Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê: Divê li hember Kerbelayên îro helwesta Huseynî bê raberkirin
Kurdistan

KCK’ê: Divê li hember Kerbelayên îro helwesta Huseynî bê raberkirin

KCK’ê, diyar kir ku Kerbela sembola edalet, wekhevî û têkoşîna xwişk-biratiyê ye û got, “Bi mîrateya Huseyîn û Zeyneban rabûna li dijî zilmên ku di roja me de dewam dikin, rêya herî rast a jiyanîkirina şehîdên Kerbelayê ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê, ji ber Rojiya 12 Meleyan û parvekirina Aşûreyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, kesên ku di berxwedana Kerbelayê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmetî û minetdarî hatin bîranîn û hat xwestin ku xizmetên kesên rojî girtine, dua kirine û Aşûreyê parve kirine li qata Heq qebûl bibin.

Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku têkoşîna li Kerbelayê hatiye dayîn, têkoşîna maf li dijî neheqiyê û ya mazlûman li dijî zaliman e. Her wiha hat diyarkirin ku, berxwedana Mele Huseyn û Zeynebê, mîrateya hevpar a hemû kesên ku ji bo edalet, wekhevî û xwişk-biratiyê têdikoşin e. Hat diyarkirin ku, êrîşên li ser gelan, jinan, kedkaran, baweriyan û xwezayê Kerbelayên vê demê ne û bang hate kirin ku li dijî zilmê helwesta Huseynî were nîşandan.

Di daxuyaniyê de, hat gotin ku Elewî di seranserê dîrokê de xwedî li kesên ku di xeta heqîqet û edaletê de berxwedanê dikin derketine; bang li civaka Elewiyan hat kirin ku bi awayekî hîn rêxistinkirî tevli pêvajoya ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kiriye bibin û hîn bi hêztir piştgiriyê bidin têkoşîna demokrasiyê.

Daxuyaniya Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Kurdên Rêya Heq û canên Elewî li gel Misilmanyên Şîe, di salvegereke nû de Berxwedana Kerbelayê û şehîdên wê bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînin. Bi vê mûnasebetê, bi hest û ramanên wekhev, daxwaz hatine kirin, dua hatine kirin, rojî hatine girtin û Aşûre hatine parvekirin.

Têkoşîna ku li Kerbelayê hatiye dayîn, têkoşîna heq li dijî neheqiyê û ya mazlûman li dijî zaliman e. Ji ber vê yekê ji aliyê gelên xwedî nasname û baweriyên cuda ve pîroz hatiye dîtin û di hişê mirovan de cih girtiye. Sekna Kerbelayê, di deftera mîratê ya kesên ku ji bo edalet, wekhevî û xwişk-biratiyê li ber xwe didin de hatiye nivîsandin. Kurdên Rêya Heq û canên Elewî, vê berxwedana ku di şexsê Mele Huseyîn û Zeynebê de sembolîze bûye û gihîştiye roja me, bi pîrozkirinê bi bîr tînin. Her wiha Misilmanyên Şîe yên ji her gelekî, ji bo şehîdên Kerbelayê şînê digirin û wan bi bîr tînin. Em niyaz dikin xizmetên her kesê ku bi rojiya xwe û bi parvekirina loqmeyên xwe yên heqê tevlî van bîranînên xwedî nirxên mezin ên baweriyê bûne, li qata Heq qebûl bibin. Em hêvî dikin ku ev xizmet ji bo mirovahiyê û herêma me aştî û aramiyê bîne, piştgirî û xwişk-biratiya navbera gelên me mezin bike. Em ji dil û can dixwazin ku ev baweriya ku dibe sedema rojîgirtinê û parvekirina loqmeyan, ji bo jiyanê bibe rêber û ji bo rê her dem bibe mûrşîd. Em hêvî dikin ku Pîr û Ana, kevneşopiya Mele Huseyîn û Zeynebê her dem zindî bihêlin. Bi mûnasebeta van bîranînan, di serî de Elewî, em hemû Misilmanên ku Îslamê bi cewherê wê yê gelparêz û demokratîk dijîn, vedixwînin ku di nava xwişk-biratiyê de mil bidin milê hev û li dijî Kerbelayên demê di nav sekneke Huseynî de bin.

Li herêma me rojên Kerbelayê bi dawî ne bûne. Înkar, zext û şîdeta ku bi sedsalan e li ser gel û baweriyan tê ferzkirin bi dawî ne bûye. Komkujiyên li ser jinan bi zêdebûnê re berdewam dikin. Xwezaya me ya pîroz ku her goşeyekî wê musahîbê Jîyareke qedîm e, ji bo berjewendiyên şirketan tê xwestin ku were texribkirin. Mafên kedkaran her roj hîn bêtir tên desteserkirin. Dewlet û hikûmetên ku tu hiqûq û nirxên mirovan nasnakin, tenê berjewendiyên desthilatdariya xwe li ber çavan digirin û tevdigerin, bi zext û êrîşên xwe dibin sedema encamên herî rûxîner û wêranker ên dîrokê. Li herêma me darvekirin, koçberkirin, desteserkirin û talan, bi taybetî ji aliyê hinek dewlet û komên ku ji xwe re dibêjin Misilman, li dijî gel û baweriyên qedîm tên meşandin. Ev hemû xerabî Kerbelayên serdemê ne. Em dixwazin parve bikin ku em bawer dikin ku li dijî van zilmên ku îro tên meşandin, derketina bi xeta berxwedanê ya ku Huseyîn û Zeynebê mîrat hîştine, rêya her herî rast e ji bo zindîhiştina şehîdên Kerbelayê ye.

Elewî, bêyî ku li bawerî û neseba wan binêrin, kesên ku ji bo eşqa Heq li ber xwe dane wekî hevrê dîtine, ji xwe hesibandine, mîrata wan ji bîr nekirine û xwedî derketine ku wan zindî bihêlin. Hezkirin, bîranîn û hevpariya di baweriya kesên ku li aliyê qencî û bedewiyê de disekinin û di rêya heqîqetê de canê xwe feda dikin, cewherê Elewîtiyê ye. Elewiyan bi vê cewherê her dem zanibûne ku li aliyê yê mafdar bisekinin. Rojiya 12 Meleyan û loqmeya Aşûreyê jî îfadeya vê ruh û baweriyê ye. Bi vê mûnasebetê, di serî de Elewiyên Rêya Heq, em bang li hemû Elewiyan dikin ku vê cewherê Elewîtiyê hîn bi hêztir zindî bihêlin û mezin bikin. Em hemû Elewî vedixwînin ku li dijî her cure hîle, xefik û fîtneyên ku li ser xeta Yezîd ferz dikin, bi xeta Huseynî derkevin û berxwedana tije bi israr û wêrekiya Zeynebê berdewam bikin. Bi vê baweriyê, em bang li Elewiyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikin ku bi awayekî hîn rêxistinkirî tevlî pêvajoya ku bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kiriye bibin û hîn bi hêztir piştgiriyê bidin têkoşîna demokrasiyê. Bi hestên xwe yên ji dil em dibêjin; xizmeta ku we di Rojiya 12 Meleyan de kiriye di deftera heq de were nivîsandin. Bila ronahiya rê, hemû tariyan ronî bike. Meşa we ya heq û heqîqetê ya ku we bi eşqa Pîr meşandiye, bila ji bo gelên me aştî û aramiyê bîne. Em careke din dibêjin bila hemû can di nav yekitiyê de zindî bin û em hêvî dikin ku yekitiya we û aramiya we li ser van axan bibe sedema dewlemendiyên ku her kes jê nesîb bigire.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Zîlan sembola fedaîtî û meşa ber bi azadiyê ve ye’
Nûçeya Pişt re Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogûllari: Di hilbijartinan de serketina dîrokî hate bidestxistin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tevî hemû êrîş û hîleyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Bafil Talebanî: Me navê êrîşkaran daye Bexdayê

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ragihand ku navê hinek kes û aliyên êrîşî Herêma Kurdistanê dikin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyan kesek qetil kir û yek jî birîndar kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Dêr Hafir kesek qetil kir û li Minbicê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga vegerê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Encamên hilbijartinê ya li Rûsyayê hatin eşkerekirin: Partiya Putîn 349 kursî qezenc kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?