Gelê Kurd gelekî wisa ye ku bi salan hate qetilkirin, koçberkirin, ziman û hebûna wan hate înkarkirin, qedexekirin û hatiye perçekirin. Di dîroka gelê Kurd de bi taybetî di sedsala 20’emîn de bi dehan serhildan çêbûne. Lê belê tu ji van negihîştine armanca xwe, bûne sedema gelek komkujiyên mezin. Rêber Apo hê di zarokatiya xwe de rastiya vê erdnîgariyê û rastiya gelê Kurd ê ku dibin mêtinkariyê de bi bişaftinê re rû bi rû maye, dibîne, analîz dike û dest lêgerîna çareseriyê dike. Rêber Apo di analîzên xwe yên destpêka salên 1970’yan de dibêje ku ‘’Kurdistan dagirkirî ye’’ û li dijî dagirkeriyê yekem pêngavên têkoşînê diavêje. Li gel vê gotinê koma yekem li Bendava Çûbûkê a Enqereyê tê cem hev û di encama civînê de biryara mezinkirina komê tê standin.
Êdî li metropol û zanîngehên Tirkiyeyê birêxistinbûn pêş dikeve û deriyên vejîneke nû vedibin. Di vê pêvajoyê de bi dehan kom û tevgerên çepgir xebatan bi rê ve dibin lê belê ev hemû di patîkê de lawaz dimînin. Koma biçûk a Apoyî jî her ku diçe mezin dibe û bala hemû tevger û gelan dikşîne ser xwe. Ji wan re hem Xwendekar hem jî Apoyî tên gotin. Bayê Apoyî kolan bi kolan, bajar bi bajar di nava herkê de xwe nîşan dide û pêşengtiya serhildanên civakî dike. Li gel şehîdbûna yek ji pêşengê koma Apoyî Hakî Karer a di 18’ê Gulana 1977’an de kom derbasî qonaxeke din dibe û PKK tê avakirin. Li gel vê yekê têkoşîna heyî derbasî qonaxeke din dibe. Di vê pêvajoyê de têkoşîna di çarçoveya xweparastinên li Hîlwan û Sêweregê ên li dijî çetebûyînên weke Silêmanparêz û Bûcakan ku alîgirên dewletê ne û zextên eşîret û axayan de ser dikevin. Di destpêka salên 1980’yan de dewleta Tirk geşedanên heyî êdî ji bo xwe weke talûkeyekê dibîne, li dijî tevgera Apoyî dest bi amadekariyan dike û zemîna derbeya leşkerî tê amade dike. Ji ber ku Rêber Apo vê talûkeya ku tevger û gel rû bi rû maye, dibîne pêngaveke ku berê têkoşînê dide asteke bilindtir, diavêje. Li gel vê pêngavê Rêber Apo ji Bakur derdikeve, li derveyî welêt ji bo pêşwazîkirina vê talûkeyê û ji bo kadroyan perwerde bike û wan bişîne welêt dest bi xebatan dike. Derbeya ku di 12’yê Îlona 1980’yan de pêk tê, bi xwe re rê li ber têkoşîneke mezintir vedike.
ZINDANA AMEDÊ BINGEHA TÊKOŞÎNÊ AVA DIKE
Di vê pêvajoyê de bi sedan kadroyên Tevgera Apoyî tên girtin û li Zindana Amedê bi êşkenceyê re rû bi rû dimînin. Li Zindana Amedê xeta îxanet û berxwedanê diyar dibe. Kadroya rêveber a Tevgera Apoyî ji bo ku li dijî xeta îxanet û dagirkeriyê bisekinin di 21’ê Adara 1982’yan de Mazlûm Dogan Newrozê li gel berxwedan û şewitandina laşê xwe pêşwazî dike. Ev yek dibe sedem ku hem li Zindana Amedê hem jî di nava gel de xwepêşandan dest pê bikin. Piştî çalakiya Mazlûm Dogan şeva 17-18’ê Gulanê çalakiya ku ji aliyê Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmût Zengîn ve tê lidarxistin di navbera 21’ê Adarê û 14’ê Tîrmehê de dibe pirek û bingeha berxwedan û serkeftinê ava dike. Li gel Çalakiya Rojiya Mirinê ya di pêşengtiya pêşengên Tevgera Apoyî Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de di 14’ê Tîrmehê de PKK digihîje lûtkeya berxwedanê û û bingeha têkoşîna çekdarî di encama berxwedana li Zindana Amedê derdikeve holê.
Ev berxwedan ji bo gel û kadroyên Tevgerê dibe hêza serkeftinê û girêdayî vê yekê xwedî li berxwedanê derdikevin. Rêber Apo ji bo xwedîlêderketina bîranîn û berxwedana hevrêyên xwe tim û tim bi pêngavên wêrek meşiyaye û bûye sedema rûdana geşedanên dîrokî. Di sala 1983’yan de kadroyên derveyî welêt li Kampa Bekaayê ji bo pêşxistina şerê gerîlayan û bibin bersiva Berxwedana 14’ê Tîrmehê tên perwerdekirin û ji welêt re tên şandin. Heya wê demê hewlên Rêber Apo ên têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser siyasetê ne. Lê belê dewletê tim bersivên neyînî dan hewlên Rêber Apo û ji Tevgera Kurd re weke tekane rê bihêzkirina têkoşîna çekdarî hiştiye. Vegera welêt bi awayekî serkeftî pêk tê û kadroyên PKK’ê li çiyayên Bakur û Başûr bi cih dibin. Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) pêşengtiya vê vegerê dike û gav bi gav berê xwe dide 15’ê Tebaxê.
Rêber Apo, wiha behsa pêvajo û guleya yekem dike: ‘’Beriya ku ez bigihîjim vê biryarê ez gelekî fikirîm, li ser gelekî sekinîm û min gelekî lêkolîn kirin. Hemû serhildanên heya niha gelekî kurt bûn. Serhildana herî dirêj dewam kiriye, ji du mehan pêk tê. Dijmin di nava du mehan de serhildan çewisandine, pêşengên serhildanê girtine, hin jiwan darve kirine û hin ji wan jî sirgûn kirine. Di encama serhildanan de komkujiyên mezin hatibûn kirin. Weke encam serhildan çêbûye lê belê di dawiya serhildanan de çewisandin û komkujî pêk hatine. Wê vê carê wisa nebûya. Min palana serhildaneke gelekî demdirêj kiribû lê belê diviya ev yek bi hev re bihata birêvebirin. Ji bo vê yekê şoreşgeriya ku wê pêş bikeve diviya xwedî pergal, plankirî û kontrolkirî bûna. Em ê li gel hişmendiya xwe ya dîrokî, sekna xwe ya bibiryar û dilsoziya xwe ya ji azadiyê re pêk bînin. Lê belê divê em tirsa di nava civakê de ji holê rakin. Ji bo vê yekê jî divê em pêşiyê guleyekê biavêjin ku gel bîbîne ku hêza şoreşê pêş ketiye û bila ew tirs ji holê rabe.’’
PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
Guleya yekem a di 15’ê Tebaxa 1984’an de hate avêtin ji aliyê rastiya gelê Kurd û hişmendiya gelê Kurd a paşmayî hatî hiştin ve bû xala werçerxê. Gelê Kurd ê ku bi tirsa kuştinê hatî çewisandin li gel vê guleyê ji tarîtiyê rizgar bû û berê xwe da ronahiyê. Ev çalakiya ku di pêşengtiya Fermandar Egîd, Erdal (Mûstafa Yondem), Bedran (Mehmet Sevgat) û komeke hevrêyan de pêş ket, weke vejîna gelê Kurd mohra xwe li dîrokê xist. Bêguman ev bûyer bi hêsanî neqewimî. Li gel ked û fedekariyên mezin û bi heman awayî di çarçoveya armancekê de pêş ket û encam girt. Geşedanên ji roja vejînê heya roja îroyîn derstkeftiyên weke artêşbûn û bidestxistina nasnameyê bi xwe re anîn, bi xwe fedekariyên mezin anîn û rêya têkoşîna leşkerî û siyasî vekir.
Mezinbûna Tevgera Apoyî, seknên di şexsê Zîlan (Zeynep Kinaci) de û bi heman awayî çalakiya Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a rê li ber artêşbûna jinan vekir, di dîrokê xwe de xwedî cihên girîng in. Dema ku ev geşedanan rû didan ev yek ji bo dewleta Tirk jî bûbûn tirs û fikarên mezin. Rêber Apo tim dixwest ku ev pirsgirêk bi rêyên siyasî were çareserkirin. Bi salên dirêj her çend hewlên bi vî rengî çêbûn jî ev hewl ji aliyê dewleta Tirk ve bê encam hatin hiştin û şerê çekdarî dubare pêş ket. Tê zanîn ku ev tevger bi berxwedana xwe ya di tevahiya 50 salan de bi hêz bûye, li hemberî hemû êrîşan sekneke fedaî nîşan daye, rabûye ser piyan û hebûna xwe misoger kiriye.
Rêber Apo, di banga xwe ya 27’ê Sibata 2025’an de diyar kir ku PKK’ê mîsyona xwe temam kiriye û divê êdî xwe fesix bike û rêbaza xwe ya têkoşînê biguherîne. Li hemberî banga Rêber Apo, rêveberiya Tevgera Apoyî gavên pêwîst avêtin, agirbest ragihand, kongreya xwe civand û PKK fesix kir. Bi heman awayî, bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozatê 30 gerîlayan çalakiyeke şewitandina çekan pêk anîn û dilsoziya xwe ya ji bo Rêber Apo nîşan dan. Ger ev pêvajo bêencam bimîne wê çi bibe? Bi heman awayî, ger ev pêvajo bigihîje çareseriyê wê gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê çi bi dest bixin? Pêwîst e ev her du pirs ji aliyê her kesekî Kurd û Tirk ve ji xwe werin pirsîn û berpirsiyariya vê pêvajoyê ji aliyê her kesî ve bê girtin.

