Di konferansa “Di sedsala duyemîn de veguherîna demokratîk a komarê” de, li rûniştina bi sernavê “Civakîbûna demokrasî û aştiyê” mijarên avakirina aştiya civakî û pêvajoya demokratîkbûnê hate nirxandin.
Moderatora rûniştinê Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên ewlekariyê derbasî pêşiya azadiyan bûye û got, “Li vî welatî ewlekarî li pêşiya azadiyê ye. Azadiya me di oxira ewlekariyê de tê fedakirin.”
Ahmet Farûk Unsal jî anî ziman ku veguherîna demokratîk a komarê tenê bi reza civakî dibe.
Unsal işaret bi girîngiya civakîbûna aştiyê kir û got, “Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê mercên muzakereyê ji bo Abdullah Ocalan bêne afirandin û girtiyên siyasî jî bêne berdan. Ev yek wê reza civakî zêde bike.”
Yuksel Genç jî diyar kir ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, veguherîna civakê jê re divê. Genç bal kişand ser bêbaweriya li nava civakê û got, “Em ji nava jiyaneke rêxistinbûyî tên. Em ê civakî bibin. Eger bêbawerî tê afirandin, em ê jî baweriya ji hev jinûve biafirînin.”
Cemal Salman ragihand ku Elewî di nava nîqaşên demokratîkbûnê de nebûne xwedî cihekî têrker û polîtîkayên komarê yên li hemberî Elewiyan rexne kir. Salman destnîşan kir ku aştî û demokrasî bi tevlîbûna hevpar a beşên cuda yên civakî dibe û got, “Demokrasî û komar hunera jiyana bi hev re ye.”
Vahap Coşkûn diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd mercê destpêkê yê demokratîkbûna Tirkieyyê ye. Coşkûn ragihand ku aştî û demokrasî du pêvajo ne ku hevdu xurt dikin û got, “Bêdengkirina çekan carna biçûk tê dîtin. Halbûkî ev yek bûyereke gelekî mezin e, ji bo her kesî firsendeke mezin e.”
Coşkûn got, pêwîstiya Tirkiyeyê bi feraseteke “em” a berfireh û demokratîk heye.

