Çarşem, 28 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li herêma Cizîrê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin
Rojava

Li herêma Cizîrê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin

Êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ê Helebê û bêdengiya navneteweyî li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Hemîs û Til Koçerê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Çile 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li bajarên Dêrik, Girkê Legê,Tirbespiyê, Til Hemîs û Til Koçer yên kantona Cizîrê ji bo şermzarkirina sûc û êrişên çeteyên hikumeta demkî yên destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê, meşên girseyî hatin lidarxistin.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê, tevî endamên saziyên xizmetguzarî û Yekitiya Mamosteyan ji Qada Azad ber bi sûka navendî ve meşiyan. Girseyê dirûşmên şermezarkirina sûcan berz kirin û wêneyên şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hildan.

Girse li sûka navendî rawestiya û deqeyekê rêz girt. Piştre hevserokê Meclisa PYD’ê ya bajarê Dêrikê Ciwan Hesen axivî.

Ciwan Hesen di axaftina xwe de diyar kir ku li gelek welatan gel ji bo xwedîderketina li berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd serî hilda û got: “Dema em dibêjin Kurd, em behsa berxwedanê dikin, ji ber Kurd bi berxwedana xwe û îradeya xwe ya azad li hemberî hemû planên qirkirinê rabûn.”

Hesen bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li hember sûcên ku têne kirin erkên xwe bi cih bînin. Her wiha bang li hêzên kurdî kir ku yekrêziya xwe xurt bikin.

Çalakî bi bezkirina dirûşmên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Li bajarê Girkê Legê jî bi heman armancê meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşa ku sedan xwendekar û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger tev lê bûn, ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîd û birîndarên berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hatin hildan. Dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” jî hatin berzkirin.

Meş li sûka navendî veguherî mîtîngê û deqeyekê rêz hat girtin. Piştre bi navê Yekitiya Xwendekaran daxuyaniyek hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê xwendekarên bi navê Racal Karker û Sozvîn Nîdal ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di encama êrişên li ser van taxan de wêraniyeke mezin li binesaziya perwerdeyê bû û bi hezaran xwendekar ji mafê xwe yê fêrbûnê bê par man.

Hate gotin, tevî ku êrişên li pêş çavê dewletên mezin, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî hatin kirin, lê helwesteke zelal ji aliyê wan ve nehat dayîn.

Di daxuyaniyê de bêdengiya herêmî û navneteweyî ya li hember êrişan hat şermezarkirin, berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat silavkirin û soza domandina rêya şehîdan hate dayîn.

TIRBESPIYÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Tirbespiyê û bajarokên wê jî meşek li dar xist. Şêniyan di meşê de wêneyên şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û wêneyên ku balê dikişînin ser sûcên ku çeteyan li van taxan kirine, hatin hildan.

Girse li pêşiya avahiya Komeleya Perwerdeyê heya navaraste bajêr ve meşiyan, silogana ` Bijî   berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” û “Berxwedan Jiyan e” berz kirin.

Girse li naverasta bajêr sekinî û deqeyekê rêz girt. Piştre endama Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê Xaliya Ehmed axivî û got ew tu carî ji êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker natirsin, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mînaka vê berxwedanê ne. Xaliyayê da zanîn ku ew bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar dikin û got, bêdengî tê wateya hevkariya bi êrişkaran re.

Xaliya Ehmed destnîşan kir ku dê berxwedan û têkoşîna xwe li hemberî êrişan xurtir bikin û xwedî li destkeftiyên ku şehîdên me bi dest xistine derkevin.

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Silêman Derwîş da zanîn ku çeteyên bi navê îslamê êrişî gel dikin, lê ew îslamê li gorî xwe didin meşandin. Silêman Derwîş êrişên li Şêxmeqsûd û Eşerfiyê şermezar kirin û bêdengiya hêzên cîhanî jî wek hevkariya wan bi êrişan re nîşan da.

TIL KOÇER

Meşa li Til Koçer ji pêşiya Parka Rêber Apo dest pê kir û li dawiya sûka bajar bi dawî bû.

Meş bi mîtîngan bi dawî bûn û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde, bêdengiya li hemberî van êrişan hatin şermezarkirin. Her wiha peyamên piştgiriya bi QSD’ê re hatin dayîn.

Her wiha hate diyarkirin ku hikumeta demkî berpirsê van bûyeran e û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Kesên axivîne di kesayeta şehîd Ziyad Heleb û şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û li dijî êrişan banga hevgirtin û mezinkirina têkoşînê hatin kirin.

TIL HEMÎSÊ

Şêniyên bajarê Til Hemîsê jî ji pêşiya avahiya Saziya Temwînê heya ber bi navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve meşiyan.

Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bûn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk tekparêzî parast û piştgiriya xwe ya ji bo HTŞ’ê dubare kir
Nûçeya Pişt re Bi hezaran kes li Wanê meşiyan: Gelan biparêzin ne DAÎŞ’ê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

7 rojnamevanên çalakiyên li Stenbolê dişopandin ketin ber dozê

Li dijî 7 rojnamevanên ku çalakiyên şermezarkirinê yên li Parka Saraçhane ya li Stenbolê dişopînin…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Hogir Dêrik û hevrêyên wî destaneke berxwedanê ya nû nivîsandin

QSD’ê şehadeta 4 şervanên ku li eniya El Aliya-El Mekmen li ber xwe dan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtî Topçû piştî 30 salan hat berdan

Çeçan Topçû ê xpiştî 30 salan ji Girtîgeha Şakranê hat berdan, li Îzmîrê bi girseyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Înîsiyatîfa Gel êrişên li ser koçberên ji Girê Spî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekar: Bila Kurdî di destûra bingehîn de bi fermî bê naskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Yekîtiya Xwendekaran: Em ti carî qebûl nakin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Til Temirê êrîşa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?