Di roja duyemîn a konferansa “Di Sedsala Duyemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê” de, ku li Stenbolê tê lidarxistin, pirsgirêka Kurd, demorkatîkbûn û perspektîfa paşeroja hevpar hate nîqaşkirin.
Endamê Heyeta Îmraliyê Ozgur Erol li rûniştina bi sernavê “Ji civakê ber bi dewletê derfetên demokratîkbûnê” axivî û pêvajoya heyî weke “pêvajoya entegrasyona demokratîk a sêyemîn” pênase kir.
Erol diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê hem li Tirkiyeyê rê li ber demokrasiyê veke, hem jî bike ku Kurd li qada herêmî û siyasî bi roleke hîn çalak rabe û got, “Her kes qezenç dike, çima Kurd qezenç nekin?”
Erol ragihand ku Kurd salên dûr û dirêj li derveyî qada siyaset û hiqûqê hatin hiştin û anî ziman ku bi entegrasyona demokratîk re naskirina hebûna kolektîf a Kurdan û vekirina qada civaka demokratîk tê xwestin.
Bi dewamî diyar kir ku ji bo serketina pêvajoyê pêwîstî bi Qanûna Aştiyê heye û destnîşan kir ku qanûneke bi vî rengî wê mafê Kurdan ê siyaset û rêxistinbûnê ewle bike.
Erol hêviya ji qanûnê jî bi vî rengî kurteber kir:
– Divê sazîbûnek hebe ku dewamiya pêvajoyê û muxatabên pêvajoyê bigire nava xwe,
– Bi qanûnê re mafê rêxistinbûn û siyasetê yê mirovên ji vê qanûnê sûdê werbigirin di nava xwe de vehewîne.”
Erol ev gotina Rêber Apo bi bîr xist: “Civakên ku bi hêrseke mezin tijî bûne, bêyî nirxên etîk ên mezin nikarin bêne veguherandin. Civak di nava asêbûneke mezin de ye. Ji ber vê yekê em israr dikin û dilezînin.”
Ji qisekerên din ên konferansê Mehmet Bekaroglû got, “Civakîbûna pêvajoyên aştiyê, wergirtina tedbîrên cihê baweriyê girîng e. ‘Ez mirov im, weke mirov dixwazim xwe ewle bibînim, divê zikê min têr bibe û mafê min ê hilbijartinê hebe…’ Pêwîstî bi sîstemekê heye ku ji bo her kesî bersivê bide van daxwazan.”
Şukru Aslan jî bi taybetî qala polîtîkaya Tirkkirinê kir û got, “Bi vê konferansê re em bang li Tirkiyeyê dikin ku maqûl be û bi rabirdûya xwe re rû bi rû bibe. Hêvîdar im ku siyasetmedar wê encamên vê konferansê li ber çavan bigirin.”
Rûşen Seydaoglû jî diyar kir ku aştiya civakî tenê bi veguherandina newekheviya avanî, mekanîzmayên dervehiştinê û têkiliyên serweriyê, dibe.
Rûşen Seydaoglû got, “Bi dîtina min, dema ku me azadîparêziya jinê ji xwe re kir esas, hingî em ê hîn bêhtir nêzî komara demokratîk bibin.”
Di dawiya rûniştinê de Akin Bîrdal axivî û bi navê amadekarên konferansê silavên xwe ji Abdullah Ocalan re şand.

