Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li gel bûyerên siyasî her wiha guherîn û veguherîna li nava civakê jî dixe rojevê. Lawaziya li çanda piştevaniyê, pirsgirêkên ciwanan û bandora fikarên paşerojê li ser jiyana civakî ji sernavên sereke ne. Nivîskar Mehmed Ddevîren bandora van veguherînan a li ser jiyana hevpar û nirxên civakî ji ANF’ê re nirxand.
Devîren anî ziman ku guherîna salên dawî ya li nava civakê tenê bi veguherîna di mercên siyasî û aborî de nikare bê vegotin û diyar kir ku têkiliya mirovan a bi hev re, bi civak û paşerojê re jî guheriye.
Devîren got, “Berê di navenda jiyana civakî de malbat, tax, cîrantî, têkoşîna hevpar û têkiliya piştevaniyê bêhtir hebû. Lê îro mirov li heman bajarî, li heman kolanê, her wiha li heman malê jî bin dikarin ji hev dûr bikevin. Îradeya mirovan a çareserkirina pirsgirêkên hevpar lawaz bûye. Li pêşberî pirsgirêkên bêkariyê, debarê, perwerde, stargeh û paşerojê mirov li şûna ku li çareseriyeke hevpar bigire bi giranî li wê yekê dinihêrin bê çawa dikarin jiyana xwe ya şexsî garantî bike.”
Mehmed Devîren destnîşan kir ku ev veguherîn divê tenê weke windakirina nirxekê neyê dîtin û got, şêweyên nû yên piştevaniyê, torên ragihandinê yên dîjîtal, qadên nû yên vegotina xwe ya ciwanan û daxwazên cuda yên civakî derketine holê.
Devîren diyar kir ku meseleya esasî ew e ku ev şêweyên nû bandoreke çawa li jiyana hevpa a civakê dike û got, “Piştevanî tê wê wateyê ku mirov hurmetê nîşanî mafên hev bide, cihêrengiya hev qebûl bikin û pirsgirêkên hevpar bi berpirsyariyê çareser bikin.”
Nivîskar Mehmed Devîren anî ziman ku ji bo civak careke din li dora piştevanî û nirxên hevpar bicive, divê feraseta dijberiya li cihêrengiyan ji holê rake. Devîren diyar kir ku nirxên hevpar nayê wê wateyê ku her kes weke hev bifikire û got, “Hevkariyeke rasteqîn bi zemîneke welê dibe ku cihêrengî lê tê qebûlkirin.”
Di dewama axaftina xwe de ragihand ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê tenê weke bûyerên navbera aktorên siyasî neyê nirxandin, divê potansiyela pêvajoyê ya li ser veguherîna têkiliyên nava civakê jî bê dîtin û got, “Aştî ne tenê bidawîkirina şer e. Yek ji parçeyên girîng ên vê çarçoveyê ye ku mirov xwe ewle bibîne, cihêrengî li derve neyê hiştin, karibin mafên xwe bi kar bînin û li ser paşeroja hevpar xwedî mafê gotinê bin.”
Devîren destnîşan kir ku ji bo veguherîna civakî jî pêwîstî bi xurtkirina tevlîbûna demokratîk, bicihanîna edaleta civakî û aborî, rûbirûbûna bi hişê civakî, afirandina torên piştevaniya xwecihî, xurtkirina jiyana çandî û perwerdeyê heye û ragihand ku ev qad nikare ji hev cuda bêne nirxandin.
Mehmed Devîren ragihand ku aliyê civakî yê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li ser vê yekê dikare bê nirxandin û ev nirxandin kir: “Bersiva civakî ya li aştiyeke mayinde ne tenê dûrketina mirovan a ji şer e; her wiha tê wê wateyê ku mirov hebûna hev, maf û azadiya hev qebûl bike û paşerojeke hevpar ava bike. Piştevaniya civakî ne ew e ku her kes wekke hev be, ne dervehiştina mirovan a li jiyana hevpar e. Bi hebûna îradeya qebûlkirina hev, naskirina azadiya hev hevîrê esasî yê piştevaniya civakî ye.
Bêyî ku cudahî di navbera nasname û reng de tê kirin, divê ev hevîrê heqîqetê bê birêxistinkirin û tevgerkirin. Birêz Abdullah Ocalan têkildarî pêvajoyê ev yek destnîşan kiribû: ‘Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên esasî yên vê pêvajoyê ne’.”

