Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Komeleya Şêx Seîd: Polîtîkaya tunehesibandinê mîna ya sala 1925’an didome
Rojane

Komeleya Şêx Seîd: Polîtîkaya tunehesibandinê mîna ya sala 1925’an didome

Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Seîd Ahmet Kaya wiha got: “Tunehesibandina Kurdan ji 1925’an cudatir nîn e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi boneya salvegera Serhildana Şêx Seîd a di 13’ê sibata 1925’an de, Komeleya Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd li avahiye komeleyê daxuyanî da. Sekreterê Giştî yê Komeleyê Şêx Seîd Ahmet Kaya, tevî rêveberiya komeleyê daxûyanî da û anî ziman ku serhildan bandora xwe li ser roja me ya îro jî kiriye û der barê serhildanê de wiha axivî: “Serhildana ku gelê Kurd daxwazên xwe yên rewa aniye ziman e.” Kaya, destnîşan kir ku serhildan piştî hewldana provakasyonê, wek bertek destpê kiriye û wiha nirxand: “Serhildana Şêx Seîd ji perçeyeke bingeha têkoşîna kurd a neteweyî ye.”

Kaya, diyar kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û bi piştgiriya mêtingeriya Ingilistanê, Kurdistan kirin 4 perçe û di navbera dewletên Tirk, Ereb û Farisan de hate parvekirin û wiha pê de çû: “Civaka Kurdan wek siyasî, çandî, dîrokî hate înkarkirin. Ataturk jî di pêşiyê de soza xweseriyê dabû kurdan lê belê saziyên perwerde û medreseyên Kurdan hatin girtin û li dijî Kurdan pêvajoya asîmîlasyonê dane meşandin. Kurdên di bin banê Tevgera Azadiyê li hev kom bûne û ji bo mafên xwe bi dest bixin xebat dane destpêkirin. Ji serokê Tevgera Azadiyê Xalid Begê Cibranî û mebûsê Bedlîsê Yûsûf Ziya Beg hatin girtin û serî li îfadeya Şêx Seîd jî dane. Li ser vê yekê Şêx Seîd ji Xinûsê derbasî Pîranê dibe. Li ser rêyê serdana gelek cihan dike, civînan li dar dixe û pêşniyarên serokeşîrên Kurd digire. Li ser van nêrînan hin pêşniyar derdikevin pêş û biryara têkoşîna hevpar dide.”  

Kaya, anî ziman ku dema civîn li mala Pîranê dihat kirin, leşker hatin û ji xwediyê malê xwestine ku şervanê Kurd Nebiyê Vartoyî teslîmî wan bikin û da zanîn ku piştre pevçûn derketiye. Kaya, diyar kir ku “provakasyona” ku tê de çek hatine bikaranîn, weke “serhildan” dane pênasekirin û da zanîn ku daxwazên rewa yên Şêx Seîd û hevalên wî, weke serhildanê girtin dest û ji bo mudaxileya leşkerî kirin bingeh.

Di dirêjiya axaftina xwe de Kaya anî ziman ku piştî bûyer qewimîn, li Kurdistanê nerazîbûn û protestoyên mezin pêk hatin û wiha pê de çû: “Piştî îtîraza Şêx Seîd, di bingeha têkoşîna heya roja me tê maşandin de daxwaza nasname, ziman, nirxên însanî, mafên civakî û siyasî hene. Ev daxwaz, daxwazên însanî û pêdiviyên demokrasiyê ne. Ji hêla tunehesibandinê ve roja me ji salên 1925’an de cudatir nîn e. Qedexekirina ziman, înkarkirin û  zext, girtin, sirgûn û qetlîamên bi vê armancê tên kirin jî ne kiriyarên olî, wijdanî, exlaqî û hiqûqî ne. Bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

Serokê Komeleyê û neviyê Şêx Seîd Kasim Firat jî destnîşan kir ku di dîroka Kurdan de rojên reş û komplo pir in û wiha got: “Divê em çareseriyên xelaskirina zilma ku bi sedan sal in tê meşandin bigerin. Em ê çawa bidawî bikin, divê em vê bifikirin. Partiyên siyasî, pêşeng, rûspî û alim divê li ser vê mijarê bifikirin û li rêyeke çareseriyê bigerin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li sê bajaran herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Bakirhan: Nabe ku li Amedê Kurd, li Enqereyê gur bî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komploya 15’ê Sibatê li Stockholm û Vasterasê hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Hişê çêkirî yê X’ê (Grok) piştî heqaretkirina li Erdogan hate qedexekirin

Groka amûra naverokê ya hişê çêkirî ya X’ê ku yek ji platforma medyaya dijîtal a…

Ji aliyê Stêrk TV

KCDK-E’yê ji bo bîranînên Komkujiya Parîsê bang kir

KCDK-E'yê têkildarî Komkujiya Parîsê ya Duyemîn daxuyaniyek weşand û bang kir ku bi ruhê seferberiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?