Şemî, 11 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: 16 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tugçe Tatarî: PKK’ê tiştê dikeve ser milê xwe kir, dora dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi ser Şaredariya Çankaya ya CHP’ê de hate girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karayilan: Divê mafên nasnameyê yên Kurdan bêne naskirin
Kurdistan

Karayilan: Divê mafên nasnameyê yên Kurdan bêne naskirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan xwest, mafên nasnameyê yên Kurdan bêne naskirin û got, "Çekdanîn li ser vê bingehê dikare pêk were." Karayilan her wiha got, pêvajo ji bo Kurdan meseleyeke neteweyî ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji qenala televîzyonê Channel 8 re axivî ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike.

Karayilan di hevpeyvîna xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û got, cihê ku lê êriş hebe wê PKK nikaribe kongreya xwe li dar bixe, ji bo vê jî divê demildest êriş rawestin.

Karayilanbal kişand ser bangawaziya guhertin û veguhertinê ya Rêber Apo û da zanîn ku van hewldan û lêgerînan di salên 1990’î de destpikirine, lê ji ber hin destwerdanên komên veşartî yên di nav dewletê de ev guhertin li gorî dihat xwestin bi encam nebû.

Karayilan di derbarê mijarê û rola Mam Celal Talabanî ya wê qonaxê de jî wiha got; “Wek tê zanîn di sala 1993’yan de di navbera Turgut Ozal û Rêber Apo de hin peywendî çêbûn. Mam Celal Talabanî jî navbeynakarî dikir. Ez bi vê mebestê Mam Celal Talabanî bi minnetdarî bi bîr tînim. Divê bê zanîn ku têkoşîna wî wê tu carî neyê ji bîrkirin. Wek tê zanîn wê demê pêvajo bi pêş neket. Ji nav dewletê destwerdan çêbûn. Turgut Ozal bi awayek ne eşkere hate kuştin. Dîsa Eşref Bîtlîs bi heman şêwazê hat kuştin. Ji ber wê jî pêvajoyê dewam nekir. Di sala 1998’an de jî pêvajoyek hebû, lê li hember vê jî komploya navneteweyî hate kirin. Di salên 2002’yan de Rêber Apo li Îmraliyê PKK fesih kir. Şer rawestiya. Lê wê demê jî hin kom ji hundir û derve derketin û xwestin tevgera me tasfiye bikin. Dema ku tiştên wisa çêbûn ji nû ve avakirina PKK’ê hat rojevê.”

Karayilan di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nû û got, piştî şerê deh salên dawî ku dewleta Tirk bi hemû derfetan xwest tevgera wan têk bibe, dema ku nekarî têk bibe, bi pêşengiya Devlet Bahçelî xwest pêvajoyek wisa bide dest pêkirin.

Karayilan di derbarê mijarê de wiha axivî; “10 sal bi her rêbazî li hember me şer kirin û her cûre çek bi kar anîn. Ji NATO’yê piştevanî girtin, çekên herî modern bi dest xistin û şer kirin. Belê rast e me di vî şerî de windahî dan, lê em bin neketin û nekarîn me tesfiye bikin. Vê carê Devlet Bahçelî li parlementê çû silav da DEM Partiyê. Piştre di peyamê de got, ku ew ji bo aştiyê re amade ne. Got, Kurd û Tirk dikarin li hev bên. Herî dawî Rêber Apo bangawazî kir, diyar kir ku eger ku dewlet tiştek wiha dixwaze em jî amade ne ku pêvajoya guhertin û veguhertinê despê bikin.”

Karayilan ji bo ku ji vir û şûn ve jî pêvajo bi pêş bikeve got; “Divê Rêber Apo bikare yekser beşdarî vê pêvajoyê bibe. Ger ne Rêber Apo be, dibe ku hin komên gêrîla çekdanînê qebûl nekin û ez bi xwe jî bangek bi wî şeklî li gerîla nakim. Pêwîste komên gerîla bi Rêber Apo re hevdîtin bikin.”

Karayilan di axaftina xwe de got ku ji bo Rêber Apo di vê qonaxê de rola xwe bilîze divê azad be û wiha dewam kir; “Em nabêjin bila were Qendîlê, Behdinanê, lê divê azad be û şande biçin hevdîtin bikin. Dikare li ser teknîk jî xebatên xwe bike, civînan çêbike. Dema pêwîst bû divê komên gêrîla biçin werin. Eger ne wisa be wê pêvajo li pêş nekeve. Eger ku Rêber Apo bi xwe vê pêvajoyê bi rêve nebe hin fermandar û şervanên me wê qebûl nekin ku çek berdin, tenê Rêber Apo dikare bi wan çek bide berdan. Ji bo wê jî divê azad be.”

Karayilan di hevpeyvaîna xwe de got ku ji bo ku kongra PKK’ê kom bibe divê dewleta Tirk êrişan rawestîne, Hakan Fîdan û Yaşar Gûler roleke xirab dilîzin. Karayilan bal kişand ser axaftin û daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Gûler û got ku ev herdû wezîr jî dixwazin pêvajo li pêş nekeve.

Karayilan da zanîn ku bi taybet Yaşar Gûler rastiyan berovajî dike û şerê psîkolojîk dimeşîne û wiha pêde çû; “Yaşar Guler bi axaftinên xwe pêvajoyê sabote dike. Agahiyên şaş dide raya giştî. Dibe ku heman agahiyan dide rayedarên dewletê jî. Dibêje ku me PKK’ê ji hêz de xistiye, heta tûne kiriye. Ya rast heqîqet berovajiyê van gotinane.

Karayilan got ku hêzên wan heya niha 24 balefirên keşfê yên bi çek û bê mirov xistine û got; “Me dîmenên wan jî bi raya giştî re parve kir. Gel çû li ser parçeyên wan foto kîşandin, eger hûn kêmek rast bi axivin hûnê dîmenên wan balefiran bi raya giştî re parve bikin. Hûn çima derewan dikin. Em gihiştine wê astê ku dikarin heya Enqerê çalakiyên hewayî pêkbînin.”

Karayilan di derbarê hêza gêrîla de jî got ku ger ku dewlet bi şer ser gêrîla de biçin wê gêrîla şer bike û bi ser bikeve. Karayilan heman demê de got ku gerîla hem ser erd, hem bin erd û hem jî di hewayî de êdî xwedî hêza şerkirinê ye.

Karayilan di hevpeyvîna xwe de cara yekem behsa civîna konseya leşkerî ya HPG ku di meha Çileyê de çêkirine û got; “Me di meha Çileyê de civîna xwe ya konseya leşkerî çêkir. Em gihiştin wê encamê ku em li her derî li gorî doktrîna şer a nû şer bikin. Lê ev berî banga Rêber Apo bû. Lê em bi xeta Rêber Apo ve girêdayîne. Rêber Apo xetekî li pêş dixe, ev xet ne tenê ji bo me ye, ji bo hemû gelê Kurd û herêmê ye û em bi vê ve girêdayîne. Lê ger ku dewleta tirk bi çek bi ser me de were, emê jî li gorî doktrîna şer li berxwe bidin û em bawerin emê bi vê doktrînê jî bi ser bikevin.”

Karayilan got, Em dixwazin aştieyke rasteqîn pêk were. Divê mafên nasnameyê yên gelê Kurd bêne naskirin. Eger bi vî rengî bibe wê dostaniya bi Kurdan re pêk were. Niha ji hin derdorên Kurd re dibêjin dost in, lê belê ev dostaniyeke taktîkî ye, bila kes xwe nexapîne. Ji bo Kurdan li hemberî hev bi kar bînin taktîkan dikin. Ji bo dostaniyeke rasteqîn divê mafên nasnameyê yên Kurdên li nava xwe nas bikin. Çekdanîn li ser vê bingehê dibe. Bi vî rengî nebe nabe. Em têkoşîneke bi vî rengî dimeşînin. Rêber Apo vê pêvajoyê weke pêvajoya têkoşînê dinirxîne. Wê demê divê aliyên Kurd jî vê rastiyê bibînin û piştgiriyê bidin. Eger li Tirkiyeyê mafên nasnameyê yên Kurdan bêne naskirin, li ser vê bingehê destûra bingehîn bê amadekirin, aştî bi vî rengî bê, hingî Tiriye wê qezenç bike û li herêmê bi Kurdan re dostaniyê dîne. Bi vî rengî nebe wê dewleta Tirk her tim ji bo Kurdan xetere be.

Karayilan herî dawî balkişand ser giringiya xwedî derketina li pêvajoyê û got ku divê herkes li vê pêvajoyê xwedî derbikeve û erkên xwe bi cih bîne û got; “Ev pêvajo ji bo hemû parçeyên Kurdistanê pir giringe, Rêber Apo vê pêvajoyê pir baldarî digre dest, hemû hewldanên xwe bi vê baldariyê dest digire. Em wek tevger, wek gelê Kurd divê bên gel hev û destê Rêber Apo xurt bikin. Ji bo ku dewleta Tirk serî li fêlbazî û rêbazên xapandinê neke divê em baldarbin. Ev pêvajo ji bo Kurdan xwedî qerekterek netewî, mîliye. Divê hemû Kurd ji bo vê têkoşîn bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Posterê mezin ê Rêber Apo li qadê hate gerandin
Nûçeya Pişt re Bakirhan: Dawiya vê rêyê azadî ye!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyên jin ên Girtîgeha Evînê dayîna îfadeyê red kirin

5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evîn a Tehranê ya ku bi êşkenceyê tê nasîn,…

Ji aliyê Stêrk TV

Operasyona Ewlehiya Domdar di qonaxa duyemîn de ye

Operasyona Ewlehiya Domdar derbasî qonaxa duyemîn bû. Di çarçoveya operasyonê de hin herêm hatin paqijkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk çeteyên Iraqî perwerde dike

Dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê yên ku piraniya wan ji Tileferê ne li Ezaz û Idlibê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Rejîma Îranê zext û zilmeke mezin li jinên çalakvan dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?