În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Jinên li Hesekê ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiyan
Rojane

Jinên li Hesekê ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiyan

Li Hesekê bi pêşengiya hemû rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin û berxwedana YPJ’ê hat silavkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hemû pêkhate, dayik, jinên ciwan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de alên Yekîneyên Parastin aJin (YPJ) û pankartên bi nivîsa “Jin di avakirina Sûriyeyê de esasa edalet û wekheviyê ye”,”Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze”, “Yekîtiya Jinên Sûriyê misogeriya felsefeya Jin Jiyan Azadî ye” hatin berzkirin.

Meş li ber Çarxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer dest pê kir û li ber parka taxa Nasra veguherî mitîngek.

‘SÛRIYA DEMOKRATÎK DÊ BI DENG, RENG Û HIŞMENDIYA JINAN BÊ AVAKIRIN’

Li taxa Nasra berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo mizgînî da meşvanan ku di vê demê de hevdîtin bi Rêber Abdulah Ocalan re tê kirin û wiha anî ziman: “Em ji qada têkoşîn û berxwedanê silavên germ ji Rêberê xwe re dişînin û berxwedana wî silav dikin. Ev 13 sal e xelkên Rojava li beramberî sîstema netewperest, olperest û netewe-dewlet têkoşîn û berxwedanê dike. Li aliyê din li beramberî dagirkeriya Tirk û hevalbendên wê, têkoşînek mezin dimeşînin.”

‘JIN BI BERXWEDANA XWE BERSIVÊ DIDIN PLANÊN DIJMIN’

Îro dewleta Tirk a dagirker êrişî deskeftiyên Şoreşa jinê dike, lê berxwedana jinan a dîrokî bersiv dide planên dijmin. Rîhan wiha domand: “Em jin, ji her pêkhateyên ku îro sekneke xwe nîşan didin û hevgirtina xwe diyar dikin ku ev bi xwe berxwedaniyek dîrokî ye. Di avakirina Sûriyeya nû de pêwîst e îradeya jina azad were parastin. Sûriyeya Demokratîk bi deng, reng û hişmendiya jinê dê were avakirin. Ger ku jin di nivîsandina destûra Sûriyeyê de cîh negire, ne mumkin e ev Sûriyeyî were qebûlkirin û mafên gelan were parastin. Ez bang li tevahî gelan dikim ku ji bo em bi hev re Sûriyeyeke nû û demokratîk bidin avakirin, xwedî helwest bin.”

‘DEM HATIYE EM QADA DESKEFTIYÊN ŞOREŞÊ BERFIREH BIKIN’

Rêvbera Meclisa Jinan a Sûriyê bal kişand ser rol û girîngiya berfirehkirina deskeftiyên jinan a li tevahiya Sûriyeyê û wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinê xwe bi rêxistin kir, hevgirtina xwe ava kir û gelek deskeftiyên pîroz bi dest xistin. Îro dem hatiye ku em qada bidesxistina deskeftiyên Şoreşê berfirehtir bikin û li tevahî Sûriyê rêxistin û hevgirtina xwe berfireh bikin.”

‘JIN KÊLIYÊN AZADÎ Û RÛMETÊ DIJÎNˊ’

Endama YekItiya Jinên Suryanî Sebah Şabo diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêliyên azadî û rûmetê dijîn û wiha domand: “13 sal bi têkoşîn, berxwedanî û serhildan derbas bû. Li vir pêwîstî heye ku em xwedî li keda van salan derkevin. Jin di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kêliyên azadî û rûmetê dijîn. Lewma parastina jinê û deskeftiyên wê, erkekî exlaqî ye, ji me her kesî tê xwestin. Bi rihê felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê gavên pîroz bavêjin û Sûriyeyeke nû ya demokratîk ava bikin. Jin di nivîsandina destûrê de cîh negire, em vê Sûriyeyê qebûl nakin û li hemberî wê jî têkoşîna me dê bidome.”

‘TÊKOŞÎNA ME WÊ HESAB JI DEWLETA TIRK LI SER KOMKUJIYA 1915’AN BIXWAZE’

Ji Kordînasyona Yekitiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan jî destnîşan kir ku jinên Ermen komkujiya 1915’an ji bîr nakin û dê hesabê wê bê dayîn. Enahîd wiha got: “Êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berdewama Komkujiya 1915’an e. Em jinên Ermen xwe bi rêxistin dikin û hevgirtina xwe ava dikin da ku em bibin bersiv ji vê pêvajoyê re. Peyama me jî ew e ku heya jinek Ermen hebe, wê li ser wê komkujiyê hesab ji dewleta Tirk bixwaze.”

Meş bi dirûşmeya “Bijî yekîtiya jinên Sûriyeyê“ bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Nûçeya Pişt re Li Minbicê 6 çete hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên li ser Rojava, li gelek bajaran hatin protestokirin

Pêla êrîşa nû ya ku dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Ewropayê mirinên ji ber germahiyê zêde dibin: Di sala 2024’an de 62 hezar kes mirine

Rapora Lancet Countdown a di The Lancetê de hate weşandin nîşan da ku bandorên guherîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?