Li Stenbolê bi pêşengiya Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ji bo pakrewanên têkoşîna azadiyê li Rêxistina DEM Partiyê ya Sultanbeyliyê bîranînek hat lidarxistin. Di bîranîna ku gelek welatî beşdar bûn de pankarta “Şehîdên me rûmeta me ne” hat daliqandin. Li ser maseya ku wêneyên pakrewanan, gul û find hatibûn danîn, malbatên pakrewanan sersaxî qebûl kirin. Bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir, girseyê bi merşa “Çerxa Şoreşê” xwend.
Piştî merşê, malbatên pakrewanên têkoşîna azadiyê axivîn û hest û ramanên xwe anîn ziman.
Pişt re Nedîm Yilmaz ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê hatibû tehliyekirin axivî û got: “Têkoşîna wan a birûmet rêya me ronî kir. Bi saya wan em pêşiya xwe dibînin. Wan rojên tarî ronî kir û bûn rêberên rojên tarî bûn.
AMED
Li Amedê jî bi pêşengiya MEBYA-DER’ê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Li hêwana ku bîranîn tê de dihat lidarxistin, posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin. Bîranîna ku ligel nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl gelek welatî beşdar bûn, bi rêzgirtinê dest pê kir.
Di bîranîna ku di kesayetiya Riza Altun ê di Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest da de ji bo pakrewanên têkoşîna azadiya Kurd hat lidarxistin de dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. Hevserokê MEBYA-DER’ê Ramazan Dengîz ê li vir axivî, diyar kir ku ew ê ji bo her pakrewanekî serdana malbatên wan bikin û dosyayan amade bikin û got: “Şehîd paşeroja me ne, çiraya me ne. Yên ku şehîdan ji bîr dikin di nav îxanetê de ne. Şehîd namirin.”

