Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Kantona Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin
Rojava

Li Kantona Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

Li gelek bajarên kantona Cizîrê rêzeçalakiyên têkoşîna dijî tundiya li ser jinan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku pêwîstî bi afirandina hişmendiya civakî ya li ser bingeha wekhevî û hevkariya di navbera jin û mêran de heye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya Roja Têkoşîna dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ku dikeve 25ˊê Mijdara her salê de, li bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê û Çilaxa yên kantona Cizîrê, rêzeçalakiyên hişmendî û rêxistinî ku saziyên jinan û civakî bi armanca pêşxistina çanda wekhevî, têkoşîna dijî tundiyê û nijadeperestiya dijî jinan li dar dixin, hatin lidarxistin.

LI TIL TEMIRÊ DEWREYA PERWERDÊ YA MÊRAN JI BO PÊŞXISTINA HIŞMENDIYA CIVAKÎ

Li bajarê Til Temirê, Kongra Star dewreyeke perwerde ji bo mêran li hola Meclisa Malbatên Şehîdan heta 3 rojan vekir. Di dewreyê de bi dehan nûnerên ji saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û endamên komînan beşdar bûn.

Di vekirina dewreyê de, endama Komîteya Edaletê ya Mala Jinan Meha El Wecrî bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku têkoşîna dijî tundiya li ser jinan ne tenê berpirsiyariya jinan e, lê erka komî ye û pêdiviya wê bi beşdariya aktîf a mêran di guhertina vê zihniyetê de heye.

Di dewreyê de dê semîner bên dayîn, nîqaşên der barê yasaya malbatê de bên kirin, û şêweyên têkoşîna dijî tundiya li ser jinan û bandora adatên civakî yên neyênî bên şîrovekirin.

Roja yekemîn bi rûniştinek vekirî bi dawî bû û tê de nîqaşên li ser pişgiriya dozên jinan û berpirsiyariyên di guhertina civakê de hatin kirin.

MECLISA JIN YA PYD’Ê LI DIRBÊSIYÊ CIVÎNEK LI DAR XIST

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Dirbêsiyê civîneke berfireh der barê mijarên tundiya li dijî jinê û rêbazên xurtkirina jinan di tevahî waran de li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveber a Meclisa Jinan a PYDˊê Ebîr Hesen destnîşan kir ku bingehê fikir û xwenaskirina jinê û azadiya wê fikirê Rêber Apo ye.

Ebîr Hesen diyar kir ku jinan di rêya azadî û naskirina mafê xwe de, gava yekem avêt û dikarin roleke rast di civakê de bilîzin.

Di dawiya civînê de beşdaran diyar kir ku pêwîstî bi hewlên hevbeş di navbera jin û saziyên sivîl de ji bo rûbirûbûna tundiyê bi hemû şêweyên wê heye. Her wiha hat gotin ku divê rola jinan di civakê de were bihêzkirin.

LI ŞEDADÊ SEMÎNEREKE JI BO AVAKIRINA SÛRIYEYÊ HATE LIDARXISTIN

Li bajarê Şedadê Melisa Jinan a PYD’ê bi sernava ‘’Ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk bi pêşengiya jina azad” semînerek hat lidarxistin.

Hijmareke jin, endamên PYDˊê û rêxistinên civaka sivîl tevlî semînerê bûn. Endama Nivîsgeha Jinan a PYDˊê ya katona Cizîrê Neda Mihemed, axivî û behsa diyardeyên tundiya civakî, aborî û çandî li ser jinan kir.

Neda Mihemed behsa zewaca zarokên keç kir û got ew diyarde yek ji şêweyên herî berbiçav ên tundiya berdewam e, ji ber ku keçan ji zarokatiya wan bêpar dihêle û bandoreke neyînî li paşeroja wan dike.

Neda da zanîn ku pêdiviya van diyardeyan bi guhertinên bingehîn di raman û perwerdeyê de heye. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo êdî jin îro hêmaneke aktîf e û tevî mêr di hemû warên siyasî, aborî, civakî û leşkerî de dixebite.”

Endama Nivîsgeha Jinan a PYDˊê ya kantona Cizîrê Şêrîn Oso jî anî ziman ku jin ji serdemên berê ve di avakirina civakê de şirîkên bingehîn in, lê ji ber edet û kevneşopiyên sînordar hatine paşguhkirin, lê divê cihê jinê di tevahî mafên wê de werin berçavgirtin.

Semîner bi girîngîdayîna lidiarxistina kampanyayên hişmendî û berdewamkirina têkoşîna dijî tevahî şêweyên tundiyê, xebitîna li ser bicihanîna nirxên wekhevî û azadiyê, bi dawî bû.

ÇIL AXA

Girêdayî mijarê, Kongra Star a bajarê Çilaxa li hola PYDˊê bi amadebûna hejmareke mezin a jinan, xebatkarên saziyên sivîl, xizmetguzarî û jinan, panelek li dar xist.

Panel ji 3 mijarên sereke pêk hat. Endama rêveber a Mala Jinan a Çilaxa Huda Derwêş mijara yekê ya li ser têgeha tundiyê, sedem û ajoyên berdewamkirina wê şîrove kir.

Huda destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê dozeke cîhanî ye, rihê wê vedigerin pergala baviksalarî û hegemoniya zilamperestiyê.

Huda anî ziman ku zewaca temenbiçûk û tundî êdî diyardeyên serdema nû ne, li kêlek wê jî jin li ser medyaya dîjîtal di gef û şantajkirinê re derbas dibin.

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Rîhab Mihemed El Ubeyd di mijara duyemîn de bal kişand ser rola saziyên ewlehiyê di têkoşîna dijî tundiyê û berevaniya jinan di aliyê yasayê de û destnîşan kir ku “Piranî dozên ji wan re tên rakirin jêdera wan jin in, li gorî yasayên cezayê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û standin bi wan re tê kirin.”

Di mijara sêyemîn de endama rêveber a Kongra Star Selamat Remo jî behsa rola tevgerên jinan di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan kir û diyar kir ku adet û kevneşopiyên eşîrtî û lawaziya hişmendiyê hîna li pêş pêşketina jinan astengî ne.

Selamat anî ziman ku tevgerên jinan li gorî fikir û felsefeya Rêber Apo ku rizgariya jinê bi rizgariya civakê ve girê dide, dixebite.

Piştre jinan nîqaşên xwe kirin û bal kişandin ku berxwedana li dijî sedemên tundî û ajoyên wê berpirsiyariya komî ye û pêdiviya wê bi girankirina yasayên pêşîlgirtinê û berevaniya jinan heye.

Di dawiya panelê de dirûşme “Jin, Jiyan, Azadî” hat berzkirin.

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îshak Tepe jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re DFG’ê xebatkarên çapemeniya azad ên salên 1990’î hatin qetilkirin bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li bajarê Silêmaniyê bi boneya çileyê hunermend Ehmed Derwêş merasîmek hat lidarxistin

Li bajarê Silêmaniyê, bi boneya çileyê hunermend û pêşmergeyê dêrîn Ehmed Derwêş merasîmek hat lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Kortek ya girêdayî Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Keştiya Îranê li ser ava Quweytê noqî avê bû: 6 kes mirin

Li gorî medyaya Îranê keştiyeke bazirganiyê ya Îranê, li ser ava Quweytê noqî avê bû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?