Berpirsyara Komîteya Dîplomasiyê ya Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kemanger, li ser piştgiriya berfireh û beşdariya germ a gel a li grevên giştî ya bi boneya salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û şehîdbûna Jîna Emînî de, peyameke bi dîmen weşand.
Rozerîn Kemanger got: “Em silav û rêzên xwe pêşkêşî malbatên birêz ên şehîdan, dayikên aştiyê, dadxwazan, têkoşerên girtî, jin û hemû welatiyên Kurdistan û Îranê dikin ku di 16’ê Îlona de, bi pêşengiya gelê Kurd û piştgiriya gelên azadîxwazên Îranê de, careke din îspat kirin ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tevî hemû zext û tepisandinan her berdewame.”
Rozerîn Kemanger her wiha destnîşan kir ku ev şoreş xwedî felsefe, cîhanbînî, rêbaz û şêwazê xwe yê taybet e û mizgîniya jiyaneke azad û demokratîk li gel xwe aniye. Kemanger got: “Ev şoreşeke ku bi pêşengiya jin û ciwanan destpê kiriye û niha jî berdewame. Greva vê carê hemû dengên civakê kir yek deng û nîşan da ku xelk li ser pêkanîna daxwazên xwe bi biryare. Bi taybet di vê şoreşê de rol û beşdariya jinan bi şêwazekî berçavtir xuya bû.”

