Li Geverê sersaxiya ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê berdewam dike.
Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Colemêrgê beşdarî merasîmê bûn û ji malbatên şehîdan sersaxî xwestin. Di seredanê de pankarta bi nivîsa ‘’Şehîdên me rûmeta me ne’’ û ‘’Şehîd namirin’’ hatin hilgirtin.
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir jî seredana konê sersaxiyê kirin û ji malbatan re sersaxî xwestin.
Keskîn Bayindir di sersaxiyê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi saya şehîdan gihîştiye van rojan.
Kekîn Bayindir pişte anî ziman ku şehîdan têkoşîna ‘’azadî û wekheviyê’’ meşandine û got ku ev têkoşîn bedêlên mezin hewce dike.
Keskîn Bayindir di dewama axaftina ev yek anîn ziman: ‘’Ev têkoşîn, kirasê ji agir bû, tu kesî nedikarî nêzîk bibe. Wan ew kiras li xwe kir û bi vî rengî ev têkoşîn dan meşandin. Ew rêhevalên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê yên beriya xwe bûn. Bi saya wan gelê Kurd serbilind e.’’
Keskîn Bayindir di dawiyê de destnîşan kir ku wê di pêşerojê de bîranînên şehîdan bibin mijarên fîlm û pirtûkan û got: ‘’Ew jî êdî nemir in.’’

