Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin, qonaxeke nû destpê kiriye. Siyasetmedar Mehmet Karakûş li ser qanûna çarçoveyê û meseleya statuya Rêber Apo ya pêvajoyê ji ajansa me re axivî.
‘BÊYÎ ZEMÎNA HIQÛQÎ NEPÊKAN E KU PÊVAJO BI PÊŞ VE BIÇE’
Karakûş anî ziman ku li herêmên cuda yên cîhanê pêvajoyên şer tenê bi sererastkirinên hiqûqî bi rengekî mayinde hatine çareserkirin û got, “Li cîhanê dema ku pirsgirêkên bi vî rengî hatin çareserkirin, dema ku şer hate bidawîkirin, pêvajo teqez li ser zemîneke hiqûqî û çarçoveyeke qanûnî bi rê ve çû. Bêyî garantiya hiqûqî nepêkan e ku alî ji hev bawer bikin. Gava ku bawerî nehate afirandin jî pêvajo di nava xwe de krîzên nû hildiberîne û bi pêş ve naçe. Ji ber vê jî qanûna çarçoveyê hem mecbûrî ye hem jî bivê nevê divê hebe.
Ev qanûn ne tenê sererastkirineke teknîkî ye. Di heman demê de metneke destpêkê ye ku pîvanên hiqûqî yên rêveçûna pêvajoyê diyar bike. Heta ku zemîneke welê neyê avakirin pêvajo bi rengekî çêker nikare bimeşe. Lê belê di vir de ya diyarker ew e ku qanûn bi kîjan perspektîfê bê amadekirin.”
‘NÊZÎKATIYA DEWLETÊ JI ÇARESERIYÊ WÊDETIR XWE DISPÊRE TASFIYEYÊ’
Karakûş diyar kir ku divê nêzîkatiya dewletê ya li qanûna çarçoveyê bê nîqaşkirin û ragihand ku feraseta heyî ji çareseriya pirsgirêka Kurd wêdetir xwe dispêre wê armancê ku şer bi dawî bike û Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike. Karakûş axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Di herikîna dîrokê de, di mînakên navneteweyî de jî hate dîtin ku hêzên serwer her tim hewl dane ku ya bi şer nekariye bike li dora maseya muzakereyê bike. Her tim hewl dane ku hêzên muxalîf bê bandor bikin.
Di jinûve avakirina Rojhilata Navîn de ne hêsan e ku rêbazên berê encamekê bi xwe re bîne. Asta heyî ya pirsgirêka Kurd, bûyerên herêmî û hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd wê zextê li dewletê bike ku ber bi çareseriyê ve biçe. Qanûna Çarçoveyê bi temamî bersivê nede bendewariyên me jî mercên herêmî û navneteweyî li gel têkoşîna rêxistinbûyî ya gel wê dînamîka bingehîn be ku çareseriyê ferz dike.”
‘AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK WÊ DEWLETÊ NEÇARÎ ÇARESERIYÊ BIKE’
Karakûş destnîşan kir ku civaka rêxistinbûyî gagrantiya bingehîn a çareseriya mayinde ye û got, “Îro ji bo me wezîfeya bingehîn birêxistinkirina civaka demokratîk e. Civaka demokratîk jî divê li ser komîn, meclîs, kooperatîf û akademiyan bê birêxistinkirin. Dema ku hemû beşên civakê xwe bi rêxistin kirin, hingî dewlet nikare çareseriyê taloq bike. Xurtbûna civaka demokratîk, pêşketina siyaseta demokratîk û mezinbûna îradeya rêxistinbûyî ya gel wê çareseriyê ferz bike.”
‘STATUYA RÊBER APO SERNAVÊ DIYARKER Ê PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ YE’
Karakûş ragihand ku di nîqaşên li ser qanûna çarçoveyê de sernavê herî krîtîk statuya Rêber Apo ye û ev nirxandin kir, “Ji aliyê derdorên ku pêvajo dane destpêkirin ve pênaseyên bi rengê ‘rêberê damezrîner’ yan jî ‘muzakerevanê sereke’ ji bo Rêber Apo tê kirin. Lê belê li gorî vê pênaseyê gavên pratîkî nehatine avêtin. Eger bi rastî jî wê pêvajoyeke muzakereyê bê meşandin divê bersiva vê ya hiqûqî hebe. Heta ku statuya kesê ku pêşengiyê ji vê têkoşînê re dike neyê garantîkirin, heta ku weke muzakerevanê sereke nebe xwedî mercên karkirinê; nikaribe bi rêxistina xwe, çapemenî, nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen û beşên cuda yên civaka demokratîk re bi rengekî azad hevdîtinan bike, nepêkan e ku ev pêvajo bi pêş ve biçe. Tabloyeke bi vî rengî ne ji bo rêxistinê wê bibe cihê qanihkirinê ne jî baweriyê bide civakê.”
Karakûş destnîşan kir ku ji bo paşeroja pêvajoyê divê azadiya fîzîkî û mercên karkirinê yên Rêber Apo bêne başkirin.
‘QANÛNA ÇARÇOVEYÊ DIVÊ ZEMÎNEKE HIQÛQÎ AVA BIKE’
Mehmet Karakûş diyar kir ku sparteya herî girîng a pêvajoyê garantiya hiqûqî ye û got, “Ji bo aştiya mayinde divê sîstemeke hiqûqî ya yekpare bê avakirin û mafên gelê Kurd di nava vê sîstemê de bi rengekî eşkere bê garantîkirin. Qanûneke çarçoveyê ya ku mafên gelê Kurd garantî nake, ji aliyê hiqûqî ve li ser aliyên pêvajoyê ne ferz be û çareseriya demokratîk ji xwe re neke esas, nepêkan e ku encameke mayinde bi xwe re bîne. Hem ji bo qanûna çarçoveyê bi rê ve biçe hem jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve biçe, divê garantiyên hiqûqî bêkêmamsî bêne afirandin.”

