Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!
Kurdistan

KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!

KCK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo serxistina projeya civaka demokratîk û xurtkirina yekîtiya Kurd a demokratîk em li her derê qadên Newrozê dagirin! Em daxwaza azadiya Rêber Apo bikin û deriyên Îmraliyê vekin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Newroz bi peyamekê pîroz kir. Peyama KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em Newrozeke nû, saleke nû ya hêviyê pêşwazî dikin. Newrozê li Rêber Apo, li hevrêyên li zindanan, li gerîla, dayikên aştiyê, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan û Rahşan Demîrel de şehîdên Newrozê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku hesreta wan bi cih bînin.

Em Newroza 2026’an di pêvajoyeke welê de pêşwazî dikin Dehaqan Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê. Weke ku di dîrokê de hate kirin, li dijî Dehaq ên vê serdemê, wezîfeya me ye ku bi ruhê Newrozê û bi tifaqa gelan têbikoşin. Newroz bi tifaqa gelan banga têkoşîna hevpar a li dijî van Dehaqan e. Li dijî Dehaqan dema Newrozbûyîna gelan e. Newroz roja têkoşînê ya li dijî her cûre nebaşiyê ye. Rabûna ser piyan a di Newrozê de wê Dehaqan ber bi qedandinê ve bibe û Rojhilata Navîn bigihîne şaristaniya demokratîk.

Rêber Apo beriya Newroza 2025’an di 27’ê Sibatê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û bi vî rengî xwest, li Rojhilata Navîn dawî li Dehaqan û şer bîne. Rêber Apo dixwaze polîtîkayeke welê serwer bike ku polîtîkayên hêzên otorîter ên herêmî hegemonîk ên navneteweyî rawestîne ku bûye barek li ser milê gelan. Ji ber ku ev hêz bi polîtîkayên xwe pirsgirêkan çareser nakin, berevajî hîn giran dikin.

Desthilatdariyên li Rojhilata Navîn ji civakan qut bûne. Ji ber vê yekê jî lawaz dibin û li destwerdanên derve vekirî dibin. Neçareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ji destwerdanên li derve re weke hincet tê nîşandan. Rêber Apo bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk dixwaze dawî li vê rewşê bîne ku zêdeyî sed sal in dewam dike. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo li hemû welatên Rojhilata Navîn e. Bi taybetî li wan dewletan e ku dixwazin Kurdan di bin serweriya xwe de bihêlin. Ji ber ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd di şexsê van welatan de Rojhilata Navîn bi temamî dîl girtiye.

Rêber Apo ji bo welatên Rojhilata Navîn ji vê zincîra li lingên xwe rizgar bibin, bi entegrasyona demokratîk a xwe dispêre azadiya Kurdan dixwaze van welatan demokratîk bike. Banga Aştî û Civaka Demokratîk rêya çareseriya rast nîşanî hemû welatan dide. Rêya ku projeya Rojhilata Navîn a hêzên navneteweyî bisekinîne û Rojhilata Navîn azad û demokratîk bike ev e. Ev yek rêya sêyemîn e ku wê gelên Rojhilata Navîn azad û demokratîk bike. Banga ruhê Newrozê ya li gelan ev e.

Jinan di 8’ê Adarê de bi vê têgihiştinê ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin ku mîmarê Banga Aştî û Civaka Demokratîk e. Jin zanin ku azadiya Rêber Apo wê tevahiya Rojhilata Navîn bike welatê rojê. Ji ber ku Rêber Apo azadiya jinê dike bingeha demokratîkbûn û azadiyan hemûyan.

Gelê me ala ku jinan di 8’ê Adarê de hildan dewr wergirt û li her derê daxwaza azadiya Rêber Apo dike. Bawerî ew e ku Rêber Apo ku gelê Kurd kiriye gelê Newrozê wê gelên Rojhilata Navîn hemûyan bike gelê Newrozê. Newroz li gel yekkirina gelê Kurd xwedî ruhê xwişk-biratî û azadiyê ye ku gelên Rojhilata Navîn jî bike yek.

Gelê me Newroza 2026’an li her derê weke ‘Newroza azadiya Rêber Apo û yekîtiya Kurd a demokratîk’ pîroz dike. Gelê Kurd ku di çalakiyên xwedîderketina li Rojava de yekîtiya xwe ya civakî bi xurtî pêk anî, di Newrozê de wê yekîtiya Kurdan a demokratîk hîn xurt bike û li 4 parçeyên Kurdistanê jiyana demokratîk û azad nêzîk bike.

Gelê me çawa ku bi rengekî mezin xwedî li Rojavayê Kurdistanê derket, wê bi gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê re be ku şerê DYE/Îsraîl-Îranê yekser bandorê lê dike. Ji bo fatûreya vî şerî li gelê me yê Rojhilat neyê birîn, gelê me wê berpirsyariya pêwîst nîşan bide. Gelê Kurd ji bo Îran a demokratîk têdikoşe ku wê li Rojhilat jî bigihêje azadiya xwe.

Ev yek eşkere ye; azadî û demokrasî li her derê tenê bi têkoşînê pêk tê. Ji ber vê jî ya ku azadiya Rêber Apo û civaka demokratîk pêk bîne, têkoşîn e. Newroz her tim bûne ew roj ku têkoşîn gihîştiye asta herî bilind û bi têkoşîna wê salê re gavê dide avêtin. Ji ber vê yekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo serxistina projeya civaka demokratîk û xurtkirina yekîtiya Kurd a demokratîk em li her derê qadên Newrozê dagirin! Em daxwaza azadiya Rêber Apo bikin û deriyên Îmraliyê vekin.

Em di wê baweriyê de ne ku ev Newroz a ku jin û ciwan pêşengiyê jê re dikin, wê bibe asta herî bilind a hemû Newrozan û bang dikin ku bi civaka komînal a demokratîk re sala 2026’an bikin sala Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk. Em Newrozê careke din li gelê xwe û gelên xwe pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Herêmên Parastinê yên Medyayê amadekariyên Newrozê
Nûçeya Pişt re Li Geverê coşa deh hezaran kesî: Ev Newroz Newroza azadiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bîst sal in diçe Amarayê: Ez ê ji bo aştiyê bi rê bikevim

Meryem Soylu ku di şer de sê kurên xwe ji dest da, 20 sal in…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Girtîgeha Erzîncan binpêkirin bi dawî nabin: Lêgerîna tazî, qedexeya axaftina bi Kurdî û tecrîd

Parêzer Yusuf Çakas bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Erzîncanê û diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê şehîdên Metînayê bi bîr anî

HPG’ê 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne, bi bîr anî û got: “Hevrêyên me Qehreman,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?