Di saetên îşev de şewat li çiya û daristana goristana navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê ve derket û di encamê de gelek dar û giyayê goristanê şewitîn.
Sedema derketina şewata ku ziyaneke mezin daye çiya û goristana seyîdsadiq heta niha eşkere nebûye.
Çiya û goristana navçeya Seyîdsadiq, dikeve nav bazara navçeyê ku salane di vê werzê de ji ber sedemên diyar û nediyar şewat lê derdikeve û ziyaneke mezin digihîne jîngeha wê.

