Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wê li navenda Partiyê bi rojeva qanûna çarçoveyê civîneke çapemeniyê lidar bixe.
Ayşe Acar Başaran anî ziman ku divê siyaset êdî weke karê derdorekê neyê dîtin û got, “Ji bo jin ên ciwan li nava partiyan û rêveberiyên xwecihî beşdarî mekanîzmayên biryardanê bibin divê kotayên mecbûrî û garantiyên qanûnî bêne afirandin.”
Umît Çobanoglû ku di roja 200’emîn a greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Girtîgeha bi Tîpa Bîrê ya Antalyayê hate berdan û bi bahaneya civîna bilind a NATO’yê careke din hate girtin got, “Ji min re dibêjin li ser tîpa bîrê neaxive, nenivîsîne, naxwe Sîlîvrî.”
Rojnamevan Muslum Koyûn ku piştî girtina ji pênc mehan hate berdan, anî ziman ku rojnamevantî ne tenê nivîsandina nûçeyan e, di heman demê de berpirsyariya parastina hişê civakî ye.
Rêber Apo destnîşan dike ku çareseriya demokratîk xurtkirina rêveberiyên herêmî ye û dibêje, “Demokrasiya herêmî nebe demokrasiya di nava yekparebûna neteweyî de jî nabe.” Tecrûbeyên Amed, Êlih, Curnê Reş û Agiriyê bi rengekî dîrokî derdikevin pêş. Beşa destpêkê ya rêze nivîsa Gûrbet Sarya.

