Li gorî ajansa nûçeyan a Rojnewsê li Kerkûkê bi wesayîta leşkerên artêşa Iraqê ve mayînek teqiya. Hate zanîn ku teqîn li Çemê Zixêtûn ê li sînorê bajarokê Reşadê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê, pêk hatiye.
Hate destnîşankirin ku mayîna ku berê hatibû çandin, bi wesayîta peywendiyan a berpirsên Fîrqeya 11’an a artêşa Iraqê ve teqiyaye.
Li gorî agahiyan teqîn dema ku ew hêz mijûlî operasyona lêgerîn û paqijkirina navçeyê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bû, çêbûye.
Di encama vê teqînê de, Fermandarê Peywendiyan ê firqeyê, Ahat Yasir û leşkerek mirine, du leşkerên din jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye ev hêz piştî ku duh balafirên şer ên Iraqê ew herêm bombebaran kiribûn, ji bo kontrolkirina herêmê ketibûn tevgerê.

