Bîlançoya felaketa lehiyê ya hilweşîner a li Nepalê ya li ser sînorê Çînê giran dibe. Li gorî daneyên demkî yên Saziya Rêeberiya Afetê ya Nepalê ku roja Duşemê eşkere kir, di lehiyê de 903 kes mirin, 4 hezar û 247 kes jî winda bûn.
Medya dewletê ya Çînê jî ragihand ku li Tîbetê 16 kes mirin û 546 kes winda bûn. Bİ vî rengî bîlançoya giştî ya li Nepal û Tîbetê 919 mirî û 4 hezar û 793 winda ye.
Serokwezîrê Nepalê Balendra Shah felaket bi gotina “Afeteke xwezayî ya giran ku mirov nikarî xeyal bike û dilê mirovan parçe dike” pênase kir.
Li herêma felaketê karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike.

