Tevgera Azadiyê li ser hîmê şehîdan hatiye avakirin û heya roja me ya îro bi van nirxan ve têkoşîn daye domandin. Li Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber Apo ve tevgera ku bi navê nirxê gelan hatiye destpêkirin, ji roja destpêkê heya roja îro bi hezaran şehîd daye û her şehadet bûye sedema bilindkirina têkoşîna azadiyê. Îro ya ku li bajarê Tirkiyê û li Kurdistanê derketiye holê vê rastiyê piştrast dike. Gelê Kurd bi girseyî û serbilindî şehîdên doza azadiyê li Stenbolê pêşwazî kirin. Dîmenên ku li Setanbolê derket holê biryardariya gelê Kurd a jiyaneke azad bû. Ev sekna Kurdistaniyan dan diyarkirin ku bi nirxên xwe yê pîroz ve dikarin pêşerojeke azad biafirînin. Dayîkên şehîdan bi hildana posterê şehîdan ve ji bîranîna şehîdên azadiyê re pêşengtî kirin.
Têkoşîna ku li Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber Apo ve hate destpêkirin ji şahadeta pêşengê mezin Heqî Karer heya roja îro Tevgera Azadiyê û gelê Kurd her şahadetê ku hatiye jiyankirin ji bo xwe xistine sedema têkoşînê. Rêber APO li Kurdistanê ne tenê mêtîngeriya ku tê ferzkirin hedef girtiye di heman demê de ji hişmendiya mirin û jiyana ku civaka gelê Kurd ji her milî ve dirîzîne jî, kiriye sedema têkoşînê. Sekna ku îro li qadên bîranîna şehîdan de derket holê da xuyakirin ku wateya mirin û jiyanê di Kurdistanê de ji nûve hatiye bi navkirin û tê jiyankirin.
Di dîroka Kurdistanê de ji ber sedemên doza gelê Kurd her mirinekî ku hatiye jiyankirin bûye sedema tepisandina dengê gel û her roja ku çûye bi xwe re bêdengiya mirinê jî li Kurdistane daye serwerkirin. Lê dema em li derketin û mezinbûna Tevgera Azadiyê meyze dikin her şehadeta ku hatiye jiyankirin bûye sedem ku têkoşîna xwe mezintir bikin. Çawa ku bi şahadeta Heqî Karer ve partî hat avakirin û bû hêviya herî mezin a gelê Kurd, şahadeta Egît, Bêrîtan, Zîlan, Sara, Kemal û Xeyri’yan jî rê vekirin û bûn xet.
Îro bi şahadeta Adar, Agir, Firat, Ekîn, Raperîn, Rûbar û 35 cangoriyên Stenbolê ve çanda berxwedaniyê careke din xwe da domandin û ji bo têkoşînê derfeteke hîn mezintir dan avakirin. Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk bi berxwedan û têkoşîna bi van leheng û çelengan ve xwe gihande vê astê. Gelê Kurd îro ji bo aşitiyek bi rûmet têdikoşin. Di bîranîna ku li Stenbolê hat lidarxistin de sekin û biryardariya gelê Kurd careke din vê yekê piştrast kir. Dayikên şehîdan bi serbilîndî posterê şehîdên doza azadiyê hilgirtin û pêşengtî ji bîranîna şehîdan re kirin. Ev sekna biheybet a ku derketiye holê dide destnîşankirin ku li Kurdistanê navê mirin û jiyanê ji her milî ve hatiye gûhertin û bi wateya berxwedanê ve hatiye dagirtin. Xwe feda kirin û bi armanc jiyan kirin tê çi wateyê nîşan dan. Di bîranîna ku li Stenbolê de hat lidarixstin ne tenê cangoriyên gelê Kurd hatin pêşwazikirin, şehîdên tevahî gelan hatin pêşwazîkirin. Li Kurdistan û tevahî Rojhilata Navîn çanda gelan hevpar e. Ji bo vê jî nirxên civaka azad jî hevparin.
35 cangoriyên gelê Kurd bi sedema koçkirina malbatan ji Kurdstanê ji welatên xwe dûr di nava pergala Modernîteya Kapîtalîst de mezin bûne. Planên dagirkeriya li Kurdistanê her çiqasî ewladên gelê Kurd ji axa wan dûrxistibe jî, lê nekariye gelê Kurd ji çand wan ya resen bide dûrxistin. Ewladê herî bedew ên gelê Kurd her çiqasî di nava metrepolê Tirkiyê de mezin bibûn jî lê xwe ji doza Kurd û Kurdistanê qut nekirine. Her yek ji wan di demên cuda de tevlî nava refên Tevgera Azadiye bûne. Ev tevlîbûn ji her milî ve planên dagirkeriyê vala derxistiye. Bi xwe re lêgerîna mirovên azad hîn zêde watedar kiriye. Ji cihekî ku weke Stenbolê rê ketin û xwe gihandin çiyayên Kurdistanê rêwîtiya azadiyê ya ku sînorên têkoşînê nas nake, radixe berçavan.
Têkoşîn û berxwedaniya ku li çiyayên Kurdastanê bi pêşengtiya şehîdan ve hatiye pêşxistin bi xwe re wateya rast a jiyankirinê jî ji nûve daye pênasekirin. Berxwedaniya ku di tunelên şer de hatiye dayîn îrade û biryardariya mirovên azad raxiste ber çavan. Bi gotina ku “Ne heya dilopek xwîna me hebe, heya ku perçeyek ji hestiyên me hebe emê li berxwe bidin û emê tu carî rê nedin dagirkeriya dijminê qirker” şehîdên Tevgera Azadiyê asta berxwedan û biryardariya xwe dabûn diyarkirin. Tevahî axa Kurdistanê ne tenê bi xwêdana şehîdên azadiyê ve hatiye avdan bi xwîna şehîdan ve hatiye avdan. Îro şîverê, lat û zinarên Kurdistan bi şop û bîranînên şehîdan ve watedar bûye. Axa Kurdistanê ji bo gelê Kurdistanê û tevahî şoreşgerên Kurdistanê re bûye axa pîroz a ku pêwîste her tim her kêlî were parastin. Girêdana herî rast a ji şehîdên Azadiya Kurdistanê re bi pêkanîna xeyal û armanca şehîdan ve teqeze. Têkoşîna ku niha tê domandin li ser van hîman tê berdewamkirin. Xwedî derketina herî rast û parastina nirxê şehîdan ala serkeftinê bi serfirazî hilgirtin û domandina têkoşînê ve pêkan e.
Ji 35 cangoriyên Stenbol gerîlayê Modernîteya Demokratîk Baran Doxan yek ji wan gerîlayane ku 13 sal bi eşqekî mezin di nava refên Tevgera Azadiyê de cih girt û heya kêliya dawî ya têkoşînê bi kelacanî tevlî berxwedaniyê bû. Gerîla Baran Doxan li tevahî çiyayên Kurdistanê bû xwedî ked û têkoşîn pêş xist. Şopê ku wê tu carî neyê jibîrkirin, li pey xwe hêlaye. Yek ji wan lehengan jî Heval Hêvîdar Şîrvan e ku weke jineke berxwedêr bi serbilindî û bêdudilî li tevahî qadên têkoşînê tevlî her kar û xebatê şoreşê bûye. Di nav tevahî hevalên xwe de bi sekna xwe ya kedkarî û dilnizmî ve şopên nejbîr hêlaye. Ji bo pêşeroja jinan bi ewleh û azad be, bi hemû hêz û baweriya xwe beşdarî têkoşîne dibe. Wana bi vê sekna xwe û tevlîbûna xwe di tevahî qadên têkoşînê de mîrateyekî ku tu carî nayê jibîrkirin ji rêhevalên xwe û tevahî gelê Kurd re hêlan.
Girêdana bi Rêber Apo re têrê kir ku tevahî şehîdên Kurdistanê, heya kêliya dawî ya jiyana xwe têbikoşin û xwe bigihînin asta bêmiriniyê. Her şehîdek îro bûye felsefeya jiyana azad. Tevahî cangoriyên Stenbolê ji bo pêşeroja civakê bi bîr û baweriyek mezin ve tevlî têkoşînê bû. Di encama têkoşîna şehîdan de îro naskirina hebûna gelê Kurd hatiye destxistin. Bi xwedî derketina nirxên şehîdan ve dem dema destxistina azadiya gelê Kurd û tevahî civakê ye. Wateya herî rast a xwedî derketina şehîdan bi mezinkirina têkoşînê ve dikare were destnîşankirin.
Peyamên ku di bîranîna Stenbol de derket pêş, wê gelê Kurd xwedî li nirxên civaka xwe derkeve. Ala berxwedaniya şehîdan bi domandina têkoşînê ve dikare xwe bigihîne serkeftinê. Gelê Kurd û rêhevalên cangoriyên Kurdistanê ji ve yekê re amade ne. Rêber Apo berxwedaniya ku 27 salan li Îmraliyê pêş xistiye, bi xwedî derketina nirxên şehîdan ve daye pênasekirin. Rêber Apo bi gotina “Em şehîdên xwe naspêrin axê dispêrin dilê xwe” ve wateya herî rast a xwedî derketina şehîdan daniye holê. Wê şehîdên gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz di jiyana me de her bijîn û bîranîna şehîdên rûmetê her daîm wê civaka gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz bi hêz bike.

