Şêniyên bajarê Girkê Legê ji bo bîranîna şehîd Sîpan Hiznî û şehîdên şewata girtîgeha Kobanê, her wiha ji bo şermezarkirina kiryarên li dijî ewlehiya herêmê meşek meşaleyî li dar xist.
Meş ji qada şehîd Xebat dest pê kir û li sûka navendî veguherî mtîngî. Li vir deqeyek rêz hat girtin. Piştre bi navê Însiyatîfa Gel a Girkê Legê Eyhan Murad axivî û got, mafên gelê Kurd di serî de mafê ziman divê di destûrê de werin fermîkirin.
Eyhan Murad anî ziman ku hin alî hewl didin bi rêya fitneyan entegrasyonê têk bibin.
Eyhanê di dewama axaftina xwe de qetilkirina şervan Sîpan Hiznî şermezar kir û ev li gotinên xwe zêde kirin “Em vê yekê qebûl nakin. Em ê xwedî li şehîd Sîpan û şehîdên Kobanê derkevin. Divê hesab ji hemû kesên hewl didin tevliheviyan çêbikin were pirsîn.”
Eyhan Murad diyar kir ku Sîpan û hevalên wî Sûriye ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û ewlehiya herêmê bi saya keda wan e. Her wiha anî ziman ku şêniyên Girkê Legê bi gelê Kobanê re ne. Eyhanê banga avakirina Sûriyeya demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bibe kir.
Mîtîng bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

