Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Kampa Holê operasyona li dijî DAÎŞ’ê: Hedefên terorê têne têkbirin
Rojava

Li Kampa Holê operasyona li dijî DAÎŞ’ê: Hedefên terorê têne têkbirin

Li Kampa Holê ku 35 hezar û 323 kes (10 hezar 84 malbat) lê ne, di operasyona ewlekariyê de ya ku 18'ê Nîsanê destpê kir 16 terorîst hatin girtin; 3 kalaşnîkov, 2 debance û cebilxane hatin bidestxistin. Operasyon dewam dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêe demeke dirêj e weke yek ji cihên herî xetere yê gefa DAÎŞ’ê ye. Li gorî daneyên rayedarên Kampa Holê, di nava şêniyên li kampê de 9 malbatên nayê zanîn bê ji kîjan neteweyê ne, 3 hezar û 829 malbatên Iraqî, 4 hezar û 351 malbatên Sûriyeyî û hezar û 895 malbatên biyanî hene. Bi giştî 10 hezar û 84 malbat li kampê hatine bicihkirin. Nifûsa giştî ya van malbatan jî bi vî rengî ye: 9 kesên ku neteweya wan nayê zanîn, 13 hezar û 124 kesên ji Iraqê, 15 hezar û 805 kesên ji Sûriyeyê û 5 hezar û 385 kesên biyanî; bi giştî 35 hezar û 323 kes li kampa Holê ne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê – Jin, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji 28’ê Adara 2021’ê û vir ve bi operasyonên li kampê û derdora wê re hewl didin hewldanên çeteyên DAÎŞ’ê asteng bikin. Di operasyona destpêkê de 125, di operasyona duyemîn de 226, di operasyona sêyemîn de 85 û di operasyona çaremîn de jî 79 terorîst hatin girtin. Jinên Êzidî yên ji aliyê YPJ’ê ve hatin rizgarkirin jî bûn hêvî.

Operasyona ewlekariyê ya nû ku 18’ê Nîsana 2025’an destpê kir, weke pêngava astengkirina liv û tevgera DAÎŞ’ê hate destpêkirin. Di roja duyemîn a operasyonê de 16 DAÎŞ’î bi çek û cebilxaneyên xwe hatin girtin.

OPERASYONA DESTPÊKÊ: 125 ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê HATIBÛN GIRTIN

Asta destpêkê ya Operasyona Ewlekarî û Mirovî piştî pênc rojan bi serketî qediya bû ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD û YPJ-YPG’ê di 28’ê Adara 2021’ê de li Kampa Holê dabû destpêkirin. Zêdeyî 5 hezar personel tevlî operasyonê bûbûn, li gel derfetên kêm jî li dijî karên DAÎŞ’ê yên li nava kampê ku gefek li qada navneteweyî ye, têkoşîneke bi biryar hatibû meşandin.

Kampa Holê ku yek ji kampên herî xetere yên cîhanê ye ji 57 welatên cuda zêdeyî 60 hezar kes lê diman û piraniya wan malbatên DAÎŞ’î bûn. Endamên DAÎŞ’ê bi nasnameya sivîl hewl didan bikevin kampê, xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û di asta navneteweyî de planên çalakiyan bikin. Ji deestpêka sala 2021’ê û pê ve li nava kampê zêdeyî 47 cînayet hatin kirin, vê rewşê asta xeteriya gefê nîşan dida.

Operasyon ji bo pêkanîna ewlehiya şêniyên kampê, sererastkirina şert û mercên jiyana mirovî û astengkirina karên terorê yên DAÎŞ’ê hatibû destpêkirin. Bi taybetî ji bo zarok ji îdeolojiya radîkal a DAÎŞ’ê bêne parastin, nêzîkatiyeke hesas hatibû nîşandan. Di nava pênc rojên operasyonê de bi hewldaneke profesyonel hemû tedbîrên pêwîst hatibûn wergirtin. Di encama operasyonê de jî 125 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin ku 20 ji wan ji kuştina 15 jinên li kampê berpirsyar bûn. Her wiha di lêgerînê de malzemeyên leşkerî û cîhazên elektronîk ên di amadekirina mayinan de dihatin bikaranîn, hatin bidestxistin.

LI KAMPA HOLÊ OPERASYONA DUYEMÎN A LI DIJÎ DAÎŞ’Ê: 226 TERORÎST HATIN GIRTIN

Qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlekarî û Mirovahiyê piştî 24 rojan qediya bû ku li Kampa Holê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê di 25’ê Tebaxa 2022’an de hatibû destpêkirin. Kampa Holê weke navendeke stratejîk bû ku DAÎŞ’ê pland ikir ku kontrola wê bixe destê xwe. Şaneyên DAÎŞ’ê ku bi êşkence, kuştin û gefan tirs dixist nava şêniyên kampê, di sala 2022’an de 44 kes qetil kirin. Terorîstan bi giranî zext li jin û zarokan dikirin û hewl didan kampê bikin baregehek. Hatibû tespîtkirin ku DAÎŞ’ê hewl dida zarokên kêmî 8 salî bi rêxistina bi navê ‘Eşbal El Xîlafe’ perwerde bike û bi gefxwarinê jinan tevlî nava refên xwe bike. Piştî êrîşa li ser Girtîgeha Sînaayê liv û tevgera li nava kampê jî zêde bû ku vê yekê ev hevkarî careke din raxist pêş çavan.

ENCAMÊN OPERASYONÊ

Di çarçoveya operasyonê de 226 endamên DAÎŞ’ê hatin girtin ku 36 ji wan sûcên kuştin û êşkenceyê kiribûn. Gelek mirovên ku di lîsteya tasfiyekirinê ya DAÎŞ’ê de bûn hatin ewlekirin, konên ku ji bo îdeolojiya terorê hatibûn vedan, ji holê hatin rakirin û berpirsyarên ‘Jinên Hesbê’ û ‘Eşbal El Xîlafê’ hatibûn bidestxistin. Her wiha 25 tunel û xendek hatin tespîtkirin, 3 AK-47, 2 RPG, 2 debance, 25 bombeyên destan, 25 kîlogram teqemeniya TNT, 11 çekên bêdeng, 338 fîşekên AK-47, 10 şarjorên AK-47, 9 êlekên êrîşê, kêr û malzemeyên ragihandinê hatibûn bidestxistin.

Hêzên operasyonê çavkaniyên fînansmanê yên şaneyên DAÎŞ’ê derxistibûn holê. Hatibû diyarkirin ku hin ji xebatkarên Rêxistina Behar qaçaxçitiya pere û çekan kirine, ji Baxozê bi rêya jin û zarokan çek derbasî nava kampê kirine, bi gefxwarinê şêniyên kampê teslîm wergirtine.

JI YPJ’Ê SERKETINA MEZIN: JINÊN ÊZIDÎ HATIN RIZGARKIRIN

Di dema operasyonê de YPJ’ê 2 jinên Êzidî yên di destê DAÎŞ’ê de bûn hatin rizgarkirin. Her wiha çar jinên ku jinên DAÎŞ’î ew bi zincîrê girêdabûn û êşkence li wan kiribûn, hatin rizgarkirin. Di nava çar salan de YPJ’ê zêdeyî 200 jinên Êzidî rizgar kiribûn.

HEWLDANÊN MIROVÎ Û PROVOKASYON

Hêzên operasyonê di dema rêveçûna operasyonê de alîkariya mirovî kirin, piştgirî dan malbatên pêîstiya xwe pê hebûn. Provokasyonên jinên DAÎŞ’î û hewldanên terorîstan ên xweveşartina bi kincên jinan li pêşiya meşandina operasyonê bibûya asteng jî hêzên operasyonê bi rengekî profesyonel tevgeriyan û ev hewldan têk birin.

OPERASYONA SÊYEMÎN: 85 TERORÎST HATIN GIRTIN

Qonaxa sêyemîn a Operasyona Ewlekarî û Mirovî di 6’ê Sibata 2024’an de qediya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ve bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî di 27’ê Çileya 2024’an de li Kampa Holê hate destpêkirin.

ENCAMÊN OPERASYONÊ

Operasyona ku deh rojan dewam kir bi hesasiyeteke mezin li hemû beşan hate meşandin; hêzên operasyonê li gorî nirxên mirovî ewlehiya şêniyên kampê ji xwe re kirin armanca esasî. Di dema operasyonê de 85 endamên DAÎŞ’ê û hevkarên wan; 8 kalaşnîkov, 4 mayin, 2 teqemenî, 7 bombeyên destan, 25 çet, fîşekek Browning, gelek cebilxane, alavên leşkerî û narkotîk hatin bidestxistin. Her wiha pênc tunelên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve dihatin bikaranîn hatin hilweşandin. Di operasyonê de çeteyekî bi navê Ebû Sûfyan Elhêbi hate kuştin ku liv û tevgera terorîstî ya li nava kampê û derveyî kampê bi rêxistin dikir. Ebû Ebdulhemid jî hate girtin ku bi fetwayên ji gef û kuştinê hewl dida şêniyên kampê bitepisîne. YPJ’ê jina Êzidî ya bi navê Kovan Êdo Xorto rizgar kiribû ku ji gundê Herdanê yê Şengalê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû revandin.

GEFA DAÎŞ’Ê YA LI NAVA KAMPÊ

Di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku DAÎŞ’ê îdeolojiya xwe ya radîkal li nava kampê bi rêk û pêk belav dike û bi taybetî jî bi vî fikrê xwe mejiyê zarokan dişo. Terorîstan ji bo nifşekî nû ava bikin zarok dikirin hedef; şêniyên kampê bi gef û kuştinê dihatin tepisandin. Çekên bi destan hatibûn amadekirin ên hatin zevtkirin, teqemenî û tunelên DAÎŞ’ê nîşan didan ku DAÎŞ’ê amadekarî dikir ku kampê bi dest bixe.

OPERASYONA LI DIJÎ DAÎŞ’Ê YA LI KAMPA HOLÊ Û DERDORA WÊ: 79 TERORÎST HATIN GIRTIN

Operasyona Ewlekariya Mayinde piştî 7 rojan bi serketî qediya ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokrartîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Navxweyî – Jin ve 6’ê Mijdara 2024’an li Kampa Holê û derdora wê hatibû destpêkirin. Operasyon bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî bi tevlîbûna pênc hezar şervanan hatibû destpêkirin, li bajarê Holê û kampê lêgerînên berfireh û kontrol hatibûn kirin.

HEWLDANÊN DAÎŞ’Ê YÊN JINÛVE BIRÊXISTINKIRINÊ HATIN ASTENGKIRIN

Dihata zanîn ku li kampa Holê nêzî 40 hezar kes hene û navendeke ku piraniya şêniyên wê malbatên DAÎŞ’î ne. DAÎŞ’ê hewl da li nava kampê û derveyî wê xwe bi rêxistin bike; rêxistiniyên weke ‘Jinên Hesbê’ û ‘Eşbal El Xilafa’ jinûve birêxistin bike. Lê belê operasyonên bi biryar ên hêzên ewlekariyê ev hewldan têk birin. Di dema operasyonê de eşkere bû ku hovîtiya DAÎŞ’ê li nava kampê dewam kiriye; jinek bi êşkenceyê hate xistin û cihê cenazeyê wê jî bi mikurhatinên terorîstên din ên jin, hate tespîtkirin.

ENCAMÊN OPERASYONÊ

Di çarçoveya operasyonê de 79 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin û 17 jinên tevlî kar û kiryarên êşkence û terorîstiyê bûn hatin lêpirsîn. Bombe, cebilxane, gelek çek, sembolên DAÎŞ’ê, al, û cîhazên elektrîkê yên ragihandinê yên şaneyên rêxistinê hatin bidestxistin. Her wiha li Hol, Til Hemîs, Til Koçer û rojhilatê Hesekê zêdeyî 60 deverên ku terorîstan xwe lê vedişartin hatin îmhakirin.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK OPERASYON TALOQ KIRIBÛN

Operasyon ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê gelek caran hatibû taloqkirin. Li gel vê yekê jî hêzên ewlekariyê bi profesyoneliyeke bilind bi hevkariya gel operasyon bi serketî temam kirin, hewldanên DAÎŞ’ê yên ji bo têkbirina ewlekariyê bi xurtî têk birin. Operasyonê ewlekariya li kampê û derdora wê xurt kir û bandoreke erênî li jiyana gel kir. Her wiha derbeke giran li karên tundiyê û hovîtiya DAÎŞ’ê xistibû. Hêzên Ewlekariyê ragihandibûn ku kamp bi temamî hatiye paqijkirin û bi taybetî rêxistiniya li beşa ‘Muhacirat’ ji holê hatiye rakirin.

LI KAMPA HOLÊ OERASYONEKE NÛ YA EWLEKARIYÊ YA LI DIJÎ DAÎŞ’Ê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD), Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin di 18’ê Nîsana 2025’an de li Kampa Holê ragihandin ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dest bi operasyoneke nû ya ewlekariyê kirine. Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hate ragihandin ku bûyerên dawî yên siyasî û leşkerî yên li herêmê liv û tevgera DAÎŞ’ê zêde kirine. Hate ragihandin ku çeteyên sûdê ji tevlîheviyê werdigirin, hewl didin li Kampa Holê mirovan birevînin û karê birêxistinkirinê bikin. Kampa ku bi hezaran malbatên DAÎŞ’î lê ne weke navenda gengaz a gefên paşerojê tê dîtin, di heman demê de birîna alîkariya navneteweyî jî krîza mirovî û bêaramiya li herêmê zêde kir. DAÎŞ hewl dide zarokên li kampê bi îdeolojiya xwe ya radîkal perwerde bike û êrîşê dibe ser navendên alîkariyên mirovî. Operasyon li hemberî gefên ku ji aliyê hêzên ewlekariya hundirîn ve hatin tespîtkirin weke gaveke astengkirinê hate destpêkirin. Armanc astengkirina êrîşên DAÎŞ’ê yên gengaz ên li hundir û derveyî kampê û rawestandina rêxistiniya çeteyan bû. Hate ragihandin ku oprasyona ku li gorî pîvanên mirovî û leşkerî tê meşandin, bi armanca rakirina gefên terorê yên navneteweyî û parastina aramiya herêmê ye.

DI NAVA 2 ROJAN DE ÇI BÛ?

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate dayin, li kampê û derdora wê di lêgerînê de 16 çeteyên DAÎŞ’ê li gel 3 kalaşnîkov, 2 debance û gelek fîşekan hatin bidestxistin. OPerasyon dewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mihrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinê: Çandina Gulan avakirina jiyanek nû ye
Nûçeya Pişt re Emîne Beyram: Wê sîstema Şaredariya Şexmeqsûd û Eşrefiyê neguhere
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bang li…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîn û Rûsyayê li Pasîfîkê tetbîqateke hevpar pêk anîn

Wezareta Parastinê ya Çînê ragihand ku Çîn û Rûsyayê beriya demekê tetbîqatek leşkerî ya hevpar…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevpeymana Neda ji bo Werîşe Mûradî bang kir

Hevpeymana Neda ji bo Werîşe Mûradî ya ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn bang li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê cenazeyên 2 şervanên QSD’ê bi girseyî hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Serbest hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?