bendava Tişrînê ye ku yek ji bendavên herî mezin ên Sûriyeyê ye. Ya din jî bendava Tebqa, ango Bendava Firatê ye. Bendava Tişrînê ku li başûrê bajarê Kobanê dikeve, bilindahiya wê 40 metre ye, ji 6 turbînan pêk tê û hêza wê ya hilberînê 630 MW e. Bendava Tebqa ango ya Firatê jî li jêrî bendava Tişrînê ye, bilindahiya wê 60 metre ye, ji 8 turbînan pêk tê û hêza wê 800 MW e.

Çemê Firatê ji bo bajarê Kobanê bi qasî ku dil ji bo laş girîng e, wisa girîng e; ew çavkaniya sereke ya ava vexwarinê, enerjiya elektrîkê û bingeha aboriya çandiniyê ye. Di heman demê de ev çem xwedî girîngiyeke stratejîk e.
Lê îsal ji ber barîna baranê ya zêde û berdana rêjeya zêde ya avê piştî ku dewleta Tirk bi salan bû çemê Firatê li ser Rojavayê Kurdistanê qut kiribû, rêjeya avê zêde bûye. Di encama wê de metirsiyeke gelekî mezin li ser gundên li rojhilatê çem heye.

Gundê Borazê yê rojavayê bajarê Kobanê tam li ber çemê Firatê ye. Di sala 1999’an de gundê Borazê yê kevin ji ber bilindbûna rêjeya avê binav bûye; bi tevahî ketiye bin avê û tiştek ji gund xuya nake.

Pîremêrê ji gundê Borazê yê bi navê Mihemed Henîfî Ehmed, ku berê mala wan jî di nava gundê Borazê yê kevin de bû, dibêje ku mala wan ji ber bilindbûna nişka ve ya ava Firatê di sala 1999’an de bi tevahî ketiye bin avê. Lê niha ew hişyariyê dide ku li ser hin gundên din metirsî hene ku ew gund jî wekî Borazê kevin bikevin bin avê.

Mihemed Henîfî Ehmed got ku di sala 1999’an de gundê wan hinekî li nizmtiyê bû û nêzî 500 malbatî lê hebûn, lê ji ber hatina avê gund bi temamî kete bin avê û got: “Em xwediyê gundekî mezin bûn, ew gund nêzî 500 malbatî bû, lê ji ber hatina avê gundê me kete bin çemê Firatê. Her malbatek ber bi cihekî ve çû da ku debara jiyana xwe bike, em jî di nava gund de man û li vir, li bilindahiyekê me mala xwe ji nû ve ava kir.”

Mihemed Henîfî anî ziman ku çandinî û malên wan ketin bin avê û got: “Di dema ku av kete gundê Borazê, hemû çandinî û malên me ketin bin erdê. Niha bilindbûna avê nêzî 25 metreyan e, her ku diçe av zêde dibe. Di salên dawî de av bi tevahî li ser vir qut bibû. 4-5 salan av bi awayekî gelekî kêm dihat. Niha av careke din bilind bûye. Ji ber ku av demeke dirêj qut bibû, me bi erebeyên xwe dikarîbûn biçûna Borazê kevin û careke din malên me yên kevin derketibûn holê. Lê niha av bi rengekî gelekî bilind hatiye; ev rewş bandora xwe li ser gundên nizim ên li ber çem dike. Li Boraza me ya nû dê bandora wê pir nebe.”

Mihemed Henîfî bal kişand ser ew gundên ku metirsî li ser wan heye û wiha got: “Gundê Zerkotek, Qumlix û dûre gundê Qasimê; piştî wê dê derbasî heta Êlecaxê jî bibe. Rêjeya avê ger bigihêje 26 metreyan, dê dora girê Êlecaxê jî bigire û gir bikeve nava avê.”

Mihemed di dawiyê de bi taybetî hişyarî da melevanan ku divê di vê demê de ji çem dûr bikevin: “Ji ber ku ev 10 roj in rêjeya avê pir bilind bûye û ev yek jiyana wan dixe xeteriyê. Her wiha bang li malbatên ku zarokên wan hene kir ku divê ji avê dûr bikevin.

Niha li wan gundan metirsiyek mezin heye, ji ber ku rêje di van rojên dawî de gelekî bilind bûye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Wê Ozgur Ozel bi DEM Partiyê re bicive
Nûçeya Pişt re ROJEVA 26’Ê GULANA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Operasyona qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de li gelek bajaran leşker û polîsan avêtin ser malan…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtîgehên Tirk tijî bûne

Li gorî daneyên CISST'ê, li girtîgehên Tirk 350 hezar û 670 kes hene. Di asta…

Ji aliyê Stêrk TV

Di serdanên cejnê yên DEM Partî, DEVA û Saadetê de bal kişandin ser ‘pêvajoyê’

DEM Partî di çarçoveya bernameya cejnê ya bi partiyên siyasî re serdana DEVA û Partiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilovan li Kobanê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bajarê Kobanê ji bo piştgiriya YPJ’ê konserek hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bajarê Kobanê dest bi wergirtina genim hatiye kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?