Li gorî agahiyên hatine girtin, mînîbusa bi plaka 41 AFM 446 dema diçû Çewlîgê, li cihê ketina navçeya Licê wergeriya.
Gelek ambulans sewqî cihê qezayê hatin kirin. Hat diyarkirin ku ji 18 kesên di wesayîtê de, 3 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. Birîndar rakirin nexweşxaneya li Licê.

