Li DYE’yê di pêşbirka herî dawî ya hilbijartinên navberê yên 3’yê Mijdarê de, li Carolînaya Bakur namzetê Demokrat Chuck Hubbard li hemberî Komarparêz Virginia Foxx bi ser ket.
Li gorî projeksiyonên CBS News û NBC’yê, bi vê kursiyê re hejmara kursiyên Demokratan a di Meclîsa Nûneran a ji 435 endaman pêk tê, derket 258’an.
Bi vê yekê re Demokrat ji sala 1992’yan û vir ve ji sala ku Bill Clinton wekî serok hatibû hilbijartin gihîştin piraniya dengan ku partiyekê di Meclîsa Nûneran de bi dest xistiye.
Tê payîn ku serokê Demokratan Hakeem Jeffries bibe serokê Meclîsa nû ya ku di meha Çileyê de dest bi kar dike. Heke Jeffries bê hilbijartin, ew ê bibe yekem serokê Meclîsa Nûneran ê bi eslê xwe Efrîkî-Emerîkî.
Li Carolînaya Bakur piştî ji nû ve hejmartina dengan a li ser daxwaza namzetê Komarparêz teqez bû.
Hilbijartinên navberê ji bo Partiya Komarparêz a Donald Trump bi binketineke mezin bi encam bûn.
Tê gotin ku buhabûna lêçûnên jiyanê û şerê Îranê bandor li ser encamê hilbijartinê kirine û Komarparêzan winda kirine.
Demokratan ligel Meclîsa Nûneran, kontrola Senatoyê jî girtin destê xwe û li wir 56 kursiyan bidest xistin.

