Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de hevala Salîha ye!
Jin

KJK: Şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de hevala Salîha ye!

KJK'ê endama Koordînasyona Kongra Star Salîha Viyan (Hêva Erebo) û endamê PYD'ê Hogir Dirbesiyê (Dilewer Erebo) bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de hevala Salîha ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:

“Em, endama Koordînasyona Kongra Star Salîha Viyan (Hêva Erebo) û endamê PYD’ê Hogir Dirbesiyê (Dilewer Erebo) bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin ku 27’ê Çileyê dema li Başûrê Kurdistanê wezîfe dikirin di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a faşîst de hatin qetilkirin. Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava û gelê Kurdistanê re dixwazin. Vê êrîşa faşîst a dijminê Kurdan û jinan bi tundî şermezar dikin, sozê didin ku em ê li ser bingeha pêkanîna Kurdistana azad xwedî li bîranînên van hevrêyên hêja derkevin.

Hevala Salîha ku di temenekî ciwan de tevlî nava refên tevgera azadiyê bû, bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo xwe bi pêş ve bir û weke derwêşekê jiya ku li jiyana bi wate digeriya. Biryardariya ji bo bûyîna jineke azad ji xwe re kir rêgeha jiyanê, heta kêliya dawî ji bo jiyaneke azad û bi rûmet têkoşiya. Afirandina mirovê nû ku yek ji karên herî zehmet ên jiyana azad e, ji xwe re kir esas. Di nava PKK’ê de bi hevrêtî, ked, karkerî, pakbûn û têkoşînê xwe ji nû ve afirand. Xwe bi van pîvanan afirand û hevrêyên xwe jî ji xwe re kir eynik, bi vî rengî xwe ji nû ve afirand. Karên xwe weke parçedyek ji avakirina jiyana azad dît, biçûk an jî mezin, girîng an jî negirîng her wezîfe bi bawerî û eşqê bi cih anî.

Li hemû parçeyên Kurdistanê kar kir û hem di nava têkoşîna giştî de hem jî di nava têkoşîna jinê de kedeke mezin da. Di kesayetiya xwe de kesayetiya jin a azad û Kurd ê azad afirand, bi vî rengî bû şoreşgereke jin a mînak û pêşeng. Beşdarî karên avakirinê bû ku yek ji karên herî girîng ê şoreşê ye, di dilê gelê me de bi taybetî jî di dilê jinan de cih girt.

Dema ku şoreşa Rojava pêk hat, bêteredût berê xwe da qada Rojava. Ji aliyekî ve li dijî dijminê jiyan û jinê DAÎŞ’ê têkoşiya, ji aliyê din ve jî di karên avakirina şoreşê de kedeke mezin da. Bi taybetî ji bo şoreşa Rojava bi rengê jinê bi pêş bikeve û mezin bibe, hewl da. Hem li Rojava hem jî li qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di karê zanekirin û birêxistinkirina jinên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Ermen de bi roleke çalak û pêşeng rabû. Ji bo paradîgmaya jiyana azad a Rêber Apo bigihîne nava jinên Sûriyeyî û gelan, bû mîna pirekê. Bi vê armancê li her bihosta xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava geriya. Li hemberî her cûre êrîşên li dijî jinan û gelan bêtirs têkoşiya, helwest nîşan da. Ji bo şoreşa Rojava weke şoreşa jinê li cîhanê û herêmê belav bibe, ji bo şoreşa Sûriyeyê bibe şoreşa jinê kar kir, ked da.

Eger îro li herêmê û cîhanê şoreşa jinê ya li Rojava bûye mînak, ev yek ne dûrî keda hevala Salîha ye. Lewma şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de tê wateya hevala Salîha.

Îro li Sûriyeyê ji aliyekî ve bi HTŞ’ê re zext jinûve li ser jinan tê kirin, li aliyê din jî bi êrîşên faşîst ên dewleta Tİrk hewl tê dayin destketiyên şoreşa jinan, bandora wê ya li ser jinên cîhanê û Rojhilata Navîn bê şikandin. Armanca esasî ya van êrîşên faşîst tinekirina îradeya jinê ye. Dewleta Tirk a faşîst bi rêya van êrîşan careke din xweranegirtina li îradeya jinê û Kurd ê azad nîşan da. Lê belê têkoşîna hevala Salîha rastiya gelekî afirand ku ji êrîşên dewleta faşîst û ferzkirina mirinê mezintir e. Lewma nirxên ku hevala Salîha afirandine ji mirinê hîn mezintir e û bi mirinê nikarin bêne tinekirin. Bîranîna wê, teqez wê bi serketina şoreşa jinê re nemir û timî bibe. Wezîfeya herî bi wate ya me jinan jî ew e ku van nirxan biparêzin ku hevala Salîha bi kesayetî, têkoşîn û îradeya xwe afirand û ji mirinê mezintir e. Wezîfeya me ye ku em van nirxan bikin garantiya jiyana azad.

Weke KJK em vê êrîşê bi ti awayî qebûl nakin û di serî de jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li hemû jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku li ber van êrîşan rabin, şoreşa jinê ya Rojava biparêzin û mezin bikin.

Em bang li jinan hemûyan dikin ku ji bo dewleta Tirk weke sûcdarê şer û dijminê jinan bê darizandin kampanyayan bimeşînin, van polîtîkayên qirêj li her derê teşhîr bikin, ji bo li dadgehên navneteweyî bê darizandin têkoşîneke hevpar bimeşînin û bi şoreşa jinê re jiyana azad biafirînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pezeşkiyan: Em ne li pey çeka nukleerî ne
Nûçeya Pişt re Encamnameya Kongreya Jinan a li Qamişlo hat eşkerekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Trump vê carê gef li Ummanê xwar: Heke Umman derkeve pêşiya me em ê bombe bikin

Serokê DYE’yê Donald Trump, di daxuyaniya xwe de gef li Ummanê xwar û got: “Heke…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: 2 drone, radarek, mobesseyek, çeperek hatin îmhakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Metîna û Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn paşerojeke ji civaka demokratîk pêşniyar dike’

Zanyarê siyasetê Dr. Hasan Kiliç destnîşan kir ku banga 27'ê Sibatê berhema aqlekî welê ye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?