Li Girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Ji ber biryarên Desteya Îdare û Çavdêriyê (ÎGK) tehliyeya gelek girtiyan tê astengkirin. Girtiyên ku mafên wan ên hiqûqî û mirovî tên astengkirin nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristî, peywendî û hîjyenê.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Rihayê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) parêzer Serdar Tum têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê û Tîpa T a Hejmar 2 a Sêweregê ji ajansa me re nirxandin kir. Tum diyar kir ku ji ber biryarên ÎGK’ê mafê berdana bi şert a 5 girtiyan tê astengkirin. Tum îfade kir ku bi taybetî girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û şert û mercên girtîgehan rê li ber gelek binpêkirinên mafan vekiriye.
‘5 GIRTÎ JI BER HINCETA DESTEYA ÇAVDÊRIYÊ NAYÊN TEHLIYEKIRIN’
Tum diyar kir ku tehliyeya girtiyan ji ber hincetên heman tê astengkirin û got, hîn jî poşmantî li girtiyan tê ferzkirin. Tum destnîşan kir ku di biryarên Desteya Îdare û Çavdêriyê de îfadeyên heman tên karanîn û ev tişt got:
“Hincet heman in. Hincetên giştî; PKK weke rêxistina terorê binav nekirin, ji ber sûc poşmantî çênebûye, ne amade ye ku bi civakê re bibe yek û guman heye dibe car din sûc bike. Ji ber van hincetan berdana bi şert û merc tê astengkirin. Li dijî biryarên hatine dayîn em serlêdanê dikin û îtîrazan dikin, lê belê em bersivên nerênî dibînin.”
Tum ragihand ku girtî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê jî û girtiyên xwedî nexweşiyên giran jî nayên tehliyekirin. Tum derbarê rewşa tenduristiya gelek girtiyan agahî parve kirin.
Tum bilêv kir ku binpêkirinên li girtîgehan bi rengekî sîstematîk dewam dikin û got, “Li qawîşan ava germ nîne, di demsala havînê de vantîlator netêrker in û klîma nînin. Wextên hewa standinê tên sînordarkirin. Porsiyonên xwarinan biçûk in, tama wan xirab e û nikarin xwe bigihînin menuya vejetaryen.
Ji bo sewqkirina klînîka derve pirsgirêk hene, rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û BirGun nayên dayîn. Girtî diyar dikin ku kovara Modernîteya Demokratîk jî nayê dayîn.”
‘DIVÊ KIRYARÊN DERMIROVÎ BI DAWÎ BIBIN’
Serdar Tum destnîşan kir ku divê kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê bi dawî bibin. Tum bang kir ku daxwazên mirovî û hiqûqî yên girtiyan bên pêşwazîkirin û diyar kir ku li girtîgehan divê li gorî ruhê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk polîtîkayên guncaw bikevin meriyetê.
Tum anî ziman ku piranî serlêdan bêbersiv dimînin yan jî tên redkirin.

