Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Krîza avê kûr dibe: Kirin weke stratejiyeke şerî!
Rojane

Krîza avê kûr dibe: Kirin weke stratejiyeke şerî!

Ekolojîst Beyaz Ustun diyar kir ku krîza avûhewayê ya li seranserê cîhanê di rastiyê de krîza avê ye û ger pêşî lê neyê girtin wê bi xwe re pirsgirêkên mezintir bîne û got: ‘’Em vê têkoşînê bes ne ji bo însanan, ji bo berdewamkirina jiyanê dimeşînin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

2’yemîn Forûma Avê ya Mezopotamyayê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Forûma Avê ya Mezopotamyayê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ve tê lidarxistin, dest pê kir. Di forûma ku wê sê rojan berdewam bike de wê mijarên weke ava li Mezopotamyayê, pirsgirêk û polîtîkayên avê yên Îran, Iraq û Sûriyeyê werin nîqaşkirin. Li gel Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê wê ji UNESCO’yê jî beşdar hebin û wê têkildarî polîtîkayên pergala kapîtalîst a avê dike amûreke şerî jî rêyên çareseriyê werin goftûgokirin.

 

Yek ji beşdarên forûmê Ekolojîst Beyza Ustun bi taybetî bal kişand ser êrîş û polîtîkayên sermayayê yên li ser ava li Mezopotamyayê. Beyza Ustun got ku ‘’Li gel aşitiyê wê av jî azad bibe’’ û diyar kir ku ava ku ji herka xwe ya xwezayî tê qutkirin veguheriye krîzekê û divê li hemberî vê yekê têkoşîn were meşandin.

Beyza Ustun, di 2’yemîn Forûma Avê ya Mezopotamyayê de diyar kir ku polîtîkayên li herêmê ên li ser avê hem gefan li xwezayê dixwe hem jî li civakan û nerazîbûnên xwe nîşan dan ku av kirine daneheveke sermayeyê. Beyza Ustun da zanîn ku sedema beşdarbûna gelên li Mezopotamyayê, rêxistinên ekolojiyê, aktîvîst, siyasetmedar û lêkolîneran a ji vê forûmê re ‘’parastina av û jiyanê ye’’ û destnîşan kir ku ev pêvajo bes ne hawirdorîye di heman demê de têkoşîna polîtîk û civakî ye û got: ‘’Em weke ew kesên ku girîngiyê didin polîtîkayên li ser avê, dixwazin avê biparêzin, li vir in.’’

‘KORTALA MEZOPOTAMYAYÊ DI BIN ÊRÎŞEKE KÛR DE YE’

Li gorî Beyza Ustun polîtîkayên avê yên li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li ser Mezopotamyaya Rojava ji pêvajoyeke kûr a veguherinê re derbas dibe. Hewla pergala kapîtalîst netewedewletan a kontrolkirina çavkaniyên avê bi awayekî rasterast gefan li jiyana li herêmê dixwe.

Beyza Ustun diyar kir ku li gel biryarên ku di Konferansa Dublînê ya 1992’yan de hatine standin av ji mafekî mirovan hatiye derxistin û kirine weke objeke bazirganiy û ev yek anîn ziman: ‘’Pergala kapîtalîst, emperyalîzmê jî dixe li dû xwe biryarên navneteweyî bi netewe dewletan dide sepandin. Di vê pêvajoyê de hebûnên xwezayî, pergalên xwezayî û av tevî ku çavkaniyên bingehîn ên hemû zindiyan in jî tên objekirin.’’

Ustun bi bîr xist ku li gel biryarên konferansê av ji mafekî mirovan hatiye dûrxistin û ew kirine weke objeyeke bazirganiyê.

‘AV, JI HERKA XWE YA XWEZAYÎ HATE QUTKIRIN’

Beyza Ustun anî ziman ku polîtîkayên li seravê yên li Tirkiye û welatên li derdora wê ev demeke dirêj e zirarê didin xwezayê û got: ‘’Li gel bendav, projeyên enerjiyê û projeyên şîrketên mezin av ji herka xwe ya xwezayî hatiye qutkirin; hebûna hevpar ya gelan, zindiyan û hemû pergalên xwezayî kirine daneheveke sermayeyê.’’

Ustun destnîşan kir ku ev pêvajo bes ne avê di heman demê de daristanan, qadên çandiniyê û hevsengiyên ekolojîk tune dike û ev yek anîn ziman: ‘’Bidestnestina avê tê wateya bidestnexistina jiyanê jî. Kî avê bi dest dixe? Bes kesên sermayedar û pereyên wan hene. Polîtîkayên dewletê jî vê yekê rewa dike.’’

‘AV KIRIN STRATEJIYEKE ŞERÎ’

Beyza Ustun diyar kir ku polîtîkayên li sera vê tên meşandin şer û pevçûnên li herêmê jî kûrtir dikin, mînakên Îsraîl-Filistînê û Rojava bi bîr xistin. Ustun abî ziman ku êdî av bûye perçeyekî stratejiyên şerî û got: ‘’Bidestxistina avê tê wateya bidestxistina jiyanê. Ev tê wateya destwerdane bi awayekî rasterast ya li ser jiyana gelan.’’

‘JI BO JIYANA HEMÛ ZINDIYAN DIVÊ TÊKOŞÎN WERE MEŞANDIN’

Beyza Ustun got ku ji bo şikandina vê hegemonyayê divê li hemberî kapîtalîzm, aqilê baviksalariyê û destwerdanên sermayeyê yên bi hinceta polîtîkayên ewlehiyê tên kirin, were sekinîn û ev yek anîn ziman: ‘’Îro em weke kesên ku parastina avê dikin li hemberî kanên madenan, HES’an, RES’an û GES’an zordestiyên ku ketine hemû qadên xwezayê bes ne ji bo jiyana xwe ji bo jiyana hemû zindiyan têdikoşin. Armanca forûmê, parastina avê û nîqaşkirina awayên jiyanê yên li hemberî pergalê ye. Em qala kontrolkirina avê nakin, em qala kontrolkirina pergala ku mudaxeleyî avê dike, dikin. Em qala wê yekê dikin ku bêyî ku pergala kapîtalîst jiyanê bi  dest bixe, em ê çawa wê bidomînin, dikin.’’

‘TIŞTA KU EM JÊRE DIBÊJIN KRÎZA AVÛHEWAYÊ, KRÎZA AVÊ YE’

Beyza Ustun diyar kir ku di bingeha krîzên li seranserê jiyanê rû didin de destwerdanên li ser avê hene û got: ‘’Tişta ku em jêre dibêjin krîza avûhewayê di rastiyê de krîza avê ye. Ji ber ku çerxa avê têk diçe, hevsengiya atêosferê jî guherî. Bahoz, ziwabûn û lehî hemû encamên van derstwerdanan in.’’

Beyza Ustun da zanîn ku şer û pevçûnên ku ji aliyê pergalan ve tên afirandin êdî wê li ser xwegihandina avê pêş bikevin û ev yek anîn ziman: ‘’Talûkeya rastîn, ferqa di navbera kesên ku dikarin xwe bigihînin avê ya kesên ku nikarin xwe bigihînin avê de ye. Li cîhaneke ku lê av tune ye, tu zindî nikarin bijîn. Ji ber vê yekê em têkoşînê bes ne ji bo însanan  di heman demê de ji bo dewama jiyanê  dimeşînin.’’

Beyza Ustun di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku azadbûna avê mifteya aşitiyê ye û got: ‘’Azadbûna avê, aşitî ye. Li gel aşitiyê wê av jî azad bibe, gel wê avê azad bikin. Em weke kes li vir kom  bûne û nîqaş dikin û bi hev re li rêya xwe digerin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nivîskar Îlhamî Akter: Ji bo raperîna min bê bihîstin dinivîsim
Nûçeya Pişt re Dadgehê xwest Kongreya Bajêr a CHP’ê bê rawestandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serra Bûcak bû namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Serra Bûcak bû namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê. Ji bo diyarkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Federasyona Gaziyan: Rizgarkirina Şengal a Nûranî pîroz be

"Em li ser navê hevalên xwe yên li Şengalê birîndar bûne û bûne gaziyên şer…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?