Xwarziyê Rêber Apo yê kurê Fatma Ocalanê Ramazan Ocalan (47) ku ev 16 sal in li Fransayê dijî, jiyana xwe ji dest da. Ramazan Ocalan ev demek bû li Parîsê ji ber nexweşiya pankreas û diyabetê dihat dermankirin.
Hate hînbûn ku dê cenazeyê Ramazan Ocalan bînin gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê û li gund were veşartin.

