Şemî, 15 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di Rûniştina F a 751’an de ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwarziyê Rêber Apo Ramazan Ocalan li Parîsê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên Windayan banga edalet û hevrûbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê di hefteya 1116’an de ji bo Nadir Naycî edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li cihê ketina Licê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve: Vejîna gelekî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komûna Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re Jînda Şerker bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê 15’ê Tebaxê bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Seîd Çomlek bi merasîmekî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê daxuyaniya Cejna Vejînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê bang kir ku her kes bi ruhê 15’ê Tebaxê tevlî têkoşîna jiyana azad bibe
Kurdistan

KCK’ê bang kir ku her kes bi ruhê 15’ê Tebaxê tevlî têkoşîna jiyana azad bibe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 40’an a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyanî da û got, “Em bang dikin ku her kes bi ruhê 15’ê Tebaxê bi rengekî xurt tevlî têkoşîna avakirina jiyana azad bibe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî da û ev tişt diyar kir: “Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê ji aliyê têkoşîna azadî û demokrasiyê ve geşedanên girîng diqewimin. Di demeke wiha de em di salvegera 40’an a Pêngava xwe ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê de ne.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin:

“Di serî de Rêber Apo, em Cejna Vejîn û Berxwedanê, Cejna Gerîla ya hemû hevrê, hêzên xwe yên gerîla, jin û ciwanan, gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin. Di sexsê fermandarên nemir ên pêngava lehengiyê ya dîrokî hevrê Egît û Zîlan de, em hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armanc û bîranînên wan bidin jiyîn.

Dîroka gelê Kurd bi talan û îstilayê dagirtî ye. Netew dewletan beriya sedsalan polîtîkayên qirkirinê li ser gelê Kurd ferz kir û di encamê de gelê Kurd pirsgirêka hebûnê jiya. Bi darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê re hewl hate dayîn ku ev polîtîkayên qirkirinê bi encam bibin. Li dijî van polîtîkayên qirkirinê yên ku gihiştin lûtkeyê, berxwedana mezin a dîrokî ya li Zindana Amedê bûye fermana rabûna ser piyan û xwedî derketina li rûmeta xwe.

PÊNGAVA EWILÎ 41 SALAN BÊNAVBER DOM KIR

Pêngava 15’ê Tebaxê li ser bingehê bicihanîna pêdiviyên vê zanebûn, îrade, biryar û bangê pêk hat. Ev pêngava ewilî bi yekbûna zanebûna ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî afirandin, îradeya berxwedana li zindanê û cesareta di fermandariya Egît de derketî holê, hate avêtin û 41 salan bênavber dom kir. Li dijî êşên mezin, talan û qirkirinan bi berdêlan berxwedan hate raberkirin. Vê berxwedanê nîşanî dost, dijmin û her kesê da ku heq e. Qirkirina li hemberî Kurdan bi ser neket û nasnameya Kurdan hebûna xwe nîşan da. Zanebûna azadiyê ya jinan, rêxistinbûn û çalakiya wê derket holê û di asta gerdûnî de belav bû, ev yek bi saya vê şerê hebûnê pêş ketiye.

Pêngava 15’ê Tebaxê Tirkiye ji tarîtiya faşîzma 12’yê Îlonê derxist, hemû dînamîkên demokratîk ên Rojhilata Navîn parast û nehêla ku herêm bibe navenda paşverûtiya modernîteya kapîtalîst. Ji vê aliyê xwe, Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an û li ser vê bingehê şerê gerîla yê çil û yek salan, hemû geşedanên li Kurdistanê yên li ser navê hebûn û azadiyê diyar kirine, bûye dînamîka herî bingehîn a demokrasiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn û rola xwe ya ku ji bo tevahiya mirovahiyê çavkaniya herî xurt a hêviyê ye berdewam kiriye. Di vê wateyê de di çil salên dawî de li Herêmê û li Kurdistanê di warê azadiyê de çend geşedan rû dabe, di bin hemûyan de mor û îmzeya Pêngava 15’ê Tebaxê û şerê gerîla heye.

TÊKOŞÎNA DEMA NÛ

Di qonaxa ku em gihîştinê de, ji bo geşedanên dîrokî yên ku Pêngava 15’ê Tebaxê afirandine di siyasetê de bên bi cih kirin û domdar bin hewldan tên kirin. Rêber Apo jî ev dînamîka guherî wek “Ji sêdarê hatina ber masê” pênase kiriye. Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk encama vê têkoşîna bi heybet e. Têkoşîna dema nû ku wê bi heman îrade, hişmendî û berxwedaniyê bê pêşxistin, wê hebûna ku hate îsbatkirin bigihîne mercên jiyana azad.

Bi vê baweriyê em bang li hemû hevrêyan û gelê xwe dikin ku di salvegera çil û duyan de rastiya Pêngava 15’ê Tebaxê rasttir û baştir fêm bikin û bi ruhê 15’ê Tebaxê bi hêz tevlî têkoşîna avakirina jiyana azad bibin.

Bijî Pêngava me ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê!

Bijî Fermandarê me yê Mezin Hevrê Egît!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xwarziyê Rêber Apo Ramazan Ocalan li Parîsê jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Elmanyayê bi gumana sîxuriyê du Rûs hatin girtin

Li gorî daxuyaniya dozgeriya federal a Elmanyayê du Rûs yên ku bi gumana ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku meha borî herî kêm 10 jin hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

PAK: Di êrişan de 8 pêşmerge birîndar bûn

PAK'ê ragihand ku li hemberî baregeha wan a li nêzî kampa Dareşekranê êriş hate kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di Rûniştina F a 751’an de ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xwarziyê Rêber Apo Ramazan Ocalan li Parîsê jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên Windayan banga edalet û hevrûbûnê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?