Karkerên Doruk Madencilik a Sendîkaya Kar a Madenê ya Serbixwe, di roja 8’an a greva birçîbûnê de ji bo mafên xwe xwestin ji Parka Kurtuluş ber bi Wezareta Çavkaniyên Enerjiyê ve bimeşin.
Lê polîsan meşa karkeran asteng kir û kom dorpêç kir.
Di êrîşê de gaza îsotê hate karanîn, derdora parkê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin. Destûr nehat dayîn ku kesên dixwestin piştgirî bidin çalakiyê, nêzî qadê bibin.
Di êrîşê de Serokê Giştî yê sendîkayê Gokay Çakir û Başaran Aksu ku di qada rêxistinbûnê de pispor e, hatin binçavkirin.

