Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Kongra Star: Divê tu kes destûr nede tovên dijminatiyê di navbera gelan de bên çandin
Rojava

Kongra Star: Divê tu kes destûr nede tovên dijminatiyê di navbera gelan de bên çandin

Kongra Star diyar kir ku pevçûneke Kurd û Ereban li Rojava û li seranserê Sûriyeyê ne ji bo berjewendiya tu gelî ye û diyar kir ku divê tu kes destûrê nede ku tovên dijminatiyê di navbera gelan de bên çandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Îlon 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Kongra Star der barê bûyera revandin û şehadeta endamê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Sîpan Hiznî de daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

“Li Rojava, gengeşiya ku duh bi qetilkirina Şehîd Sîpan Hiznî dest pê kir û her ku diçe kûrtir dibe, îro ji bo gelên me gihîştiye qonaxeke pir xeternak. Zêdebûna rêze bûyerên ku hest û hesasiyetên gelên Kurd û Ereb dikin hedef, dest didin damarên herî hesas ên civakê û dikarin gelan li dijî hev provoke bikin, tu carî nikare wekî tesaduf were dîtin.

Wekî berê jî anîbû ziman, pêşî di çarçoveya bûyera şehîd Sîpan Hiznî de û bi giştî hemû pêşketinên ku qewimîn, xizmeta avakirina zemînekê pir xeternak dikin ku armanc dike Kurd û Ereb li hemberî hev bîne û hestên kin û nefretê di navbera gelan de mezintir bike. Îro ev gengeşî heta wê astê gihîştiye ku li Kobanê, di girtîgeheke ku girtîbûnên wê li dijî êrîşên nijadperest ên hikûmeta Şamê protesto dikirin, agir derket û di encamê de 9 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan û gelek hemwelatî jî birîndar bûn. Ev yek careke din girîngî û giraniya rewşê nîşan dide. Em di serî de serxweşiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, ji birîndaran re şîfayeke lezgîn dixwazin û êşa gelê Kobanê û hemû gelê me yê Rojava parve dikin.

Ev bûyer ji bo pêşeroja pêvajoya entegrasyonê ya ku li Sûriyê tê meşandin jî gelek pirsên girîng derdixe holê. Di demekê de ku pêvajoya entegrasyonê berdewam e, rêbazê ku ji aliyê gelê Kurd ve di mijara bikaranîna zimanê Kurdî de hatiye pêşkêşkirin nayê pejirandin û di vê çarçoveyê de bertek û çalakiyên civakî pêş dikevin; ev yek fikarên cidî derdixe holê ku hêzên ku naxwazin entegrasyon pêş bikeve û dixwazin ji vê nîqaşê sûdê werbigirin, bi îstîfade ji hesasiyetên di navbera gelan de dikarin bûyerên provokatîf tetîk bikin. Qetilkirina hovane ya Ş. Sîpan Hiznî û dû re pêşketinên li Kobanê jî divê ji vê aliyê ve bi awayekî tevahî werin nirxandin.

Divê tu siyasetek ku bi destdanîna li ser xalên hesas ên gelên Kurd û Ereb, bi îstîsmara êş û hesasiyetên civakan, hewl dide gelan li dijî hev bixe, nehêle. Her hewildaneke ku hêrs û kina gelan ber bi hev ve dibe, armanc digire pêşeroja Sûriyê û îradeya jiyana hevpar a gelên Rojava. Hikûmeta Şamê û hêzên girêdayî wê, di beramberî vê pêvajoya ku ber bi pêş ve diçe, rasterast berpirsiyar in. Divê polîtîkayên zext û şîdeta li dijî gelan bê derengî werin rawestandin; hemû bûyerên ku qewimîne divê bi awayekî serbixwe, vekirî û dadperwerane werin lêkolînkirin. Hewldana ku pirsgirêkên civakî bi hêzên ewlekariyê bên tepisandin, ji mezintirkirina tevliheviyê encameke din nede.

Pêşketina pevçûneke Kurd û Ereban li Rojava û li seranserê Sûriyê ne ji bo berjewendiya tu gelî ye. Berevajî vê, rewşeke wiha dê ji bo hêzên ku dixwazin jiyana hevpar a gelan, pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyê û îhtîmala çareseriya demokratîk sabote bikin, bibe firsendek.

Ji ber vê yekê, em bi taybetî bang li eşîrên Ereb, rûspî û kesayetiyên bandorker ên civakê û hemû aktorên civakî yên li herêmê dikin ku bi herî zêde baldar û berpirsiyar tevbigerevin. Divê tu kes nebe amûra provokasyonan û tu kes jî destûr nede ku tovên dijminatiyê di navbera gelan de bên çandin.

Bangewaziya me ya ji hemû gelê me û hemû hêzên demokratîk re ye;

Li hemberî provokasyonan hişyar bin û îradeya jiyana hevpar a gelan biparêzin. Nehêlin ku kesên ku dixwazin gelên me li dijî hev bixin, ji vê rewşê sûdê wergirin.

Wek Kongra Star, em bawer dikin ku di hemberî pêşketinên ku jiyana hevpar a gelan, lêgerîna çareseriya demokratîk û pêşerojeke aştiyane li Rojava û Sûriyê tehdît dikin, girîng e ku raya giştî ya navneteweyî, derdorên demokratîk, hemû hêzên ku pêşketinên herêmê dişopînin û hemû rêxistinên li Sûriyê hişyar û baldar bin û helwesta xwe eşkere bikin. Girîng e ku pêşketinên li Rojava û Sûriyê nebin sedema pevçûnên nû di navbera gelan de û zemîna demokratîk, ku tê de mafên wekhev ên Kurd, Ereb û hemû gelên herêmê tên parastin, were parastin.

Pêşeroja Rojava û Sûriyê ne di pevçûna gelan de ye; ew ê li ser bingeha wekhevî, dad, demokrasî û jiyana hevpar were avakirin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê: Divê berpirs hesabê bidin
Nûçeya Pişt re Deklerasyona ‘1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê’ hate ragihandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo 4 gerîlayên YRK’ê taziye hate danîn

Ji bo 4 gerîlayên YRK'ê yên di êrişa rejîma Îranê de şehîd bûn li Stenbolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Mêran di rojekî de 8 jin qetil kirin: Banga çalakiyê hate kirin

Di 24 saetan de 8 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Li ser vê…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiya Emîne Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê di roja 120’an de ye

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê di roja 120’an de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Spanyayê ji ber karesata trênê sê roj şîn hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

‘Ji ber guherîna avhewayê divê rewşa lezgîn a tenduristiya kûreyî were îlankirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Înîsiyatîfa Gel êrişên li ser koçberên ji Girê Spî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?