În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel piştevanî xurt dibe
Rojava

Li Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel piştevanî xurt dibe

Nagîhan Akarsel ku 4'ê Cotmeha 2022'an li Silêmaniyeyê hate qetilkirin, li Helebê li mala xwendinê tê bîranîn. Li Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel hem pirtûk têne xwendin, hem jî weke cihê karkirinê ji bo xwendekaran tê bikaranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Gulan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel ku sala 2023’an li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate avakirin, çanda xwendina pirtûkan xurt dike û bûye cihê piştevaniya civakî.

Endama Navenda Helebê ya Jineolojiyê Ferîde Mûsa got, “Mala xwendinê ji 7 heta 70 salî ji her kesî re vekiriye. Yanî sînorekî temen nîne. Ji pirtûkên çîrokan ên ji bo zarokan heta bi pirtûkên xwendinê yên ji bo xwendekaran, pirtûkên me ji bo her beşên civakê hene. Tevî pirtûkên bi Erebî û Kurdî her wiha hin materyalên me yên bi Îngilîzî jî hene. Mala xwendinê hem cihê xwendina pirtûkan hem jî navenda kûrbûnê ye. Malên hin xwendekaran ji bo kûrbûn û xwendinê guncaw nîne. Ew xwendekar jî bi taybetî mala xwendinê tercîh dikin.”

Ferîde Mûsa anî ziman ku her cûre pirtûk hene û got, “Tevî pirtûkên çîrok û romanan, pirtûkên me yên li ser felsefeyê jî hene. Li gorî pêwîstiyên civakê em hewl didin mala xwendinê dewlemend bikin. Komên ku serdana mala xwendinê dikin bi rengekî komî pirtûkeke ku diyar dikin dixwînin û nîqaş dikin. Bi vî rengî dewlemendiyeke fikrî tê afirandin. Her wiha kes bi xwe bawer dike. Civakîbûn û piştevanî jî xurt dibe.”

Ferîde Mûsa diyar kir ku bi Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel re bi taybetî pêşî li lawazbûna xwendina pirtûkan a ciwanan tê girtin û got, “bi taybetî ciwan tenê bi materyalên dibistanê bi sînor dimînin. Nikarin xwe bigihînin nêrîneke cuda. Bi zarokên ku tenê bi materyalên dibistanê bi sînor dimînin li dibistanê jî tenê derdoreke diyarkirî ya hevalên xwe hene. Ji bo ciwan bibin xwedî nêrîneke berfireh pêwîstî bi maleke xwendinê ya ji pirtûkên dewlemend hebû.

Di serdema heyî de çanda xwendina pirtûkan hebe jî bi giranî dîjîtal tê tercîhkirin. Ev rêbaz hesta navbera pirtûk û mirovan dikuje. Ji ber ku meyla ciwanan bi giranî li ser înternetê ye, nikarin ji xwendina yekser a pirtûkan sûdê werbigirin. Lewma em dixwazin çanda xwendinê li nava civakê biparêzin. Malbat ji mala me ya xwendinê bawer dikin. Di wê baweriyê de ne ku zarokên wan bi rehetî dikarin li wê derê bifikirin. Kêfxweş in ku ciwan bi hev re, piştevanî û alîkariya hev dikin û dixwînin.”

Ferîde Mûsa anî ziman ku deriyê Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel li her kesî vekirî ye û ew wê pirtûkên xwe li gorî daxwazên civakê hîn dewlemend bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HELEB

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakiya Emine Şenyaşar di roja 97’emîn de ye
Nûçeya Pişt re ROJEVA 9’Ê GULANA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wezîrê Parastinê yê Tirk li Bexdayê ye

Di navbera dewleta Tirk û dewletên herêmê de rojên dawî di astên cuda de hevdîtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Reqayê şehîdê xwe spart axê

Xelkê Reqayê şehîd Beşar Xilêf El Seyah spart axê.

Ji aliyê Stêrk TV

Evîndar Ararat: Ew nikarin bi me mirin an jî teslîmbûnê bidin qebûlkirin

Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat derbarê êrîşên li ser Şoreşa Rojava de got, "Bi van…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê, Amûdê û Tirbespiyê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Partiyên li Kobanê piştgirî dan Başûrê Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?