Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn û berxwedanê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 38 rêxistinên mafên mirovan nerazîbûna hevpar a li dijî pêkanînên DYE’yê yên li ser UCM’yê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulbeyaz: Mayîndebûna aştiyê, bi hevsengiya dewletê ya bi civakê re gengaz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nexweşê kanserê nayê dermankirin: Hestî û çerm maye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Lucano bang ji bo azadiya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin
Rojava

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Helebê salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 46’emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

 

HELEB

Meclîsa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola Efrîn a Taxa Şêxmeqsûd şahiyek li dar xist. Di şahiyê de endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, komîn, meclîs, hêzên leşkerî, rûspî û şêniyên taxên Şêxemeqsûd û Eşrefiyê beşdar bûn.

Di şahiyê de rêvebera Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Avaşîn Heleb salvegera damezirandina PKK’ê li gelê Kurd, hevalên wan û Rêber Apo pîroz kir.

Avaşîn Heleb bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gerîlayan û got: “Ew berxwedan çarenûsa Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê diyar dike. Gerîla şerê hebûna gelê Kurd dikin. Bi saya wan em hatin gihaştin roja îro. Em ê heta pêkanîna serkeftin û azadiyê li ser şopa gerîla û Rêber Apo bin.”

Piştre Koma Şehîd Vejîn a Tevgera Hîlala Zêrîn, Koma Agirî ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo û hunermend Baran stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin. Koma Stêrkên Efrînê jî govendên folklorî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê li qada Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer şahiyek hat organîzekirin.

Di serî de endamê PYD’ê Mehmûd Kalî destnîşan kir ku damezirandina PKK’ê damezirandina jiyana azad a gelan e.Mehmûd Kalî diyar kir ku ev roj jiyana hevbeş û biratiya gelan nîşan dide.

Piştre Koma Şehîd Zîlan, Koma Şehîd Avaşîn, Koma Şehîd Elefteriya û hunermend Sîpan Xelat stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Navendek din a şahiya Cejna Vejînê Rimêlan bû. Di serî de endama PYD’ê Ayhan Mûrad got: “Ne ji vê partiyê bûya em îro tine bûn. Vê partiyê em fêrî têkoşîn û berxwedana ji bo azadiyê kirin.”

Piştre Koma Şehîd Alîna, Koma Şehîd Xebat, Koma Serhildan û Koma Endelîb El Firat stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li Amûdê jî şahî hat lidarxistin. Di destpêka şahiyê de endamê PYD’ê Mihemed Seîd Çolî damezirandina PKK’ê pîroz kir û li ser qonaxa damezrandina partiyê û qonaxên berxwedanê axivî.

Nûnera Desteya Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Cewahir Osman soza domandina berxwedanê li ser şopa şehîdan nû kir.

Piştre Koma Serdem, Koma Şehîd Delîla, Koma Şehîd Reyhan, Koma Şehîd Agirî û hunermend Îbocan stran pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bîrsen Orhan: Ez ê heqîqetê timî bînim ser ziman
Nûçeya Pişt re Gerîlayên YJA Starê: Xweparastin parastina jiyanê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Tevlîbûna jinan çiqas zêde be, demokrasiya herêmî û siyaset ewqas azad dibe

Siyasetmedar Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku cihgirtina wekhev a jinan di mekanîzmayên biryardanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Hem lêgerîna tazî li ser Eman hat ferzkirin û hem jî hat sirgûnkirin

Hat zanîn ku girtiyê bi navê Baran Eman ê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa S…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroza Xarpêt û Çewlîgê: Azadî ji Rêber Apo re

Li Xarpêt û Çewlîgê li gel baranê jî bi hezaran kes li hev kom bûn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn û berxwedanê dixwaze’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji 38 rêxistinên mafên mirovan nerazîbûna hevpar a li dijî pêkanînên DYE’yê yên li ser UCM’yê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gulbeyaz: Mayîndebûna aştiyê, bi hevsengiya dewletê ya bi civakê re gengaz e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?