Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Li çiyayê Hesandinê ji bo qereqol û madenê rê tê çêkirin
Civak & Ekolojî

Li çiyayê Hesandinê ji bo qereqol û madenê rê tê çêkirin

Li çiyayê Hesandin ê li navçeya Pasûrê ya Amedê, ji bo çêkirina qereqolê rê tê çêkirin. Gundiyan nerazîbûn nîşanî xisara li xwezayê dan û gotin, rê ne tenê ji bo qereqolê her wiha ji bo karê madenê jî tê çêkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Çiyayê Hesandinê ku yek ji çiyayên herî bilind ên li navçeya Pasûr a Amedê ye, di hedefa karê lêgerîna li madenê de ye. Şîrketeke bi navê Kûlp Madencîlîk par li herêmê xwest karê sondajê bike û gundî û xelkê li zozanan li pêşiya vê yekê bûn asteng. Di encama serlêdanê û têkoşîna gel de eşkere bûbû ku şîrketê rapora ÇED’ê sala 2008’an wergirtiye û di nava 5 salan de dest bi kar nekiriye. Li gel rapora ku tê gotin ji aliyê walîtiyê ve hatiye betalkirin, li herêmê karê çêkirina rê hate destpêkirin. Gundiyan diyar kirin ku rêya tê çêkirin ji bo avakirina qereqolê ye. Her wiha anîn ziman ku rê di heman demê de ji bo karê madenê jî tê çêkirin û gotin, “Xwezaya me bi rêk û pêk tê talankirin.”

Parêzeran par ji bo wergirtina agahiyan serî li Wezareta Hawirdorê dan. Di bersiva 6’ê Îlona 2024’an de hate ragihandin ku şîrketê rapora ‘ÇED pêwîst nîne’ sala 2008’an wergirtiye û hate gotin, “ÇED a ku hatiye wergirtin ji ber ku di nava 5 salan de kar nehate kirin, betal bû. Piştî bersivê destûr ji şîrketê re nehate dayin ku li qadê karekî madenê bike. Li gel mehek di ser re derbas bû di 9’ê Cotmeha 2024’an de li zozanê Hesandinê, hate ragihandin ku salên 2011, 2012 û 2013’an bi beyana 100 hezar ton maden hate derxistin serî li midûriyetê hate dayin û daxwaza destûrê hate kirin. Midûriyetê heman rojê bersiv da serlêdanê û bi hinceta ku maden hatiye derxistin ragihand ku biryara ‘ÇED pêwîst nîne’ hîn dewam dike. Piştî destûrê li zozanê Hesandinê 10 roj in karê çêkirina rê tê kirin. Hate ragihandin ku kar ji bo qereqolê tê kirin. Gundî çû cihê kepçe lê dixebitin û hem ji leşkeran hem jî ji xebatkarên şîrketê pirs pirsîn, lê nekarîn bersivê werbigirin.

Belgeyên ku parêzeran têkildarî projeyê xwestin jî bi gotina ‘Em nikarin bidin’ hatin redkirin. Di rêya ku ji bo qereqolê tê çêkirin bi dehan dar hatin rakirin. Gundiyan diyar kirin ku qereqol bahane ye, rê bi esasî ji bo karê madenê tê çêkirin û gotin, wê li aliyekî din ê çiyê rê bê çêkirin ku ev yek ji bo karê sondajê ye. Karê çêkirina rê hefteyê 7 rojan dewam dike û bi dehan leşker bi kepçeyan tevdigerin. Gundiyên li ser mijarê ji me re axivîn, bal kişandin ser xisara li herêmê tê kirin. Ji parêzerên Baroya Amedê Eyup Aydenîz jî anî ziman ku li çiyê bi rengekî nehiqûqî rê tê çêkirin û amadekarî ji karê madenê re tê kirin.

AV Û ÇAVKANIYA ME YA DEBARÊ WÊ TINE BIBE

Ji gundiyên Şirnazê ku li quntarê Hesandinê ye Remzî Tûran got, “Ev mesele ya hemû navçeyan e, ne tenê ya Pasûrê ye. Divê her kes xwedî li vê derê derkevin. Wê ji vê derê re heyf be. Bi karê rê re xwezaya li vê derê talan kirine. Ev der di nava 10 rojan de wêran kirine. Li vê derê ji bo şîrketekê, ji bo kesekî bexçeyên me perîşan kirine. Em vê yekê qebûl nakin.”

Nedîm Emre yê ji heman gundî jî got, “Em ji bo heywanên xwe, ji bo xwezaya xwe li vê derê ne. Li Pasûrê tiştek nehiştin, nîvê wê di binê bendavê de hiştin, nîvê mayî jî karê madenê lê dikin. Eger li vê derê maden bê çêkirin wê mirov bê av bimînin. Me ne zanî kî bi çi rengî vê navçeyê dike hedef. Ji aliyê çandiniyê ve, ji aliyê sewalkariyê ve tiştek namîne. Eger Hesandin biçe wê tiştek di destê me de nemîne. Ava me niha weke xwînê diherike. Qala Bendava Sîlvanê dikin lê belê bi vê bendavê re navçeya me nema. Hezar sal in em li vê derê ne. Me ji bo vê derê gelek berdêl dan. Niha ji bo şîrketekê tên hemberî me. Em ê nehêlin ku vê derê tine bikin. Em ê li vê derê xaka xwe biparêzin.”

Cevahîr Tekîn jî anî ziman ku êrîş li ser qada wan a jiyanê û xwezayê tê kirin û got, “Ji bo mirov li vê derê nemînin çi ji wan tê dikin. Dixwazin bi bendavê me tine bikin, qada me ya jiyanê biqedînin. Li vê derê ji 7 heta 70 salî her kes em ê li ber xwe bidin. Em ê dest ji vê doza xwe bernedin. Bila gel xwedî li vê xakê derkeve û bi bangekê re berê xwe bidin Hesandinê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serpêhatiyên ku bi tabloyan tên nîşandan
Nûçeya Pişt re YRJ’ê têkildarî roja Rojnamevaniya Kurd daxuyanî da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YRJ: Têkoşîna rojnamevanên jin ên Kurd wê bi ser bikeve

YRJ'ê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd pîroz kir û got, "Rojnamevaniya Jinên Kurd di encama…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi şoreşê re ji aliyê aborî ve serbixwe bû

Şevîn Mihemed bi Şoreşa Rojava re xwe ji xweliya xwe afirand. Bi jinan xurt bû…

Ji aliyê Stêrk TV

Navenda hilberîna enerjiya nukleerî dikeve destê Çînê

Li gorî rapora Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî ya bi navê ‘’Ji Bo Enerjiya Nukleer Rêya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê ji bo meşa 16’ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?