Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK’ê: Bila ev Newroz bibe peymana misogerkirina azadiyê
Kurdistan

KJK’ê: Bila ev Newroz bibe peymana misogerkirina azadiyê

Koordînasyona KJK'ê Cejna Newrozê pîroz kir û got, "Ev Newroz bila bibe peymana xwegihandina Rêberê xwe û misogerkirina azadiya jinê û gelan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê, diyar kir ku Newroza îsal destpêkirina pêvajoyek nû a têkoşînê ye û destnîşan kir ku di dema pêş de wê dirûşmeya ‘Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk’ a Newrozê hê bêhtir bilind bibe û bibe dirûşmeya têkoşîna serkeftinê.

Koordînasyona KJK’ê, bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJK’ê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew cejna Newrozê bi bawerî û biryardariya banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo pêşwazî dikin û got, gelê Kurd ji destpêka meha Adarê û vir ve li Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakûrê Kurdistanê û derveyî welat agirê Newrozê geş kirine û bi coşeke mezin dîlana azadiyê digerînin.

KJK’ê, roja azadî û vejînê cejna Newrozê li Rêber Apo, şehîd, gerîla, jin, ciwan û hemû gelan pîroz kir û got, “Ev Newroz, ronesansa gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û jinan e. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê vê Newrozê bi destpêkirin û hişmendiya têkoşîneke nû ku tê de serketineke mezin bi dest bixe, bi encam bike.”

ROLA PÊŞENGIYÊ LI GELÊ KURD HAT BARKIRIN

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniya xwe bi vî rengî dewam kir: “Gelê Kurd ê ku beriya 2637 salan bi pêşengiya Kawayê Hesinkar li qontarên çiyayên Zagrosê agirê azadiyê pêxist û serî li ber koletiyê rakir û rizgariya xwe bi têkbirina Dehaqê zalim re şênber kir, ji bo rizgariya tevahiya gelên Rojhilata Navîn bû wesîle. Piştî 2637 salan dîrokê heman rola pêşengiyê li gelê Kurd bar kir û rizgariya gelê Kurd veguheriye rizgariya gelan û jinan. Ji bo vê jî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo weke hêviya jiyana azad a nû li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê hate pêşwazîkirin.

REJÎMA QIRKER BI KUŞTINÊ BERSIV DA

Hêzên rejîma qirker bersiva gelê me yê ku Newrozê bi coşek mezin û têkoşîna aştiyê pêşwazî kir, bi komkujiya li Kobanê re hat dayîn. Komkujiyên ku berê di meha Adarê de li Helebce, Taxa Gaziyan, Qamişlo û Efrînê hatin kirin, îro jî li ser gelê me tên ferzkirin. Dewleta qirker mirin û tinekirinê li ser gelê me ferz dike. Divê em xwedî li bîranîna gelê xwe yê hatine qetilkirin derkevin. Divê em layiqî berdêlên ku şehîdên me dane bin. Rêya vê jî rast fêmkirina têkoşînê û tevlîbûna wê ye. Bi vê boneyê em şehîdên Komkujiya Helebce, Qamişlo, Taxa Gazî, Efrîn û Kobanê bi bîr tînin û diyar dikin ku heta hilweşandina rejîma qirkir em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.

BI PÊŞENGIYA ARTÊŞA ŞEHÎDAN Û QEHREMANAN

Newroz vejînek e ku siberojê bi kokên rabirdûyê hembêz dike. Newroz di nava zehmetiyan de her tim xwe nû dike, bi nûkirinê re jinû ve ava dibe û bi jinûve avakirinê re jî bêdawî dibe. Sembola xwegihandina ronahiyê ya ji tarîtiyê ye. Agirê berxwedanê yê bi gelê me re, di pêşengtiya Rêber Apo de di pêşengtiya artêşa me ya qehreman û şehîdên mezin de li ser esasê ku hebûna xwe bi rastiya jiyaneke bênavber û bêdawî ya 52 salan tacîdar bike heta roja me ya îro hatiye. Bi vê wesîleyê em şehîdên xwe yên Newrozê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bêrîvan-Ronahî û Sema Yuce bi minetdarî bi bîr tînin.

AVABÛN Û VEJÎNEK NÛ

Rêber Apo jiyana xwe weke ji nû ve vejîna civak û jinê girt dest û rastiya kesayeta Newrozê û gel ava kir. Li dijî jiyana şaş a li ser van xakan tê ferzkirin, bi rastiya Newrozê re ku felsefeya vejînê ye, jiyana rast ava kir. Newroz li dijî koledariyê azadî ye, li dijî tinekirinê hebûn e û ev rastiya me ye. Em di pêvajoyeke mezin a dîrokî re derbas dibin. Rêber Apo bi manîfestoya xwe ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ paradîgmaya înkar û tinekirinê şikand û têkoşîn derbasî qonaxeke nû kiriye. Hebûna gelê me di asta herêmî û navneteweyî de da qebûlkirin. Çareseriya pirsgirêkên azadî û ewlekariyê derbasî qonaxeke nû kir. Bi statuya civaka demokratîk re dînamîka herêmî û gerdûnî ya çareseriyê ava kir. Ev destpêka Newroz û vejîneke dîrokî ya nû ye.

SERDEMA CIVAKA DEMOKRATÎK

Di vê wateyê de Newroza ku em pêşwazî dikin, destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşînê ye. Serdema avakirina sîstema Civaka Demokratîk a li ser bingeha yekîtiya azad û wekhev a jinan, gelan, baweriyan û hemû bindestan a li dijî sîstema netewe-dewletê ya yekparêz e. Têkoşîn armanc dike ku ji herêmî heta gerdûnî, ji gerdûnî heta herêmî cîhaneke azad ava bike. Armanc dike ku Rojhilata Navîn û cîhanê bi hişmendiya azadiyê bi têgihiştina gelên azad û neteweyên demokratîk teşe bigire.

DIRÛŞMEYA SERDEMA NÛ

Heta zîhniyeta ‘serhildanên Kurdan bitepisînin-Rêberên wan tine bikin’ yên ku rê li ber hilweşîna têkiliyên Kurd û Tirkan vekiriye neyê derbaskirin, ne pêkan e ku aştiya herêmî û cîhanî pêk were. Gelê me li dijî Komploya 15’ê Sibatê bi dirûşmeya “Hûn nikarin Roja me Tarî Bikin” li ber xwe dan û rastiyan derxist holê. Îro azadiya fîzîkî ya Rêberê me armanca herî girîng û îfadeya herî şênber a çareseriyê ye. Dirûşmeya Newrozê ya ‘Rêbertiya Azad-Civaka Demokratîk’ wê bibe dirûşmeya têkoşînê ya ku wê di dema pêş de hîn bêhtir mezin bibe û bi ser bikeve.

BANGA GEŞKIRINA AGIRÊ NEWROZÊ HATE KIRIN

Di vê wateyê de divê em sala 2025’an bikin sala ku gelê Kurd bi Rêbertiya xwe re hevdîtin bike û têkoşînê bigihîne serketinê. Ji bo ev îrade bi hemû heybeta xwe derkeve pêş, em bang li hemû gelê xwe, jin, ciwan, zarok, dost û her kesê alîgirê azadî û demokrasiyê dikin ku ji 7’an heta 70’ê em agirê Newrozê geş bikin û vîna Newrozê bi serketinê tacîdar bikin. Ji bo vê divê her kes biherike qadên Newrozê, demokrasiyê biqîre û starta têkoşîna ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dike, bide. Ev Newroz bila bibe peymana xwegihandina Rêberê xwe û misogerkirina azadiya jinê û gelan. Piştî 2637 salan bila ev Newroz ji bo gelan û jinan bibe mizgîniya serketinê. Li ser vê bingehê em cejna Newrozê ya gelê xwe û tevahiya gelan, bi xeta gel û kesayeta azad a Newrozê ya Rêberê Gelan Rêber Apo silav û pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroz li tunelên berxwedanê yên gerîla hate pîrozkirin
Nûçeya Pişt re Li ber Keleha Wanê Newroz bi rengekî bi heybet tê pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Agirê Jiyan piştî 7 salan konserê dide

Agirê Jiyan piştî salên dirêj vegeriya. Kom roja Şemiyê (06.09.2025) li Düsseldorfê konserekê lidar dixe.

Ji aliyê Stêrk TV

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Sepanên dijdemokratîk pêvajoyê jehrî dike

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di komîsyonê de axivî û got, "Gotin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Kara: Li girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtiyan weke ‘girtiyên xetere’ nîşan didin û kelepçe dikin

Îsmaîl Kara, diyar kir ku hevsera wî Naîme Emlîk ji ber ragihandina şert û mercên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

 2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?