Bang hate kirin ku guherîna avhewayê bibe rojeva sereke ya hikûmetan û ji bo parastina tenduristiyê weke rewşa lezgîn a tenduristiya kûreyî were îlankirin.
Kovara Tibê, The Lancet rapora Lancet Countdown weşand. Weşana 10’an a raporê bi tevkariya 146 lêkolînerên ji 30 welatan hate amadekirin. Rapor bandorên guherîna avhewayê ya li ser tenduristiya nifûsa cîhanê dinirxîne û destnîşan dike ku hikûmet û rêxistinên navneteweyî divê tedbîrên hîn berfirehtir û demdirêj bigirin.
Di raporê de hate diyarkirin ku bandorên guherîna avhewayê ji mudaxileya kûreyî bi leztir pêş dikeve. Dîrektora Lancet Countdow, Marina Romanello diyar kir ku belgeyên ku 10 sal piştî îmzekirina Peymana Avhewayê ya Parîsê hatine bidestxistin, vekirî ne û got, bandorên neyînî yên guherîna avhewayê ya li ser tenduristiya mirov hem zêde bûye û hem jî bi lez bûye.
Romanello îfade kir ku ew dixwazin guherîna avhewayê weke “rewşa lezgîn a tenduristiya kûreyî” were pênasekirin. Di vê çarçoveyê de hate pêşniyarkirin ku mekanîzmayeke mudaxileya lezgîn a koordîneyî di navbera welatan de were avakirin. Hate destnîşankirin ku armanca wan ew e ku têkoşîneke demdirêj were meşandin.
Li gorî raporê, di dema 2016-2023’yan de ji ber germahiya ku çavkaniya xwe ji guherîna avhewayê digire, li seranserî cîhanê nêzî 3 milyon kes jiyana xwe ji dest dan.

