PENa Kurd di 6-7ê Mijdarê li Amedê konferansek lidar xist. Konferansa ku du rojan dewam kir li Eywana Civînê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi sernavê “Wêje û aştî – di pêvajoyên lihevrûniştin, lihevkirin, aştî û wekheviyê de rola wêje, ziman û rewşenbîriyê” pêk hat. Gelek rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û siyasetmedar tevlî konferansê bûn.
Encamnameya Konferansa PENa Kurd wiha ye:
“Di 6-7’ê Mijdara 2026’an de Konferansa Navneteweyî ya ‘Wêje û aştî – di pêvajoyên lihevrûniştin, lihevkirin, aştî û wekheviyê de rola wêje, ziman û rewşenbîriyê’ li Amedê li navenda çandî ya erdnîgariyeke kevnar û xwedî berxwedaneke dîrokî hat lidarxistin. Ev konferansa li ser asta bilind ji aliyê Navenda PENa Kurd ve hat birêxistin û bi amadebûna fermî ya desteyeke payebilind a PENa Navneteweyî (PEN International) bi serokatiya Serokê Giştî Burhan Sönmez, ligel cîgirên serokatiyê yên navneteweyî, serokên komîteyên dayimî, nivîskarên navdar, akademîsyen û pêşengên civaka sivîl hat lidarxistin.
Beşdarên Konferansê bi awayekî fermî û bi yekdengî radigihînin, ku aştiyeke rasteqîn, rewa û mayînde tu carî tenê bi bêçekkirinê, bêparhiştina sistêmatîk ji mafên bingehîn, an jî bi bêdengkirina bi darê zorê nikare bê avakirin. Lihevhatineke bingehîn û aştiyeke rasteqîn tenê bi rêya diyalogeke ji dil û berdewam, danpêdan, hevpejirandin, rûmetgirtin û wekheviyeke seranser a bêbend û merc pêk tê.
Biryar û Hîmên Sereke:
1. Pêşxistin û Mayîndekirina Aştiyê:
Banga ji bo aştiyê û avêtina gavan di vê rêyê de, gaveke pir erênî û pêwîst e. Lê belê ji bo ku aştî li ser bingehên xurt û mayînde were avakirin, divê mafên çandî û zimanî werin pejirandin û hawîreke azadîxwaz were geşkirin. Divê aştî ne tenê bi wê yekê be, ku vaye çek hatine danîn. Bêhtir ji wê divê aştî di heman demê de wekheviya civakî û naskirina mafên siyasî, civakî, aborî, çandî û mirovî yên her kesî hembêz bike.
2. Hevsengiya Destûrî ya li ser asta çavan li hemberî bişaftinê (Asîmîlasyonê):
Pêkvejiyana di bin banê heman dewlet û heman destûrê de divê li ser bingeha maf û derfetên wekhev û diyalogeke azad be. Ji ber vê yekê, Konferans banga van daxwazan dike:
* Danpêdana destûrî û dabînkirina derfetên pêşxistina nasname, ziman û çanda gelê Kurd.
* Avakirin û pejirandina garantiyên hiqûqî yên ku perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîna fermî ya zimanê Kurdî misoger dikin.
3. Wekheviya rûmeta hemwelatîbûnê:
Jiyana di nav civakeke wekhev û hemanhengî de tê wê wateyê, ku tu kes neçar nemîne, dev ji mafên xwe yên çandî yan ji nasnameya xwe berde û tu kes bi darê zorê di nav nasnameyeke din de neyê bişaftin (asîmîlekirin). Ji bo aştiyeke mayînde û rewa mercekî giring e, ku bihevbawerkirina her du aliyan û wekheviya erk û mafan di nava civakeke xwedî serweriya dadmendî de bi xurtî di Destûra Bingehîn de werin bicihkirin û pêkanîna wan were garantîkirin.
4. Azadiya derbirînê û rêzgirtina li kursiyê vala:
Kursiyê Vala, yê ku li pêş di vê salonê de hatiye danîn, bîranîneke bi êş a li hemberî êrîşên dewam ên li dijî azadiya raman û azadiya mirovan e.
PENa Navneteweyî û Navenda PENa Kurd bi tundî daxwaza azadkirina bilez û bêşert û bend a hemû nivîskar, rojnamevan û girtiyên siyasî dikin. Heta ku ramanwerên rexnegir û nivîskar li pişt deriyên hesinî bin, tu destpêşxeriya aştiyê nikare baweriyeke exlaqî an demokratîk bi dest bixe.
5. Peyama exlaqî ya wêjeyê:
Li wî cihê ku siyaseta şaş bi hesabên taktîkî û dînamîkên desthilatdariyê re bêkêr dibe, wêje rasterast xwe berdide nava dil û wijdanê mirovahiyê. Ew dibe dengê wan kesên ku bêdeng in, an dengê wan hatiye birîn.
Wek nivîskar û nûnerên PENê, em bi xurtî bawer dikin, wêje û çand beşên bingehîn ên avakirina aştiyê ne. Em soz didin, ku em ê pênûsên xwe tu carî nexin xizmeta bihevçûn, kîn û şovenîzmê, lê belê em ê wan bi awayekî biryardar ji bo rastiyê, dadmendiyê û hevpejirandina gerdûnî ya mirovahiyê bi kar bînin.
Banga Dawî
Konferans bi piştgiriya bihêz a hevgirtina giştî ya PENa Navneteweyî bang li rayedarên û serkirdeyên siyasî yên dewleta Tirk dike, ku berê xwe bidine diyalogeke rêkûpêk, piralî û ji dil, ya ku li ser bingeha wekheviyê û serweriya destûrî hatiye avakirin. Her wiha em bang li hemû çalakvanên civaka sivîl dikin, ku bi wêrekî û nêrîneke kûr û dûrbîn beşdarî hemû hewldanên pêkanîna aştiyeke rasteqîn, destûrî û mayînde bibin.”

