Piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş ji CHP’ê îstifa kir, şaredarên 5 navçeyên din ên bajêr jî ji partiya xwe îstifa kirin.
Şaredarên îstifa kirine bi vî rengî ne: Şaredarê Beypazari Ozer Kasap, Şaredarê Kalecîkê Satilmiş Karakoç, Şaredarê Gudulê Mehmet Doganay, Şaredarê Polatliyê Mursel Yildizkaya û Şaredarê Ayaşê Îzzet Demîrcîoglû.
Şaredarê Beypazariyê Ozer Kasap anî ziman ku wê karê xwe bi rengekî serbixwe dewam bike.

