Di çarçoveya lêpirsînê de êkîbên hêzên leşkerî derheqê Şaredar Îlkay Çîçek jî di nav de 16 kesan de biryara binçavkirinê da. Di operasyonê de 13 gumanbar hatin binçavkirin û ew birin Fermandariya Jendermeyan a Bajêr.
Hate diyarkirin ku derheqê kesên hatine binçavkirin de bi hincetên weke ‘’avakirina rêxistinê ya bi armanca kirina sûcî’’, ‘’endamtiya ji rêxistina bi armanca kirina sûcî hatiye avakirin’’, ‘’bertîl’’, ‘’xerabîkirin’’, ‘’sextekariya li ser belgeyên fermî’’, ‘’xirabkirina erkê xwe’’ û ‘’sedema qirêjiya îmarê’’ kiryar hatine kirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Alîkarê Serokê Şaredariyê Mesût Taşdemîr, Midûrê Îmar û Bajarvaniyê Îbrahîm Yalça, Midûrê Plan û Projeyê Dûrmûş Parin, Midûrê Kontrola Avaniyan Omer Eryilmaz, Wekîlê Midûrê Plan û Projeyê yê berê Y.U., Wekîlê Midûrê Kontrola Avaniyan yê berê H.Y., endamê meclîsa şaredariyê A.B.Y., Î.P., M.P., Û A.P. di nava kesên ku hatine binçavkirin de cih digirin.

