Yekşem, 30 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dîroka me, îfadeya berxwedaniya me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Tevlîbûna jinan çiqas zêde be, demokrasiya herêmî û siyaset ewqas azad dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Listîkvan Tîlbe Saran: Ger vegerin rêgezên demokratîk wê piştgiriya pêvajoyê zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arkaş: Aştî bi qasî şer egîdiyê dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qoserê ji bo şehîdan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Nisêbînê: Bi hezaran kes tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ziyad Cebar: Peyama Ocalan ji bo yekîtiya gelê me dilsozane ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê perwerdeya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Kerboranê didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji bo 3 girtiyên nexweş çalakî hatin kirin: Rewşa wan giran e!
Rojane

Ji bo 3 girtiyên nexweş çalakî hatin kirin: Rewşa wan giran e!

ÎHD’ê û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo girtiyên nexweşên giran Makbûle Ozer, Kemal Ozçelîk û Ozge Ozbekê banga berdanê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Gulan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Înîsîyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi daxuyaniyên li 3 bajaran dan ji bo berdana Makbûle Ozer a 82 salî, Kemal Ozçelîk û Ozge Ozbek a tumor li ser mejiyê wê heye bang li saziyên têkildar kir.

ÎZMÎR 

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê 290’emîn çalakiya xwe ya ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevin a Konakê pêk anî. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc” hate vekirin. Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî bi kurdî, endamê Komîsyona Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek jî daxuyanî bi tirkî xwend. 

Gumuş a vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweşa giran Makbûle Ozer a 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin wiha got: “Di 24’ê tîrmeha 2018’an de bi ser malên Makbule Ozer û hevjînê wê Hadî Ozer de girtibûn, tevî zarokên xwe hatibûn binçavkirin û piştre bi îdîaya ‘alîkariya rêxistinê kirine’ der barê Ozer û hevjînê wi de doz hatibû vekirin. Di dawiya dozê de 2 sal û mehek cezayê girtîgehê li Makbule Ozer hat birîn û di 9’ê Gulana 2022’an de ji ber vê cezayê ku di encama darizandina ne rewa de hat dayîn de hat girtin. Bi hewldana malbat, parêzer û saziyên girseyî yên demokratîk der barê pirsgirêkên tenduristiyê yên Ozer û girtina wê ya mayînde de raporên pisporên serbixwe hatin wergirtin.

Makbule Ozer ji ber pîrbuna xwe bi tena serê xwe nikare hewcehiyên xwe yên herî bingehîn ên wek serşokê pêk bîne. Nexweşiyên şekir û tansiyonê li girtîgehê pêş ketin. Her wiha Makbule Ozer a ku beriya girtîgehê amûra buharê bi kar dianî, ji ber ku li girtîgehê amûrek bi vî rengî tunebû, neçar ma timî bihata rakirin nexweşxaneyê. Ev rewş ji bo wî vediguhere êşkenceyeke zêde. Pêdivî ye ku ev amûr bi lezgînî jê re were dayîn. Astima wê jî ji ber ku ew nikare bi berdewamî amûra buharê bikar bîne pêş ketiye. 

Ozerê ku bi tirkî nizane niha li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê girtin. Di girtîgehê de girtina we êşkence û binpêkirina mafê jiyanê ye. Ji hemû neyînîyên ku dibe ATK, rêveberên girtîgehê û Wezareta Dadê berpirsyar in, ku destûr dane di girtîgehê de bimîne.

Em parêzvanên mafên mirovan, em ê rewşa Makbule Ozer ji nêz ve bişopînin û li ser rayedarên îhmalkar an jî lêkolînan bidomînin.”

STENBOL 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê 633’yemîn a çalakiya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya komeleyê pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser girtiyê nexweşê giran Kemal Ozçelîk ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Tekîrdagê tê ragirtin.

Di daxuyaniya ku pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. 

‘NIKARE BI TENA SERÊ XWE PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNE’ 

Endama komîsyonê Meryem Bars a daxuyanî xwend nexweşiyên Kemal Ozçelîk ên di pêvajoya girtîgehê ya 30 salan de rêz kirin. Bars ê destnîşan kir ku Ozçelîk bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe pêşwazî bike û da zanîn ku dema dermankirina wî de kontrol baş nehatine kirin û dermankirina wî di nivî de maye. Bars, ragihand ku parêzer û birayê Ozçelîk serî li ÎHD’ê dane û agahiyên wan parvekirine vegotin. 

Bars, banga birayê Ozçelîk a “Birayê min di nava mayîn û nemanê de ye, divê were berdan. Ji aliyê qanûnî ve piştî 25 rojên din cezayê li birayê min hatiye birîn xelas dibe, ji xwe dê were berdan. Bila ji niha ve were berdan. Rewşa wî giran e, em dixwazin bêyî ku bimire wî bigirin” parve kir û xwest girtiyên nexweş bên berdan. 

ENQERE 

Înîsîyatîfa ji Girtîyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 505’emîn a çalakiya xwe ya balê dikişinin ser rewşa girtiyên nexweş de careke din li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hatin bahev. Endamên înîsiyatîfê yên li vir daxuyanî dan pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin.

Yazmaci, da zanîn ku Ozbek ji ber tumora li ser mejiyê wê di 27’ê cotmeha 2020’an de li Nexweşxaneya Acibadem ya Stenbolê emeliyata mejî ya vekirî derbaskiriye û piştî dermankirinê bilez ji nexweşxaneyê birine Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.

NEXWEŞIYA WÊ ZÛ PÊŞ DIKEVE

Yazmaci qala pêvajoya dermankirina Ozbekê kir û bi lêv kir ku ji ber nexweşiya zû pêş dikeve nexweşiyên epilepsi û vertîgoyê lê derketine û got: “Tumorên wê yên mejî zextê li organan dike û ji ber tumoran guhê wê yê çepê ji sedî 72 nabihîze, destên wê diricifin, hin caran nikare mîza xwe bigire. Ev rewş dê di pêşerojê de bibe sedemê windabûna dîtin, hafize û tevgerê.”

Yazmaci, destnîşan kir ku reşwa Ozge Ozbekê gelekî krîtîk e û wiha domand: “Em dixwazin Ozge Ozbek demildest were berdan. Dewlet neçare ku mafê jiyanê biparêze. Dewlet bi neberdanê berpirsyartiya xwe bi cih naîne.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êrîşa li dijî DEM Partiyê hate şermezarkirin: Em bi gel re ne
Nûçeya Pişt re Li Îzmîrê Jîn Art Huner hat vekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ferah Solmaz ji bo Hevşaredarê Êlihê hat hilbijartin

Koordînasyona Saziyên Êlihê bi daxuyaniya ku li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan…

Ji aliyê Stêrk TV

Wezareta Pêşmergeyan bang li Sûdanî kir

Wezareta Pêşmergeyan di daxuyaniya xwe ya têkildarî hedefgirtina Firqeya 11’an de xwest ku berpirsyarî were…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji tirsa xwe tirsê ava dikin

Mijara azadîyê ji helwesta îdeolojîk serbixwe nikare weke têgîneke ser-îdeolojîk bê nirxandin. Têgihîştina azadiyê ya…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Kongra Star: Statuya Kurdî ne mijara muzakereyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Rûsya li dijî binesaziya enerjiyê ya Ûkraynayê amadekariya êrîşê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Nepalê di felaketa lehiyê de hejmara miriyan derket 750 kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK’ê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?