Endamê Komîteya Girtiyan a Rojava Kamûran Reşîd, li ser tecrîda li Îmraliyê, binpêkirinên mafên mirovan ên li zindanan û pêvajoya nû nirxandinên girîng kirin. Kamûran Reşîd, bal kişand ser girîngiya dîrokî ya pêngava ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin. Reşîd derbarê sîstema tecrîda Îmraliyê û bêqanûniyên li zindanan de ji ANF’ê re nixandin kirin.
‘BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEEMOKRATÎK A RÊBERTÎ PÊNGAVEKE DÎROKÎ YE’
Kamûran Reşîd anî ziman ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga xwe re pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin û wiha got, “Ev banga aştî û civaka demokratîk ji aliyê ruh, mêjî û hest ve fikrê Rêbertî û jiyaneke nû dide pêşiya me. Mirov nikare vê bangê wekî dirûşme yan gotinekê bigire dest. Pergala kapîtalîzmê di rêvebirina civakê de xetimî ye, riziye û ber bi hilweşandinê ve diçe; Rêbertî bi wê bangê re mudaxeleyî wê pêvajoyê kir. Rêbertî li grava Îmraliyê bi tenê serê xwe ev tişt dît û pêwîstî dît ku mudaxeleyî wê bike.”
JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO GAVÊN ŞÊNBER NEHATINE AVÊTIN’
Reşîd bal kişand ser berdewamiya şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê û got ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tu gavên şênber nehatine avêtin û wiha behsa girîngiya têkoşîna li derve kir: “Rewşa Rêber Apo li grava Îmraliyê di hucreyekê de tenê mayîn berdewam dike; piştî bangawaziyê tu guhertin di rewşa Rêbertî de nehatiye çêkirin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Nêzîkatiya dewletê li hemberî pêvajoyê hîn jî ne erênî ye. Rêbertî dixwaze fikrê xwe bi awayekî azad bigihîne civakê. Rêbertî bixwe jî dibêje dema fikrên min bûn malê civakê, gel xwedî derket, wê demê dê azadiya min misoger bibe. Niha heke em li beramberî banga Rêbertî destê Rêbertî xurt bikin, bi hewldanên xwe têkoşînê xurt bikin, em ê barê pratîkî yê li ser milê Rêbertî sivik bikin.”
‘DEWLETA TIRK DI ZINDANAN DE ŞEREKÎ NÛ DIDE MEŞANDIN’
Reşîd bal kişand ser girtiyên ku cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan û binpêkirinên giran ên li zindanan û ev tişt anîn ziman: “Hevrêyên me yên ku li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtî dimînin, tevî ku cezayê wan xelas bûye jî nayên berdan. Gelemperî ew kes in ku bi cezayê muebedê hatine girtin. Di dema Turgut Ozal de ev cezayê muebedê ji 16 salan kirin 30 salan. Armanca polîtîkaya dewleta Tirk ew e ku ‘an girtî di zindanê de bimirin an jî heta 30 salan ew ê tevgera PKK’ê ji holê rabikin.’ Dewleta Tirk qanûnên xwe û rêgezên exlaqî binpê dike. Mijara girtiyên nexweş ên ku nikarin di zindanê de bijîn heye; tevî ku di rewşeke giran de ne hîn jî tên ragirtin. Wekî ku hevrê Dûran Kalkan jî diyar kir, heke hevalekî me di zindanê de jiyana xwe ji dest bide, em ê wekî şehîd îlan bikin. Dewleta Tirk êdî di zindanê de şerekî nû dide meşandin.”
‘FERZKIRINA POŞMANIYÊ ÊRÎŞEKE LI SER RÛMETÊ YE’
Reşîd behsa spanên dewleta Tirk ên ferzkirina poşmaniyê li ser girtiyan kir û wiha domand: “Dewleta Tirk li zindanê ji bo girtiyên azadiyê bi zorê dixwaze poşmantiyê ferz bike. Yê ku di zindanê de ewqas sal ji bo doza xwe û rûmeta xwe dimîne, xwedî hişmendî û ferasetekê ne. Ew ne poşman in. Dewleta Tirk jî dizane ku ew ne poşman in, lê bi vê polîtîkayê dixwaze doza têkoşînê biçûk bixe. Lê belê hevrêyên me yên zindanê niha jiyana herî bi rûmet dijîn; ji ber ku armanceke wan heye, ji aliyê ruh û mêjî ve ji civaka derve aramtir in.”
‘DIVÊ GEL BI ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ Û MEŞÊN DIRÊJ XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVE’
Di dawiyê de Reşîd, da xuyakirin ku rêyên hiqûqî hatine girtin û banga bilindkirina têkoşîna civakî û girseyî kir: “Ji aliyê hiqûqî ve Dadgeha Mafên Mirovan êdî bêçare maye û serlêdanên me bêbersiv dimînin, ji ber ku pêwîstî bi guhertinên bingehîn ên zagonî heye. Ji bo vê yekê gelê me divê ne bi kombûnên biçûk ên li ber deriyên girtîgehan, bi meşên dirêj, girseyî û bi çalakiyên li bajar û herêmên cuda bandoreke şoreşî biafirîne. Ev mafê herî rewa yê gelê me ye. Yê ku li zindanê de ye, neheqiyeke herî mezin lê tê kirin.”

