Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sosyolog Michel Kokoreff: Em şahidiya şiyarbûna siyasî ya nifşekî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ciwanên ku bi torên sûc re rû bi rû dimînin, ji bo paşerojê pirsgirêkeke cidî ava dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arzoxliyê berxwedana li dijî GES’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCÊ-E: Salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê pîroz be
Rojane

KCÊ-E: Salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê pîroz be

"Di salvegera 11'an de em careke din dibêjin: Em Şengalê tenê weke cihê ku ji DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin nabînin. Em Şengalê weke welatê gelê Êzidî, weke cihê rûmeta mirovî, weke sembola berxwedanê û wekî parçeyeke girîng a dîroka gelê Kurd dibînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) bi daxuyaniyekê salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê pîroz kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di serî de em li ser navê hemû sazî û pêkhateyê civaka Êzidî li Ewropayê 11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê, li civaka Êzidî, li gelê Kurd, li gelên Rojhilata navîn û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin. Her wiha em di kesayeta Mam Zekî, Zerdeşt Şengalî, Berxwedan Tolhildan, Agit Civyan, Dilşêr Herokol û Berfin Nûrhak de, hemû cangoriyê Êzdixanê û Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Dîsa em hemû qurbaniyên Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, kesên windabûyî, jin û zarokên ku hatin revandin û hemû kesên ku ji bo rizgarkirina Şengalê têkoşiyan, bi hurmet bi bîr tînin.

ŞENGAL NE TENÊ NAVÊ BAJAREKÎ YE, EW NASNAME, DÎROK, BAWERÎ Û HEBÛNA ÊZIDIYAN E

Ji bo parastina Şengalê, avakirina jiyanê û bidestxistina statûyeke mafdar Şengal ne tenê navê bajarekî ye; Şengal nasname, dîrok, bawerî û hebûna gelê Êzidî ye. Rizgarkirina Şengalê ji destê DAIŞ’ê di 13’ê Mijdara 2015’an de, bû rojeke girîng di dîroka gelê Êzidî û tevahiya gelê Kurd de. Ev roj ne tenê bîranîna serketinekê ye, lê di heman demê de bîranîna qurbanî, Cangorî, berxwedêr û berpirsiyariyên ku hîn jî li ser milê me ne. Şengal bi fedakariya û bi beşdariya hêzên gerîla yên YPG’ê, YPJ, HPG, YJA STAR, YBŞ û YJŞ di çarçoveya operasyona rizgarkirinê de, ji destê DAIŞ’ê hate derxistin.

Mixabin piştî rizgarkirinê, Şengal negihîşt wê astê ya aramî, ewlehî û pêşketinê ku gelê me hêvî dikir. Piştî ku DAIŞ’ê ji herêmê hate derxistin li şûna ku hemû hêz û aliyên siyasî li ser avakirina Şengalê li hev bikin, nakokiyên siyasî, berjewendiyên hêzên herêmî û kêşeyên ewlehiyê bûn astengên sereke. Îro jî bi hezaran malbatên Êzidî ji welatê xwe dûr in. Gelek gund hîn jî wêran in, xizmetên bingehîn kêm in û gelek malbat nikarin bi ewlehî  vegerin warên xwe. Li gorî raporên saziyê navneteweyî nêzîkî 2,500 Êzidî hîn jî winda ne. Her wiha, pirsgirêka vegera koçberan, xizmetên tenduristî û perwerdehiyê û avakirina binesaziyê hîn jî çareseriyeke domdar dixwazin .Ji bo ku Şengal careke din nekeve ber gefên jenosîd û qirkirinê divê gavên cidî û pratîk werin avêtin:

JI BO PARASTINA ŞENGALÊ JI QIRKIRINA SÊ DAXWAZ

Yekem: Parastina Şengalê. Mafê gelê Êzidî yê xweparastinê divê bê nasîn û garantîkirin. Divê ewlehiya Şengalê li gorî daxwaz û îradeya gelê wê were sazkirin. Divê hêzên leşkerî û ewlehiyê nebe sedema nakokiyan, lê bibe garantiya parastina civakê. Divê dewleta Iraqê û civaka navneteweyî garantiyên cidî bidin ku tu carî jenosîdeke din li Şengalê neyê dubarekirin.

Duyem: Avakirina Şengalê. Divê ji bo avakirina xanî, dibistan, nexweşxane, rê, av û elektrîkê planeke neteweyî û budceyeke taybet were amadekirin.Divê malbatên koçber bi dilê xwe  vegerin warên xwe. Divê mafê xwedîtiya erd û milkê gelê Êzidî were parastin û belgeyên wan ên xwedîtiyê bên naskirin.Divê ji bo ciwanan derfetên kar, perwerdehî û pêşketina aborî bên afirandin.Divê jinên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne, zarok, mexdûrên şer û malbatên şehîdan piştgiriyeke taybet a psîkolojîk, aborî û civakî werbigirin.

Sêyem: Nasîna statûya Şengalê. Şengal divê xwedî statûyeke siyasî û rêveberiyeke demokratîk, xweser û bi temsîliyeta rastîn a civaka êzdiya be. Ev statû divê li ser bingeha van prensîban were avakirin: İradeya azad a gelê Êzidî. Beşdariya hemû pêkhate û komên civakî yên Şengalê. Parastina taybetmendiya olî, çandî û dîrokî ya gelê Êzidî. Statûya Şengalê divê ne bi zorê û ne jî bi biryara hêzên derve were destnîşankirin; divê bi razîbûna gelê wê û bi garantiyên qanûnî were diyarkirin.

Em bang li hikûmeta federal a Iraqê, parlemento û hemû saziyên dewletê dikin:

Erkê xwe yê qanûnî û exlaqî li hember gelê Êzidî pêk bînin. Şengalê ji binê nakokiyên siyasî derxin û ji bo rêveberî û ewlehiya wê çareseriyeke domdar peyda bikin. Li ser esasê entengrasyona demokratik, rêkeftina ji bo hêzên Leşkerî ku hatiye ragihandin, zûtîrîn gavên şênber werin avêtin. Di heman demê de,  saziyên civakî yê ku bi bedelên geleki giranbûha, di nava wan 12 salên derbasbûyi de hatine avakirin, statuya wan were naskirin û entegreyi pergala dewletê bibin. Ji bo avakirina Şengalê planeke demkurt û demdirêj diyar bikin. Mafê vegera koçberan garantî bikin. Çarenûsa kesên windabûyî eşkere bikin, gorên komî vekolin û nasnameya qurbanîyan tesbît bikin. Hemû kesên ku di jenosîda li dijî gelê Êzidî de beşdar bûne, li gorî qanûnê darizînin. Şengal ne tenê berpirsiyariya gelê Êzidî ye; Şengal berpirsiyariya dewleta Iraqê ye.

BANGA LI DEWLETÊN KU QIRKIRIN NAS KIRINE

Em bang li hemû dewletên ku jenosîda gelê Êzidî nas kirine dikin, divê tenê di daxuyaniyên siyasî û parlamentoyan de nemîne. Divê ev nasîn bibe erk û berpirsiyariyeke pratîk. Piştgiriya siyasî û aborî ji bo avakirina Şengalê bikin. Ji bo vegera bi ewlehî ya koçberan garantîyan bixwazin. Li ser hikûmeta Iraqê zexta dîplomatîk bikin da ku mafên gelê Êzidî were misoger kirin. Ji bo dîtina çarenûsa windabûyan û rizgarkirina kesên ku hîn di destê DAIŞ’ê de ne, hevkariyê bikin. Ji bo darizandina sûcdarên jenosîdê û bidestxistina dadmendiyê piştgirî bidin. Ji bo parastina cihên pîroz, gorên komî û mîrasa dîrokî ya Êzidiyan alîkariyê bikin.

DAXWAZA JI CIVAKA ÊZIDÎ: JI BO BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ Û ÇARESERIYA HEVPAR NÊZÎ HEV BIBIN

Em bang li hemû civaka Êzidî, li seranserê cîhanê, dikin: Ji bo berjewendiya neteweyî û çarenûsa hevpar xwe nêzîkî hev bikin. Nakokiyên navxweyî û cudahiyên siyasî nekin astengê yekîtiya gel. Li ser bingeha diyalogê li ser paşeroja Şengalê li hev bikin. Rola jinan, ciwanan, rewşenbîr, kesayetên civakî û malbatên mexdûran di biryardanê de xurt bikin. Ji bo parastina ziman, bawerî, çand, kevneşopî û nasnameya Êzidiyan xebatê bikin. Mafê Êzidiyan yê. biryardana li ser çarenûsa xwe bikin bingehê têkoşîna siyasî û civakî. Divê em bizanibin ku yekîtiya gelê Êzidî ne tenê ji bo îro, lê ji bo nifşên siberojê jî pêwîst e.

Em bang li tevahiya gelê Kurd, li hemû partî, rêxistin, kesayet, rewşenbîr û hêzên siyasî yên Kurd dikin: Şengal beşek ji dîrok, nasname û bîranîna hevpar a gelê Kurd e. Jiyana gelê Êzidî û parastina Şengalê divê bibe mijareke neteweyî û mirovî ya hemû gelê Kurd. Ji bo parastina Şengalê yekîtiya siyasî û neteweyî nîşan bidin.Berjewendiyên partî û hesabên siyasî bidin aliyekî û berjewendiya gelê Şengalê bikin pêş.Ji bo avakirina Şengalê piştgiriya aborî, siyasî û civakî bikin.Li hember her hewldana tunekirina nasnameya Êzidî û guhertina demografiya herêmê helwestê bigirin. Bibin dengê gelê Êzidî  û mafê wê yê biryardana li ser paşeroja wê biparêzin. Şengal bê Êzidî nikare Şengal be. Parastina hebûna gelê Êzidî erkê hevpar ê mirovî û neteweyî ye.

Di vê salvegera 11’an de em careke din dibêjin: Em Şengalê tenê wekî cihê ku ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin nabînin. Em Şengalê weke welatê gelê Êzidî, weke cihê rûmeta mirovî, weke sembola berxwedanê û wekî parçeyeke girîng a dîroka gelê Kurd dibînin. Em naxwazin Şengal ne tenê di rojên salvegerê de were bîranîn. Em dixwazin Şengal bi jiyaneke azad û ewle vejîne. Em naxwazin ku jinên Êzidî her tim bi birînên xwe bên bîranîn; em dixwazin ew bibin xwediyên biryarê û pêşengên avakirina civakê. Em naxwazin ku zarokên me di kampan de mezin bibin; em dixwazin ew li welatê xwe, bi ziman û nasnameya xwe, bi hêvî û azadî mezin bibin.

Ji ber vê yekê, em careke din bang dikin: Şengal divê were parastin! Şengal divê were avakirin! Mafê gelê Êzidî yê biryardana li ser çarenûsa xwe divê were misoger kirin! Jenosîda gelê Êzidî divê bêyî dudilî were naskirin û Koçber divê bi dilê xwe, bi ewlehî û bi rûmet vegerin warên xwe!

Em ji bo Cangoriyên xwe, ji bo windabûyiyên xwe, ji bo jin û zarokên xwe û ji bo nifşên dahatû yên gelê Êzidî berpirsiyar in. Şengal tenê di 13’ê Mijdarê de nayê rizgarkirin; Şengal her roj bi parastina gelê xwe, bi avakirina jiyana xwe û bi misogerikirina mafên xwe tê rizgarkirin. Bila Şengal bibe warê aşitî, azadî, wekhevî û jiyanê!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Encamname: DEM Partiyê işaret bi wezîfeyên sereke yên dema nû kir
Nûçeya Pişt re ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Guterres: Divê li Xezeyê paqijiya etnîkî neyê kirin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bersiv da daxuyaniyên Serokê DYE'yê Donald Trump ku dixwaze Xezeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Pêvajoya aştiyê bi tevlîbûna civakî tê avakirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di panela “Rewşenbîr û Hunermend Aştiyê Diaxivin” de…

Ji aliyê Stêrk TV

Temellî: Pêvajo bi hêviyê nameşe, garantiya qanûnî divê

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd ne bi hêviyan,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Sûriyeyê di 2 hefteyan de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?