Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amedê ‘Înîsiyatîfa Yekitiyê’ hate avakirin
Kurdistan

Li Amedê ‘Înîsiyatîfa Yekitiyê’ hate avakirin

Li Amedê ji bo li ser yekitiya Kurd xebat bên meşandin, ‘Înîsiyatîfa Yekitiyê’ hate avakirin. Civîna ku îro destpê kirî, wê du rojan bidome.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Amedê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, saziyên sivîl ên civakî, rûspî, oldar û bawermend, kesayet, parlamenter ji bo ragihandina “Înîsiyatîfa Yekitiyê” li Çand Amedê civîn lidar dixin. Civînê îro destpê kir û wê heta sibê bidome. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, nûner û rêveberên partiyên Kurdistanî, rêxistinên sivîl, rûpsî, kesayet û gelek kes tevlî bûn. Li eywanê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî, Tirkî, Erebî, Suryanî û Ermenkî pankarta “Em ê bi helwesta yekitiyê bi ser bikevin” hate daliqandin.

Civîn bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Salîha Aydenîz, Dîba Keskîn, Nahît Eren, Kasim Firat û Ayetullah Aştî ji bo dîwanê hatin bijartin.

Piştre yek ji endamê Înîsiyatîfê Orhan Ayaz axaftina destpêkê kir û têkildarî pêvajoya ku piştî banga Rêber Apo destpê kir nirxand û xwest ku piştgiriya vê pêvajoyê bê kirin. Ayaz da zanîn ku ji bo ragihandina “Înîsiyatîfa Yekitiyê” 9 mehan xebat meşandin e û got: “Çavê temamê Kurdistan û cîhanê li vê civîna me ye. Em ê jî li ser vê bingehê civîna xwe pêk bînin.”

Piştre parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz qala xebatên Sirri Sureya Onder û tevkariya wî ya li pêvajoya heyî kir û ji malbata wî, DEM Partiyê û gelê Kurd û Tirkiyeyê re sersaxî xwest. Salîha Aydenîz destnîşan kir ku ji bo aştî û demokrasî were vî welatî dê xebatên wan bidomin.

Salîha Aydenîz bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo û wiha got: “Ji bo ku ev bangawazî bigihije armanca xwe xebatan dimeşînin. Em ê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yekitiya xwe pêk bînin. Yekitiya her çar aliyên Kurdistanê wê li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê demokrasiyê pêş bixe. Gelê Kurd têkoşîna azadiyê dide û ji bo demokrasi mayînde bibe têdikoşe.” Salîha Aydenîz her wiha bal kişand ser kongreya PKK’ê ya di navbera 5-7’ê Gulanê de pêk hat û got: “Divê jin, ciwan û civak zêdetir bi rola xwe rabin. Em di serî de yekitiya xwe pêk bînin û bi pêş ve bibin. Em ê li ber van gavên dîrokî berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Em spasiya hemû kesên ku ked dane avakirina înîsiyatîfê dikin.”

Piştre parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek axivî. Sînan Çîftyurek qala xebatên ku çend meh in ji bo Înisiyatîfa Yekitiyê meşandine kir û da zanîn ku xwe gihandin gelek kesan û vê civînê di vê çarçoveyê de pêk tînin.

Sînan Çîftyurek bal kişandin geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Dewletê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Vê hevdîtinê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hêviyek derxist holê. Em hişmendî û realiteya Kurdistanê digirin ber çavan û me xwest bi hemû pêkhateyan em civînê li dar bixin. Birêz Ocalan ji bo çareserkirina meseleya kurd û demokratîkbûna civakê bang kir. Em weke înîsiyatîf vê bangê girîng dibînin. Duh jî PKKê kongreya xwe li dar xist û gotin dê çekan danin. Banga me ya ji gelê me re jin û ciwanan, rewşenbîr û seydayan re ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê û ji bo aştiyeke mayînde û civaka demokratîk piştgiriyê bidin Înîsiyatîfa Yekitiyê.”

Sînan Çîftyurek bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ku li Qamişlo pêk hat û wiha got: “Konferanseke girîng pêk hat. Ev ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û seranserê Sûriyeyê girîng bû û biryarên girîng girtin. Gotin em Kurd yek deng in. Hêvî dikim ku ev Înîsiyatîf li vê derê biryareke baş bigire û rêya me veke.”

Piştî axaftinan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kujerên Halîl û Kasim Alpsoy hatin pirsîn
Nûçeya Pişt re Artêşa Tirk a dagirker êrîş dike, gerîla xwe diparêze
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li başûrê Lubnanê êrîşên beramber dewam dikin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê roja Duşemê ragihand ku li başûrê Lubnanê di êrîşa Îsraîlê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Zana Farqînî: Ji bo aştiyê divê gavên pratîkî bêne avêtin

Zanyarê Zimanê Kurd Zana Farqînî anî ziman ku divê dewlet tavilê dest ji wan polîtîkayên…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Mexmûrê: Em ê azadiyê bi têkoşîna birêxistinkirî bidestbixin

Çalakiya Nobetên ya li Wargeha Mexmûrê bi koma 205’an û di roja 1065’an de didome.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?