Fermandariya Giştî ya YPJ’ê li ser îdiayên kuştina sê sivîlan dixin stûyê YPJ‘ê hêzên wê de daxuyaniyek weşand.
Navaroka daxuyaniyê wiha ye:
“Îdiayên li ser torên civakî ku berpirsyariya hiqûqî û fîzîkî ya kuştina sê sivîlan dixin stûyê hêzên me, bi temamî bêbingeh û derew in. Weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ti peywendiya hêzên me bi vê bûyerê re tune ye. Ev demeke ji aliyê zihniyeta mêrsalar ve êrişên armancdar û sîstematîk li dijî xeta YPJ’ê tên kirin. Armancgirtina sivîlan li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî û prensîbên me yên bingehîn sûc e û nayê qebûlkirin.
Ji bo tesbîtkirina berpirsyaran, derxistina rastiyê û misogerkirina edaletê, lêpirsîna me ya fermî bi awayekî berfireh berdewam dike. Encamên lêpirsînê piştî bidawîbûnê wê bi zelalî ji raya giştî re bên parvekirin.“

