Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nirxandina pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyê” îro bi rengekî awarte dicive, ku tê payin pêşnûme pêşkêşî parlamentê bê kirin.
Civîn wê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari li Navenda Giştî ya DEM Partiyê saet di 15:00 de destpê bike.
Tê payin ku di civînê de nîqaşên li ser pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyê”, danûstandinên bi partiyên siyasî re û rewşa dawî ya têkildarî pêşniyara qanûnê bêne nirxandin.
Li aliyê din tê payin civîna asayî ya Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê 12’ê Tebaxê bê lidarxistin.

