Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji bo bîranîna şehîd Heqî…
Kurdistan

Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

Piştî te tu tişt wekî berê nema Heqî. Niha ez dîsa li çiyayan im. Tu ewqasî nêzîkî minî ku wekî ku destê xwe dirêj bikim, ez ê bigihîjim te, lê mixabin nikarim werim cem te.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Belê, ez ê dîsa bi rêya vê nivîsê ji te re hestên xwe binivîsim. Çiqas bi êş e ku her sal di vê wextê de êşên min nû dibin, tevahiya bedena min diheje. Mîna ku ez ne her roj te bi bîr tînim. Çiqas ecêbe, ne wisa? Mirov gava ji canê xwe canekî winda dike, mîna ku qet canê wî naêşe. Herçendî ez bixwazim vê êşê li rojekê bar bikim jî, ez nikarim xwe bixapînim ku ev yek pêkan e. Piştî te tu tişt wekî berê nema. Ji ber ku jiyan kêm bû. Jiyanek ku kêm be, çawa dikare wekî berê be? Herçendî ziman bêje “Ez baş im” jî, laş bi halê xwe yê bi êş dijberiyê dike.

Dema cîhan diguhere, bandorê li ser me jî dike. Piştî te di nava me de jî guhertinên mezin çêbûn. Ez çawa ji te re bêjim? Ew bejina te yê bi heybet ne li pêşberî min e, ew kenê te ya navdar nîne. Ez çawa bêjim? Tu dizanî, piştî ku te berê xwe da bêdawîbûnê, ez hê bêhtir bi te re me. Her şev gava ku ez serê xwe datînim ser balîfê, tu dibî mêvanê min. Bîranînên me yek bi yek tên bîra min. Ez fêr bûm ku ya rastî, ew tiştên ku hatine jiyîn e. Bîranînên me yên tijî wate her dem bi hev re bûyîna me vedibêjin.

Bi salan e min hem li zindanê û hem jî li bajaran ji te re dinivîsî. A niha ez hatime çiyayan. Ez hewl didim ku ji çiyan û ji qadên gerîla re ji te re binivîsim. Ez cara duyem e têm çiyê, lê ez nikarim werim wê qada ku tu lê yî. Di dilê min de birînek e ku ez nikarim werim nêzîkî te û hestên ku bêyî te min jiyaye ji te re bibêjim. Heke min bikaribûya hatibama, dibe ku min li ber serê te ew rondikên ku bi salan e di dilê min de kom bûne û min cihê barandina wan nedîtibû, bibaranda. Ji ber ku min digot “ez bandorê li hawirdora hevrêyan nekim”, rondikên min di nava min de bûn çiyayekî mezin.

Canê min, va ye ez dîsa hatime çiyê û ez dîsa nikarim werim ba te. Ez destê xwe dirêj bikim qasî ku ez bikaribim destê te bigirim nêzîk im, lê nekarîna hatina ba te çiqas êşê dide min, ka tu zanibe. Herçendî berê min her dem li Xakurkê be jî, ez nikarim werim. Lê belê ez bi hemû dil û bîra xwe bi te re me.

Di vê dema ku em dijîn de, jiyan ji bo me Kurdan her dem tijî êş bû. Berxwedan û dayîna berdêlan êdî bibû kevneşopek ji bo me Kurdan. Dixwestin me her tim hînê van êşan bikin. Mîna ku ev çarenûsek be. Ewqas mirin me dît ku, êdî hat rewşek wiha ku em bifikirin em ê nikaribin bêyî mirinê bijîn. Qey mebesta jiyan ji bo mirinê, mirin ji bo jiyanê, ev e. Rêbertî dixwest ji vê yekê re bêje bes e. Got, “Ji bo jiyînê ne pêwîst e ku mirov bikuje.”

Weke min got, ez hatime çiyê û parvekirina heman qadê bi te re, hem xweş e hem jî diêşîne. Tu li ser girê Şekîf bûyî, ne wisa? Lê niha li wir neyar hene. Te gotibû, “Ez niha ji cihekî pir bilind ji te re dinivîsim û bi çavên te jî ez qadeke pir fireh temaşe dikim”, ne wisa? Wê demê min fêm kiribû ku tu li ser girê Şekîf î. Nameyên ku te ji min re nivîsîbûn min yek bi yek jiber kirin û ez wan li quncika herî delal a dilê xwe zindî digirim. Tu zanibî ku min çiqas car xwe bi xwe xwendiye û te bi bîr aniye.

Piştî ku min ji te xatir xwest û ji bo aştiyê bi rê ketim, ez her dem bi wê baweriya ku em ê rojekê dîsa werin cem hev û sohbetên xwe yên navdar ji nû ve bikin jiya. Min çiqas bîra wan sohbetên me kiriye. Bi te re wekî dayik û kurekî, wekî du gerîlayan li wan çiyayên azadiyê yên bedew li pey şopên piyan li ser şiverêyan meşîn, çiqas kêfxweşî dida. Niha ez bi wan bîranînên xwe re xwe dixapînim. Gelo mirov bi dayika xwe re dibe hevrê? Me ev yek bi te re jiya û em têr nebûn. Ji ber ku tiştê xweş qet têra xwe nayê jiyîn, em hînê vê bûn. Jiyan çiqas tişt hînê me dike em wê fêrbûn. Weke min got, ya rastî ew bû ku me jiyabû.

Ez a niha ne li serê çiyayan, li bin çiyayan, di şikeftên ku me bi xwe çêkirine de ji te re dinivîsim. Yanî beriya niha çiyayan li lûtkeyên xwe û a niha jî li quntarên xwe me ji zaliman diparêzin. Bi hezaran hevalên şehîd û te we nekarî hûn vê rewşê bibînin. Ez jî rûniştime û ji we re van dinivîsim. Li rex me hemûyan, weke ku me ji bîr kiriye ku tu jiyana me ji nêz ve temaşe dikî.

Ez nizanim bê ka çi ye lê belê her ji ber çi be tim wisa difikirim ku tu tim li ba min î û min temaşe dikî. Ji ber wê ye ku dema ez xeletiyekê dikim, dibêjim; ‘’A niha Heqî çend bi min keniyaye.’’ Ez carna wisa hîs dikim ku kesek destê xwe li min dide. Ez nizanim, hê jî li gerdûnê û li ser laşê xwe gelek tiştên ku me fêm nekirine, hene. Belkî jî destlênedana te tiştekî wisa dide hîskirin. Dibêjin ya dilê dayîkan, tiştekî wisa. Êdî her çi be dilê min, ma ez kîjan tiştên ku hatine serê me ji te re bibêjim?

Wext bêrehm e û hê jî dilan dişewitîne. Şer dibin sedema mirinan. Însan, însanan dikujin. Kesekî ku a niha encama van şeran dibîne tune ye. Em hemû rojên Xwedê ew qasî kesan dispêrên axê. Rêbertî dibêje ya ‘’Ez dixwazim ew qasî mirinan bidim sekinandin.’’ Ji ber ku êdî ev xak ji mirinê têr bûne. Însanên ciwan bêyî ku bijîn, dibin ax.

Piştî te jî me ev dewleta Tirk ji bo aşitiyeke mayînde qanih nekir. Rêbertî êdî dixwaze her du alî jî ji xala ‘’bimire-bikuje’’ derkeve. Me nekarî di sala 2009’an de jî dewletê ji bo aşitiyê qanih bikin. Wê demê weke endamê koma aşitiyê em çûne xakên ku em lê ji dayîk bûne û me nekarî em şert û mercên aşitiyê biafirînin. Dema ku min li girtîgehê bihîst ku te koça dawî kiriye, min got; ‘’Ger me aşitî pêk bianiya, a niha wê Heqî jî sax bûna’’ û min xwe sûcdar dikir.

Gelo min xwe gelekî bi hêz dît? Helbet na. Lê belê her çend min dizanî ku şerên heyî ji aliyê hêza dewlet û kapîtalîzmê dihatin birêvebirin jî min nedikarî ez vê yekê ji dilê re bibêjim. Weke ku  hêza min ya sekinandina şeran heye min xwe sûcdar dikir. Dilê dayikan e, mirov nikare jêre bibêje û êş gelek tiştan didin gotin.

Dibe ku em her tiştî dizanin lê belê naxwazin fêm bikin. Min li girtîgehê, salekê be riya niha êşa koça te dawî dikişand. Min ji hevalên li girtîgehê re digot; ‘’Yan wê tiştek were serê Heqî yan jî tiştek hatiye serê wê.’’ Min ji bo te du heval şandin çiya û min îşlîkek da wan.  Min got; ‘’Bila bi vî îşlîkî wêneyekî bigire, wê ji min re bînin.’’ Mın digot; ‘’Tiştek hatiye serê wî, ji min re nabêjin.’’ Erê wan mizgîniya te ya xwe ji min re anîn, lê belê te mehekê beriya mirina xwe bi vî îşlîkî wêne girtibû û te ji min re şandibû.

Ez carna difikirim û dibêjim ku gelo ji ber ku ez bi awayekî neyînî fikirîm û wisa çêbû? Tu dibînî ez ji hemû tiştan xwe berpirsiyar dibînim. Dayîkbûn û jinbûn tiştekî gelekî cuda ye lê belê weke civak tiştekî ku hê jî me çareser nekiriye. Dirastiyê em hin tiştan beriya wê hîs dikin lê belê em tam nizanin bê ka wê çi biqewime. Ez dibêjim; ‘’Ger min beriya wê bizanibûya, min dikarî ez rê li ber bigirim.’’

Ji ber ez bûn şahidê hemû kêliyên qerisîna Suwar a di nava berfê de, ez bûm şahidê hemû kêliyên ku dema neynûkên te bi zindî ji cih derxistin. Min êşa bûyerên biêş ya hatî serê we her sêyan, tevî ku ez ew qasî dûrî we jî bûm, tim kişand. Min ew bûyer tin di xewnên xwe de dît û piştî ku ew bûyer diqewimîm êdî min qet ew xewn nedidîtin. Hê jî ez nikarim bibêjim ku ev hîsên min tên çi wateyê li holê lê belê rastiyeke ku ez dijîm, heye. Aha ji ber vê yekê ez tim dibêjim ku, çima ez tam fêm nakim û pêşî lê nagirim? Yanî dîsa ez xwe sûcdar dikim.

Dilê min, dayîkbûn tiştekî dijwar e. Bi ser de jiyîna piştî te gelekî zehmet e dilê min. Min tu li têkoşîna azadiyê zêde kirî û çûna teya beriya min neket dilê min. Wisa pê diêşim ku nikarim qal jî bikim. Hem anîna te ya cîhanê,  hem lêzêdekirina têkoşîna azadiyê û piştre jî mirina êşeke gelekî cudatir e.

A niha Rêbertî pêvajoya aşitiyê daye destpêkirin lê belê kesên ku ev êş nedîtine, kesên xwe nizanin fêm nakin bê ka aşitî tiştekî çend bi qîmet e. divê mezintirîn têkariya ji vê pêvajoyê re weke biqîmettirîn karê vê cîhanê were dîtin. Jixwe kesên ev êş nekişandine, ji aşitiyê fêm nakin. Biqîmettirîn tişta ku ji hemû civakan re bê dayîn ne mirin e; ew şert û merc in ku bi awayekî azad, aşitiyane û weke xwişk û birayan bijîn.

Bi min ji ber ku herî zêde dayîk êşa vî şerî dikşînin, herî zêde jî ew daxwaza aşitiyê dikin. Ez jî dikarim bes di nava şert û mercên aşitiyê de werim li ba te. Aşitî tiştekî wisa ye ku wê hemû rêyan veke. Kesên xwedî zîhniyeta kujerê kastîk, nizanin bêka aşitî wê çi qasî civakan zindî bike.

Erê dilê min, tu hevalê Kerîm Şirnex hûn bi hev re tevlî karwanê şehîdan bûn. Heval Kerîm gelekî ji te hez dikir û gelek caran dibû mêvan. Gerîlayekî gelekî xwerû, gelekî paqij û bedew bû. Bi vê wesîleyê ez heval Kerîm bi rêzdarî bi bîr tînim. Hûn du gerîlayên wisa bûn ku gelekî dihatin hezkirin.

Hevalên jin hê jî dema ku min dibînin, dibêjin ku bîranîn wan ên ligel te nekarîne li gel mêrekî din bijîn. Dibêjin ku te bîranînên gelekî hêja li gel jinan parve kirine û bi awayekî gelekî xwezayî li nêzîkî wan bûyî. A niha li ba min hin hevalên jin hene. Dibêjin; ‘’Li hemberî jinan nêzîkatiyeke wî ya jidil hebû.’’

Erê dilê min, ez çi qasî li ser binivîsim jî bi têrê nake. Di nava dile min ew qasî zede tişt hene ku qalkirin bi têrê nake. Vegotina te ya ji te re wisa ne pêkan e.

(*) Heqî Maraş (Heqî Ûlûdag) di 3’yê Mijdara 2012’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdan bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em ê têkoşîna şehîd Hogir û şehîd Serkêş bi serketinê tacîdar bikin’
Nûçeya Pişt re Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Eren Keskîn: Rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine nikare bê darizandin û girtin

Eren Keskîn ku li Girtîgeha Bakirkoyê serdana rojnamevan Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt…

Ji aliyê Stêrk TV

Malbata Mazlûm Rizgar Diyar: Em ê xwedî li têkoşîn û bîranîna şehîdên xwe derkevin

Kekê şehîd Mazlûm Rizgar Diyar, Hakim Karaviş got, "Şehîd ne tenê yên me ne, şehîdê…

Ji aliyê Stêrk TV

HDK û DEM Partiyê bi ciwanên ji Ewropayê hatine re civiyan

Ji welatên cuda yên Ewropayê komek ciwan bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re hatibûn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Em ê têkoşîna şehîd Hogir û şehîd Serkêş bi serketinê tacîdar bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?