Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar, gava ji Amedê diçû Nisêbînê li ser rêya Çinarê hate binçavkirin.
Piştî hate binçavkirin polîsan ji bo îfadeyê Şêrko Kanîwar birin Qereqola Polîsan a Çinarê û ji wir jî birin Edliyeya Çinarê. Nehat zanîn ku Şêrko Kanîwar bi çi hincetê hatiye binçavkirin.

