Çarşem, 8 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Gimgimê civîna gel: Divê gavên şênber bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Selvî Tepe peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya NATO’yê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Sakîne Karakoçan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li 5 Kurdan birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trump: Bi dîtina min agirbesta bi Îranê re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Zîlan Tek piştî 7 salan konê sersaxiyê hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ne hêsan e ku Kurd weke berê bêne fedakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê wê Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin wê ji bo aştiyê li ber Meclîsê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di Hezîranê de 29 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sempozyuma Silêmaniyê de nûnertiya jinan a di pêvajoya entegrasyonê de hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’ wê 13-14’ê Hezîranê bê lidarxistin
Rojane

‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’ wê 13-14’ê Hezîranê bê lidarxistin

Ji bo 'Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê' banga tevlîbûnê hate kirin ku wê di 13 û 14'ê Hezîranê de li Stenbolê bê lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Gulan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyen wê di 13 û 14’ê Hezîranê de li Stenbolê bi konferansa bi navê “Di Sedsala Duyemîn de Konseferansa Veguherîna Demokratîk a Demokratîk” lidar bixe. Kesên ku di bin bangawaziyê de îmzayan wan hene li hoteleke navçeya Beyoglûyê ya Stenbolê bi daxuyaniyeke banga tevlibûna konferansê kirin. Kurmanciya daxuyaniyê Sekretera Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskîn ve hate xwendin.

Piştî vekirin û silavdayînê Ahmet Tirk axivî û diyar kir ku ew bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin û got: “Em ê bi hev re vê pêvajoyê bi ser bixînin.”

Gulten Kişanak a piştre axivî û destnîşan kir ku her tişt bi baweriyê destpê dike û got: “Em dizanin ku guherandina demokratîk jî wê pêk were. Ji bo wê em bi berpirsyariyê radibin. Ew înîsiyatîf jî bi vê sedemê hate avakirin. Bi vê konferansê em ê daxwaza xwe ya avêtina gavê nîşan didin. Baweriya me ji tevahî civakê avakirina jiyanekê hevpar heye. Em bang li her kesî dikin ku di avakarina komarak demokratîk de em bi hev re bimeşin.”

Dîba Keskîn diyar kir ku Tirkiye di qonaxeke krîtîk re derbas dibe ku di dîroka xwe de yek ji qonaxên herî krîtîk e û wiha axivî: “Tirkiyeya îro, li ser pirsgirêkên binyadî yên di warê demokrasî û hiqûqê de ku ji rabirdûyê mîras girtine, yên nû li wan zêde dike. Di asta navneteweyî de şer, otorîterbûn û newekhevî kûrtir dibin, di asta herêmî de jî her ku diçe şer û pevçûn serdest dibe. Di hundirê welat de serxwebûna darazê û serweriya hiqûqê lawaz dibe, azadiya fikr û ramanê û azadiya rêxistinbûnê roj bi roj teng dibe. Xizanî, newekheviya dahatê, rûxandina ekolojîk, berberîkirina civakî û di serî de şîdeta li dijî jinan zêdebûn û binyadîbûna şîdetê her ku diçe zêde dibin. Diyar e ku siberoja demokratîk a welêt di bin gefeke giran de ye. Ev gef li dijî her kesî ye ku li ser vê axê dijî, li dijî hemû çîn, beş û koman e. Bi bandora vê gefê, newekheviyên çînî, herêmî û nasnameyî û qeyranên di navbera beşên civakê de hîn kûrtir dibin.”

Di dewama axaftina xwe de Dîba Keskîn destnîşan kir ku ji bo ku ew bikaribin sedsala duyemîn a Komarê bi demokrasiyeke tam û aştiyê ji nû ve xeyal bikin, pêdiviya wan bi bihîstin, guhdarîkirin û naskirina hevdu heye û wiha domand: “Ji ber ku li ser vê axa ku em lê dimînin, di bîra hestiyar a her nasnameyê, her çandê, her civakê û her şêwazê jiyanê de şop, zext û trawmayên ku polîtîkayên otorîter li pey xwe hiştine, hene. Tirs û bêbaweriya me dibe sedem ku em xwe tenê hîs bikin û bibin berberî hevdu. Tirkiye, bi hewldanên îro yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derfeteke dîrokî bi dest xistiye ku ji van qeyranên binyadî derkeve û veguherîneke demokratîk pêk bîne. Pirsgirêka Kurd ji doh heta îro ji ber kêmasiyên hişmendî û binyada demokratîk a li Tirkiyeyê mezin bûye û hîn jî mezin dibe. Bi gotineke din, demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, parçeyên binesaziyekê ne ku ji hev nikarin bên veqetandin. Di vê wateyê de, pergaleke piralî ku tê de hemû nasname û bawerî li ser bingeha hemwelatiya wekhev di qada giştî de bi azadî hebin û dewlet li hemberî hemû baweriyan wekhev tevbigere, yek ji hîmên herî bingehîn ên demokratîkbûnê ye.”

Dîba Keskîn bi bîr xist ku hewldanên heyî yên çareseriyê, balê dikişînin ser hewcehiya komareke demokratîk û derfeta ji holê rakirina van kêmasiyan û derfeta çareserkirina pirsgirêkên binyadî pêşkêş dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wekî kesên ku bi hişmendiya vê berpirsiyariya dîrokî hatine cem hev; bang dikin ku di sedsala duyemîn a Komarê de pirsgirêkên demokratîkbûnê bi hemû aliyên xwe ve werin nîqaşkirin û rêyên çareseriyê yên ku wê zemîna civakî û siyasî ya demokrasî û aştiyê xurt bikin, werin hilberandin. Tişta ku îro pêdiviya me pê heye; ne tenê rexne ye, di heman demê de vîneke avaker e. Ji bo avêtina gavên ku dê aştiyê civakî bikin, demokrasiyê kûr bikin û wekheviyê sazî bikin, beşdariyeke xurt a civakî û hişekî hevpar hewce ye. Bi rêya Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê; em her kesê ku ji bo avakirina siberojeke demokratîk kedê dide, xwedî îtiraz, gotin, îdîa û pêşniyazan e, her kesê ku xeyalan dike û bi siberoja me ya demokratîk a hevpar bawer dike, vedixwînin vê pêvajoya raman û nîqaşa hevpar.”

Navên kesên îmzeyên xwe di bin bangawaziya konferansê de hene wiha ne: “Ahmet Turk, Alî Bayramoglû, Akin Bîrdal, Ayşegul Devecîoglû, Çîlem Kuçukkeleş, Dîba Keskîn, Dogu Ergîl, Ender Îmrek, Erdogan Aydin, Fadil Bedîrhanoglû, Fatma Bostan Unsal, Fazil Husnu Erdem, Ferhat Kentel, Gultan Kişanak, Îhsan Elîaçik, Julîde Kural, Kuban Kural, Levent Koker, Mehmet Bekaroglû, Mesut Yegen, Nuray Turkmen, Pakrat Estukyan, Riza Turmen, Sureyya Karacabey, Şebnem Korur Fîncanci, Şukru Aslan, Vahap Coşkun, Zeynep Altiok.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Abdullah Altûntaş piştî 32 salan hate berdan
Nûçeya Pişt re Ji ber pirtûka Rêber Apo salek ceza li girtiyekê hate birîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Helebê bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan

Bi hezaran şêniyên Helebê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê û sûcên mirovahiyê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Berpirsyarê sûcên li Rojava, yekser asta payebilind a dewleta Tirk’

Parêzer Jan Fermon, anî ziman ku dewleta Tirk sê cûre sûcên navneteweyî li Bakur û…

Ji aliyê Stêrk TV

Serdegirtina şaredariya Colemêrgê tê şermezarkirin

Endamên DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî serdegirtina Şaredariya Colemêrgê û binçavkirina Hevşaredar Siddik Akiş dan.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Gimgimê civîna gel: Divê gavên şênber bên avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Selvî Tepe peyama sersaxiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Encamnameya NATO’yê hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Sakîne Karakoçan jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?